Gelo çi pêvebest di navbera Cejna Somerîyan, Sersala Êzîdîyan û Newrozê de heye?

Gelo çi pêvebest di navbera Cejna Somerîyan, Sersala Êzîdîyan û Newrozê de heye?

Dr. Mihdî Kakeyî

Wergêr: Mihemed Hesko

 

Emê di vê gotarê de girîngiyê bixin ser Cejna Êkîtî ya ku di tomarên Somerî de hatiye, ew jî di nîvê hazara sêyema berya zayînê de ye, yanê berya bêhtir ji 4500 sal, ji ber wê yekê ku ev cejn ya herî kevin û resen e.

Di demên kevin de, salnameya seqayê li Mezopotamyayê, li ser bingeha guherîna seqayê li bihar û payîzê bû, ji ber wê hindê dema ku heyv û ro digel hev yeksan bin, sersala çandinîyê destpê dike û dawîya wê li pey hevin. Yanê ku destpêka guherîna biharê ye, ew jî bi diyarbûna yekem heyva nû ji biharê re, ya ku rastî dawîya meha avdarê yan destpêka meha avrêlê “nîsan“ê ligor dewrana heyvê ya salan e, lê guherîna payîzê bi diyarbûna yekem heyva nû ya payîzê ye.

Afsaneyên Somerî wê yekê nîşan didin ku, niştevanên Mezobotamiyayê cotkar bûn û bajar li wir avakirin. Lewira li destpêk û dawîya her sala çandinîyê ahengên mezin û şên dihatin lidarxistin, yên ku ev herdu helkeft bi berdewamî  rastî guherîna demsala bihar û payîzê dihatin. Bi derbasbûna demê re ev aheng bû ahengên olî bi girîngiyeke mezin di salnameya olî ya Mezobotamiyayê de hatin veguhertin.

Tekstên Somerî wê yekê nîşandidin ku, Somerî yekemîn bûn di pîrozkirina cejna Akîto de, ya ku li yekê avrêlê/nîsanê her sal destpê dikir. Navê Somerî ji vê cejnê re Akîto ye û pîrozkir û aheng lidarxistina Somerîyan bi helkefta vê cejnê yanze rojan dire dikir. Xwedawendê Heyvê yê Somerî Nana bû, hikumraniya Derbasbûna Demê û Têrava Erdê dikir, û ew jî kurê xwedawend bû û xwedawendê Ba yê jî, Înlîl bû.

Festîvala sala nû li Mezobotamiyayê bi cejna Akîtî li bajarê Orê destpêkiriye, wê demê bajar Or yê xwedawenda Nana bû, û bi derbasbûna demê re berhevîyên festîvala Akîtî ji bajarê Orê bo bajarên Somerîyan û bajarên Mezobotamyayê hate veguhstin, wek nimûne, berhevîyên festîvalê ji aliyê bajarê Nîporê ve hat li xwe girtin, ya ku paytexta olî ya Mezobotamiyayê bû, û herwiha bajarê Adab, Oruk û Erido jî, aheng hatin lidarxisitn,û her bajarekî guherîn di festîvalê de ligor berhevîyên xwedawendê xwe yê sereke pêkanîn. Ev festival derfeteke girîngbûn bo pêşewazîkirin li xwedawend yan xwedawendên xweceyî û diyarkirin rêzê ji wan xwedawenda re, û vê yekê kir ku hana xwedawend da daku bi dadwerî bajaran birêze bibin û pêdviyên pêwîstên rûniştvanan û yên bajêr pêşkêşbikin.

Bernameya festîvala Somerî bi hatina xwedawenda Heyvê “Nana“re destpê dikir, ya ku simbola mûmkirina heyvê li ezaman bû, ew jî bi rêya anîna peykerekî jêre bo bajarê Orê ji derveyî bajêr. Berya ku wî peykerî bînin bajarê Or, ew peyker bi katî dadanîn avahiyekê ku navê wê Mala Akîtî bû, û li wir jê re qurbanî dihatin dayîn û nivêj jî, jêre dihat kirin.
Navê Somerî Akîtî navekî pevdenge, ji sê peyvan pêktê, ew jî (A),(Ki)û (Ti) ye, û peyva (A) dibe ku destnîşana“bîstekeke demî ye“ yanê “dem û gav“ û (Ki) wateya “Cih“ dide û ev peyva ta niha di zimanê Kurdî de maye, û bo peyva “Cih“ hatiye guhertin, û peyva (Ti) wate ya “Hevdîtinê“ dide û ev peyva Somerî di zimanê Kurdî de bûye(Dî) yaku bi wate ya (dîtin an bînîn)e. Wiha peyva “Akîtî“ dibe ku wate ya “bîsteke yekem hevdîtina xwedawenda Heyvê “Nana“ bi bajarê xwe yê herdemî Or re. Ji ber ku xwedawend carekê nîştecîyê warekî taybete, berya ku bajarê herdemî bo nîştecîyê xwe destnîşan bike.Lewra dema xwedawendê Somerî Nana bajarê xwe yê herdemî hildibjêre festival tê lidarxistin.

Berdewamiya festîvalê ta yanze rojan, ew dema ku Heyv bikaribe dawîyê bi ronahiya xwe li ezman bîne, yanê ew dema ye ku geşta Nana ji cihê nêşteciyê xwe yê demkî ku jêre (Mala Akîtî) tê gotin, ta bajarê xwe yê herdemî (Or).

Sersala Êzîdî jî, ji yekem roja çarşemê (Çarşema Sor) ji meha Avrêlê/Nîsanê destpê dike, Êzîdî bawer dikin ku ew roj, roja vejîna jînderane û roja destpêka jînê ye û pêkhatina erdê ye û rojake hemû jînder têne zindî kirin, û di vê rojê de can/roh ji ezman bi ser erdê de tê xwar. Wiha em dibînin ku sersala Êzîdî rastî her ew roja cejna (Akîtî) ya Somerî tê, lewra ew dirêjahiya wê cejnê ye.

Roja Çarşemê li ba gelên Arî, rojeke pîroz bû, roja Çarşemê pêvebeste bi baweriyên Kurdî yên kevnar heye, ji ber ku hejmara (4) di olên Mîtayî de xwedî payeyeke bilind bû. Hejmara (4) simbola wê yekê bû ku xaça her çar darên wê wek hevin, herwiha simbola çar pêkhateyên pîroz e (agir, ba, ax û av). Herwiha mînaka çar alîyane (Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr). Xaça Mîtrayî mînaka çar demên pîroz e (Bûyîn, xortanî, Mêranî û Pîrîtî) ji berku dema can di van herçar qonaxan re derbas dibe, can piştî kemalbûnê tê wergirtin. Dibe ku di çi qonaxê ji van qonaxan de bê ku din hemû qonaxan re derbas bibe were afrandin.Tê wê wate yê ku, mirov dighêje wê derencamê ku Êzîdiyan yekem roja Çarşemê hilbijartin daku bibe sersala Êzîdî, pêweste bi ola Mîtrayî ve, ji ber ola Êzdîtî bi xwe şaxeke ji ola Yezdanî ku têde Mîtrayî tê bercestkirin.

Wek tê zanîn, ku roja 21`ê Avdarê, sersala Kurdî ye(Cejna Newroz)ê ye, roja Cejna Newrozê berware digel yekem roja ji meha Avrêlê/Nîsanê li gor salnameya Somerî. Li gor vê yekê Cejna Newrozê berwarê Roja Cejna Akîtî ya Somerî ye, yaku di yekem roja meha Nîsanê ji her sal dihat lidarxistin, ji ber vê yekê Cejna Newrozê berdewamî û dirêjahiya Cejna Akîtî ye?

Çavkanî:

1-Corc Ro (1986) Îraq Kevin. Wergêr Husên Elwan Husên, Baxdad, Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandinê, çapa duyem, rûpel 148.
a. http://www.gatewaystobabylon.com/religion/sumerianakitu.htm
b. Halloran, John A. Sumerian Lexicon, version 3.0.

 

http://www.rupelanu.com/gelo-ci-pevebest-di-navbera-cejna-ekitiya-someri-sersala-ezidi-u-newroze-de-heye-4912h.htm

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *