PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -4

PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF -4

Nivîskarê me lêkolîneke balkêş ser çend babetan kirîye û bi taybet ji malpera me ra şandîye. Nivîs çiqas dirêj be jî, ewqas xweş û bi zanyarî îzbatkirî, bi tama folkora me va xemilî, bi hayadarbûna jîyana gelê me va gulvedayî ye.

A here giring jî: heta  di nav gelê me da xortên wek nivîskarê me zane, xwendî, welatparêz hebin, hêvîya xwe bi paşeroja me a bi gulan da xemilandî xurt bikin.

Malpera me biryar kir vê nivîsa delal bike 4 beşan û çar rojan dû hev çap bike. Me duh û pêr û betir pêr beşên pêşin, duduyan û sisîyan çap kir. Fermo, îro beşa çaran, a dawî bixwînin.

 

Şemoyê Memê, lêkolîner

 

Zilamê Bedewtirîn yê Rûyê Dinyayê: Yûsif

 

Hz Yûsif, li gor lêkolînerên li ser Kitêba Pîroz dixebitin, BZ. Ni navbera salên 1695-1585an de jiyaye (Türkdoğan, 2011;1). Lê “li gorî lêkolîn û vedîtinên arkeolojîk Hz. Yûsif beriya Îsa, ango berî zayînê, di derdora 1400î de li Misirê, di nav burokrasiya bilind a Fîrewnan de, cî girtiye” (Samur, 2015:184). Cihê ku Hz. Yûsif rabûye (Kenan-Filstîn) erdê di navbera şaristaniya Misir û Mezopotamyayê de ye. Ev der ji ber ku di ser riya bazirganiyê bû ku gelek karwan lê diborin gelek caran hatiye dagir kirin. Li wê demê hukimdarên Misirê re Fîrawûn dihat gotin. Li gor Quranê û Tewratê Hz. Yûsif bandoreke yek xwedayî li ser firawûn kiriye lê ev yeka ne pêkan e ku li wê wexte sistema olî ya Misirê pagan bû û Firavûn hem serekê xwedayî hem jî serekê dinyewî bû. Firawûn çawa dijî sistema baweriyê ya Mûsa rabûbû helbet divê li hember Yûsif jî rabûya. Disa jî meylek derketiye holê ku ew kesê ku rêveberê Misrê ye û behs tê kirin ne fîrawûn e, Melîk e û payeyekî herêmî ye. Desthilatdariya Hiksosan (hekau-khasut) ku li Asyayê daketibûn başûrê Misirê û ew welat dagir kiribûn heman demê ye ku Yûsif jî tê jiyaye.

 

Di encama lêkolînên arkeolojîk de, li bajarê Tel-Amarrayê, tirbeya kesekî bi navê Tûtû hatiye dîtin. Li gorî belgeyên ku di vê gorê de hatine dîtin, Tûtû serkêşê Xizmetkarê qral, alîkarê karên teahûdê, berpirsyarê gencîneyê bûye. Her wiha hatiye ragihandin ku ji nijada Samîyan e. Ev agahî rasterast ji karên ku Hz. Yûsif kiriye dinêrin. Cudahiya navên Yûsif û Tûtû jî mumkin e ji ber zimanê Misirê û guherîna nav pêk hatibe. Li Misira wê rojê, navê Yûsif divê ku Tûtû be.(Samur, 2015; 185. Vdg. Ji Ekrem Sarıkçı, Dinler Tarihi, r.32) Bi îhtîmalele mezin e Zuleyxa ku bi evîna Yûsif dikeve, jina Akhenetan be ku di wê serdemê ezîzê Misirê ye.

 

Çîroka Yûsif û Zuleyxayê (Zelîxa, Zelxê) jî gelekî berbelav e û hem pirtûkên pîroz, di Quran, Încîl û Tewratê de, hem formekî zargotinî hatiye gotin û hem jî formeke edebî hatiye honandin. Ev çîrok helbet di nav zargotina kurda de jî cihekî mihkem girtiye û bi sedan salan hatiye gotin. Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl, şaxeke destana Yûsif bi navê “Aqûp Pêxember” berhevkirine û Zargotina Kurda de çapkirine. Xên ji vî di nav gel de gelek çîrokên devkî jî têne gotin. Li gor navkirina kurda navê Yûsif, Ûsiv e û navê Zuleyxayê jî Zelîxa an jî Zelxê ye. Di vî mijarê de çavkaniya sereke Tewrate û çîrok wisa ye; “Ûsiv bejin û balêda yekî berbiç’ev û bedew bû. Pey van yekara usa bû ku jina axayê wî ç’e’v berda Ûsiv û gotê: “Serê xwe minra dayne”. Lê ewî t’exsîr kir û gote jina axayê xwe : “Axayê min haş ji pê t’une mala wîda çî wî cem min heye û h’emû hebûka xwe daye destê min. Vê malêda jî ji min mezintir kes t’une û tiştek jî ewî ji minra na-na nekirîye pêştirî te, çimkî tu jina wî yî, ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim?”(Pênc Kitêbêd Mûsa;2010, 87).

 

Çîroka Yûsif û Zelxêyê ya kurdî wisa ye; Ûsiv kurê Aqûp pêxember e û dozdeh xwişk û bira ne. Ûsiv û Binyamîn ji jina wî Rahilê ne. Çîrok li Kenanê dest pê dike û Misirê diqede. Ji ber ku Ûsif zarokekî pak û zana bû, ber dilê Aqûp ezîztir û şîrîntir bû loma zirbirayên wî çavreşî û hesûdiya wî dikirin. Rojekê Ûsiv xewnekê dibîne û bavê xwe re behsa xewna xwe dike. Bavê wî temî lê dike ku birayên xwe re behsa wê xewnê neke çimkî ditirse ku birayên wî tiştekî nebûyî bînin serê wî. Lê belê xwişka wî wan gotinan dibihîze û birayên xwe re behsa vê yekê dike. Birayên wî ditirsin ku Ûsiv rojekê bê û dê bibe serwerê wan loma dixwazin wî ji malê dûrbixin, bila winda be.

 

Bira diçin neçîrê, dixwazin Ûsiv jî bi xwe re bibin Aqûp pêxember destûra wî dide. Zirbirayên wî li ser rê rastî bîrekê tên û çepilê Ûsiv digirin wî davêjin bîrê. Zirbira vedigerin malê û dibêjin ku guran Ûsiv xwar. Aqûp pêxember guran hev dicivîne wan dipirse, çima we Ûsivê min gestiye? Gur tên zimên, sond dixwin; “devê meyî bestî be, didanê meyî şkestî be, herkê me Ûsivê nazik gestî be. Me Ûsiv nexariye.” (Celîl&Celîl;1978, 198)

 

Wextekê karwanek li rex bîra ku Ûsiv tê de ye derbas dibe, bo av kişandinê disekinin di bîrê de Ûsiv derdixin û bazirganbaşî Ûsiv di bazara Misirê de difroşe. Li Mirsê jina melîkê Misrê Zelxê, berê zewaca xwe, di xewna xwe de Ûsiv li Misrê dîtibû û bengî bûbû. Zanibû ku qismetê wê li Misrê ye. Jineke têra xwe bedew bû. Wexta ku Melîkê Misrê hatibû xwazginî wêtirê Ûsiv e, loma qebûl kiribû. Lê belê paşê pê hesiyabû merivekî kal û extyar e. Nexwast pê re here lê melîk, ku berhevoka kurdî de Eşqer-pêxember tê gotin, nexwast rûmeta wî erdê keve, Zelxe girt bir. Wexta ku Ûsiv di bazarê de difirotin her kes bejn bala wî, bedewbûna wî hijmekar mabû. Helbet ev xebera gihişt Zelxê jî ku merivekî pir bedew li bazarê tê firotin. Niqutî dilê Zelxê ku ew kes Ûsiv be. Zelxê diçe bazar heft bar xişrê xwe dide lê têra beranberî Ûsiv nake û Ûsiv dibêje; Zelxe bende çi têr dibe? “ Dibêje “kulmek xalî” Kulmek xalî avît ser Ûsiv, Ûsiv rabû pê re çû. Ûsiv dibe bendeyê Zelxê. Zelxe dixwaze dilê xwe pê şa bike lê belê Ûsiv xwedî namûs û îffetê bû ev yeka qebûl nekir. Rojekê dîsa Ûsiv dibe oda xwe lê Ûsiv ya wê nake û Zelxe li ber kerba, para kirasê wî diçirîne. Zelxê ji ber kirina xwe ditirse û diçe gilîyê Ûsib li melîk dike;

 

“Ew zarekî bêhudeye,

Çev li doşeka teye,

Stîyê wî biqetîne namilêye.”

 

Melîk xwesteka Zelxê nekirya, jixwe zanibû Zelxê îlava Yûsif dike. Girt ew kire zîndanê. Ûsiv di zîndanê de xewnê du kesan şîrove dike û şîroveyên wî rast derdikevin. Ji wan her du girtiyan yek tê kuştin yek jî tê berdan. Piştî gelek wextan paşayê Misrê xewnekê dibîne ku heft çêlekên(ga) jar, heft çêlekên kok xwarine. Kes rastiya xewna wî nikare derxe. Ew mehkûmê ku xewna xwe Ûsiv dabû şirovekirinê diçe bal melîk û behsa Ûsiv dike. Xulese Ûsiv zîndanê derdixin û li gor xewnê Ûsiv tedbîran jî dibêje ku ê heft sala bereket be heft sala jî xelayî be. Divê tedbîr bên girtin. Melîk, Ûsiv dike serkarê bajêr û hemû berpirsiyariyar dide destê wî. Zelxe û mêrê wî dikevin haleke xirab. Lê Zelxe dîsa jî dev ji Ûsiv bernade. Li gor çend guhartoyan Cebraîl wehîy anîye ku Ûsiv Zelxê re dikare bizewice. Lê, ji ber ku Zelxe êdî pîr bûye û herdu çavan kor bûye, ne xweşik e, Ûsiv, ev yeka nepejirandiye. Gava Ûsiv ji Xwedê dia dike û Cebraîl baskê xwe rûyê Zelxê dide û Zelxe vedigere ciwanî û xweşikbûna xwe ya berê û digihîje mirazê xwe yê çendik çend sala. Lê belê felek dîsa çerxê xwe çep digerinê piştî çend salan Ûsiv dimire.

 

Çîroka Yûsif û Zulêyxayê bi navê “ehsenu’l-qeses” ango çîroka herî xweş ya dinyayê hatiye bi nav kirin û di Quranê de Zuleyxa ku navê wê nayê gotin zêdetir nayê lome kirin. Di Quranê de behsa bûyerê di sureya Yûsif de tê kirin. Sureya Yûsif 111 ayet in û li Mekkeyê daketiye. Di ayeta 23an de behsa jina Ezîz tê kirin; Kevaniya malê, (li ser wî bengî bû û) xwest ku dilê xwe pê şa bike û deri li ser zirze kir û got “de were.” Wî jî got, “rebbê xwe ditirsim, (mêrê te) xwediyê min e, ji min re qencî kirin. Bêguman yên zulmkar xilas nabin” Di ayeta 24an de tê gotin ku Xwedê dilê Yûsif hizra xirabî û destdirêjîyê şûştibû loma xwesteka jinikê nekir. Jinikê da dû Yûsif lê zeft nekir û mîntanê wî li ser pişta wî re çirand. Tavilê mêrê kebaniyê li ber derê odê ew dîtin û jinikê got ku “ yê ku dixwazin xirabiyê bînin ser mala te helbet cihê wî zîndan e û cirmê wî jî ezebekê giran e.” Yûsif nêta jinikê ji Ezîz re got û bi tewrê çirîna kiras tê fehm kirin ku Yûsif bê guneh e. Kirina jina ezîz di nav jinên bajêr de belav dibe û dest bi xeyban dikin. Jina Ezîz wan dawetî mal dike, li ser siniyan sêvek û kêrekî dide destê wan û Yûsif derdixe ber wan. Wexta ku Yûsif dibînin tilî pêçiyên xwe jê dikin. Ayet 32; Li ser vê yekê jinikê ji wan re got ku; “ev, ew kese ku hûn bona wî lome li min dikin. Sond dixwim ku min xwest wî re şa bibim. Lê belê, ew ji ber ku merivekî xwedî îffetê bû ev yek nekir. Sond dixwim, eger ya min neke ew ê helbet ê tekeve zîndanê û ezabên giran bibîne.” Û Yûsif Xwedê lawa kir ku zîndanî bûn çêtir e ku destdirêjiya ku wan jinan dixwastin. Û her çiqasî Yûsif bêgunehiya xwe ispat kiribe jî dîsa jî hatiye zîndanî kirin. Xwedîîffetî bûnê fazîleta herî payebilind hatiye hesibandin û ev yeka di kesayetiya Yûsif de hatiye honandin.

 

Di Tewratê de tê behs kirin ku Yûsif delaliya bavê xwe bûye. Ev yeka wî dike kesekî pozbilind û qure loma birayên wî jê heznekirine û çavreşi lê kirine. Çavderiya birayên xwe dikir û kirinên wan ji bavê xwe re wekî gilî digot. Roja ku diavêjin bîrê jî dîsa ji bo çavderîyê bavê wî, ew şandibû pey birayan. Jiyana wî berê daketina bîrê û derketina bîrê dibe du beş û piştî bîrê û çûyina Misire dibe merivekî nefspiçûk, behnfireh, jêhatî, zana û xwedîîffet. Di Quranê de Yûsif merivekî nefsbiçûk, dilpak û dilrehm e. Berevajî Tewratê li ber birayan pozbilindiyê nake. Loma kiryara ku lê hatiye kirin, cirmekî giran û wekî neletekî birayan re anîye.

 

Navê Yûsif cara pêşîn di Tewrat de derbas dibe û bi Îbranî Josef e. Meneya hîvê dide. Hîv çawa sembola bedewî û cindîtiyê xwe di şexsê Yûsif de derbirîye. Di qonaxa ewilin de li Rojhilata Navîn nemaze li Mezopotamyaya jorîn hîv wek xwedavendekê dihat pîroz kirin û her kesî peresteyî wê dikir. Çawa Yûsif ji xewna xwe de 11 stêr, roj û hîvê dibîne ku hemû jê re secde dikirin. Di vir de nîşaneya paganîzmê hêj holê ranebûye û dibe ku perestiya hîvê hêj zal be. Li gor dîroknasê Misirî Ahmed Osman, Yûsif bapîrê Akhenaten e ku bixwe şexsiyeteke mîtolojîk û dîroki ye. Dibe ku Akhenaten di avakirina sistema xwe de, di bin bandora bapîrê xwe de mabe. Akhenaten beriya Mûsa rabûye û baweriyek li Misirê belavkiriye bi navê Aten. Tê gotin ku ev baweri paşê bi destê Mûsa hatiye revîze kirin û bûye dînê yekxwedayî.

 

Pirsgirêka Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif

 

Bedewî di şexsê Yûsif de bûye nasnavekî û wexta ku bedewiya kesî nîşan didin û pesnê wî didin wî dişibînin Yûsif. Zembîlfiroş jî ne di rêza Yûsif de be jî di bedewî û çelengîyê de nêzî wî ye loma di destana Zembîlfiroş de wexta ku behsa wî tê kirin tê gotin ku “Zembîlfiroş lawkê rewal bû, bi kulfet û ehl û eyal bû, husnekî Ûsif li bal bû.” Di sembolîzma tesewifê de jî nîşana bedewiya ruhanî û nefsanî ye û wêjeya klasîk de jî kesê “kamîl û rûbedew (kemal û cemal)” hatiye destnîşan kirin. Dîsa Yûsif zilamê bedewtirîn yên rûyê dinyayê hatiye pejirandin ku şibandine roj û hîv ê. Serî heta piyan nûr e û bêrikber e. Bejna wî tak rihan e, rûyê wî wekî neynikekê zelal û pak e, gotinên wî dermanê dilan in. Porê wî wek sunbulê, birûyên wî wek mihrabê, çavên wî wek nergîzê, devê wî wek goncayê ye û diranên wî jî şibandine durran. Lêvşekir e û lêvên wî ava heyatê ne û kê jê tehm bike nemiriyê dest dixe. Li gor hizra tesewifê ew neynikeke xas û pak e ku bedewiya îlahî xwe dilqê wî de nîşan daye. Di warê bedewîyê de Sîawûş jî van kesan ne kêmtir bû û ew jî wekî nîşana bedewî û cindîtiyê hatiye bikar anîn. Di berhevoka Heciyê Cindî de tê gotin ku “Birakî Gêvêê Goderz heye, navê wî Sîawûş bû. Di dinyaê da meriv ne bixwe, ne vexwe, temaşa husil û cemalê wî bike” (H. Cındî;1977,298).

 

Em dikarin bibêjin ku sedema bobelatên hatine serê Yûsif, Zembîlfiroş û Sîawûş hema bedewî û çelengiya wan e. Bedewî çawa bûye cirm ketiye stûyê jina wisa jî wekî cirm ketiye stuyê mêran jî. Bedewîya mêran berevajî îro di dewrên qedîm de zêde hatiye bikaranîn û bi gelek cureyan wekî peyker, mîtos û efsane hatiye honandin. Di peykerên ku hatine dirûst kirin de laşê zilaman bêkêmasî hatine teswîr kirin. Dîsa em dizanin ku di çerxa ewilîn de ne tenê jin, zilamên bedew û çeleng jî di bazaran de wekî bende dihatin firotan û bikirên wan jî jinên dewlemend û xwedî desthilatbûn. Ev zilam gelek caran dibûn şevbuheriyên wan jinên xwedîhêz (Çawa Gulxatûn ji Zembîlfiroş re dibêje “tu hem şayî, hem şevbihêr, ev e ji te ra bazar û xêr”.) Di çerxa ewilîn de hema bêje hemû şaristaniyan de ev yeka derdikeve berpêş. Di wê çerxê de tiştekî asayî bû ku jin pey mêran bikevin. Mêr çawa sembola hêzê her wisa sembola bedewiyê jî bûne. Em belgeyên dîrokî û pirtûkên pîroz dizanin ku Yûsif û Sîawûş di çerxa ewilîn de jiyane lê belê tarîxa rûdana bûyera Zembîlfiroş ji ber ku wekî çîroka Yûsif û Sîawûş ku di wextê de nehatiye nivîsîn teqez nay zanîn gelo kîjan wextê rûdaye. Lê dîsa jî em dikarin bibêjin ku ne zêde dûri van herdu şexsiyeta ye.

 

Ev her sê kes merivên dilpak in, xas in û zana, camêr û merivên xwebexş in ku heta navê wan derbikeve, xwestine canê wan derkeve. Destdirêjiya heramiyê nekirine. Serê pêşin di rewşa Yûsif û yên din de jî li ser nefspiçûkiyê ku destdirêjiya jinan nekirine ewqas jî tirsa Xwedê li cem wan peyda bûye û ev yeka anîne zimên jî. Her sê jin jî van zilaman di odeya xwe de ase dikin û helbet hêza xwe ya desthilatiyê jî bikar tînin. Çimkî ev kesan, bende û berdestiyê wan in. Gulxatûn dibêje “lawkê nenas, tena derpê û kiras, tu ji destê min nabî xilas.” Zuleyxa jî Yûsif di odeya xwe de bihnteng dike û nahêle dest wî bifilite loma destê xwe davêje lê kirasê wî dest dikeve. Dîsa jina Key Kavus Sûdabe jî bi fêlan Sîawûş dikişîne odê û ew jî wekî Gulxatûnê hêza xwe bikar tîne û gefa lê dixwe;

 “Go: Bi ezet, celaletê Xwedê kim,

Tu vî şuxulî gel min nekî,

Ez ê serê te bidime birrîn.” û axir Sîawûş ji dest difilite. Çawa xwesteka dilê jinan nekirine

Sîawûş ji ber xezeba Sûdabeyê koşk û serayê dûrketiye, Zembîlfiroş û Yûsif jî ber xezeba jinan bûne bendeyê zîndanan.

 

Sûdabe, Gulxatûn û Zuleyxa jî bedewtirîn û xweşiktirîn jinên dewra xwe ne. Firdewsî di Şahnameyê de behsa Sûdabeyê dike û dibêje ku rûyê wê wekî hîvê ye, porê wê xingalî ye û wekî hûriyan bedew û wekî sterka diçûrise. Wexta Sûdabe cara ewilîn rûyê Sîawûş dibîne dilê wî dipirpite û hiş û aqil namîne, ji ber huba wî xwarin û vexwarinê bîr dike û wek tayekî an jî wek qeşaya ber tevê roj bi roj di halê xwe de dihele. Bedewîya Sîawûş ser ya xwe re dibîne.Yûsif çawa hîv bê hesibîn, “Zuleyxa jî ‘mîsalê mahê’, ‘zîba’, ‘durdane’, ‘horîsifet û melekmisal’ û ‘şems’ e”(Geverî; 2013,136). Gulxatûn jî wekî navê xwe nazenîn û xweşiktirîn jina dewra xwe bûye ku jina herî payebilindê Farqîne bûye. Jixwe Zembîlfiroş bedewiya wê dipesîne û û dibêje ku “Xatûnê gerden şibak, gerden tenik, şirîn î wek şerbeta camî. Di çend guhartoyan de jî wekî “husnî nûrîn”, delal, terr û can, bejn û bala bê qusûr, dêmşemal, şeng û şepal, gerden bi xal, gerden hîv, sîngên wek fîncana şîr û şekir. Zembîlfiroş xwe layiqê wê nabîne û dibêje; “ya bîsk herîr e, ew di pîroz bin li mîr e.”

 

Ev her sê jinên ku çavberdane her sê zilaman, bajarî ne û jinên mîr, melîk û şah in. Prof. Dr. Marûf Xaznedar destnîşan dike ku “mîr û dewlemend û merivên mezin çavên wan li derva ne, peywendiyên di gel jinên din de peyda dikin yan jî her yekekî çend jinên wan yên aşkere yan jî nihînî hene. Ji ber vê jî jinên van mirovên mezin ewil didin nav valahîya nav derûnî, xwe tijî dikin û tolê ji mêrên xwe bistînin. Eva tiştekî sanahiye, eger peywendî di gel herkesekî de peyda bikin ku dilê wan be.”(Xeznedar, 1998;51)

 

Encam

 

Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê peyayên çeleng, keleş û bedewtirînên dewra xwe bûn. Beranberî wan jî Sûdabe, Gulxatûn û Zuleyxa sê xanimên bedew, kaw û kubar û nazenîn bûne. Lê berevajî sewdaseriyên jirêzê, ango sewdaseriya mêran ji bo jinan vê carê yên li ber agirê evînê har û dîn dibin jin in. Ev evîneke ewqas xurt bûye ku berevajî edet û toreyan ev her sê jin nefsa xwe nikaribûne û bi cureteke mezin destdirêjî van her sê mêran kirine û bi negihîştina armanca xwe jî bûne sebebê kuştin, zîndanîkirina wan. Ev “çîrokên dinyayê yên herî xweş” helbet cihê xwe di nav zargotin û wêjeya Kurdî de jî girtiye. Ev çîrok bûne destan, stran û roman wêjeya kurdî xemilandine û dixemilînin.

 

Çavkanî

 

Alan, R. (1997) Buda, Yûsif û Zemblfiroş, War, Hejmar 3. Stenbol.

Celîl, O. – Celîl, C. (1978) Zargotina Kurda I, Neşîrxana Naûka, Moskva

Celîl, O. – Celîl, C. (1994) Destanên Kurdî, Weşanên Zêl, Stenbol

Cindî, H. (1979) Şaxêd Eposa “Rostemê Zale” Kurdî, Akademiya Ulma yê YSS li Ermenistanê,

 Erêvan,

Ebû Cafer Muhammed bîn Cerîr bînYezîd el-Taberî, (1991) Milletler ve Hükümdarlar Tarîhî II

 Weşanên MEB, Stenbol

Firdevsî ; (1994) Şehname C.I, MEB Yayınları, İstanbul,

Firdevsî ; (1992) Şehname C.II, MEB Yayınları, İstanbul,

Firdewsî ; (1994) Şehname C. III, MEB Yayınları, İstanbul ,

Geverî, A. (2015) Yusif û Zuleyxa-Selimiyê Hîzanî, Nûbihar

Kuran-ı Kerim ve Türkçe Mealî. TDV. Ankara,

Örs, D. Siyavuş, (Di nav Îslam Ansiklopedisiyê de ), TDV, Ankara

Pênc Kitêbêd Mûsa (Tawret) ;(2010) Înstîtûta Wergerandina Kitêba Pîroz, Moskva

Resul, Prof. Dr. İ. M. (1998) Jiyan û berhemên Feqiyê Teyran (Werger, Mikaîl Canpolat)

 War hejmar 3, Zivistan1998, Stenbol

Samûr, A. (2015) Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê, Nûbihar

Türkdoğan, M. Gökcan , (2011) Klasik Türk EdebiyatındaYusuf ve Züleyha Mesnevileri Üzerine

 Mukayeseli Bir Çalışma, Weşanên Wezareta Çandê, Ankara

Xeznedar, Prof. Dr. M. (1998); Zembîlfiroşa Feqiyê Teyran (Werger, Mikaîl Canpolat) War,

 Hejmar 4, Bihar1998, Stenbol

 

Wêne yê Rebwar K Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *