
Nûçeyeke xweş ji Weqfa Mezopotamyayê
Ji koleksîyona Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî, li ber çapê ye.
Nirxandin, Metin (latînîzekirî, sadekirî), Faksîmîle.
Berhema Mela Mehmûdê Bazîdîyî ya giranbiha, Rîsaleyî Tûḧfetu’l-Xîlän Fī Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û dîyalogan pêk dihê, yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî da cih girtîye.
Herçend yekemîn rêzimana kurmancî, ya Elî Teremaxîyî (1590) ye, lê wisa xuya dike ku cara pêşî xebata ku tenê ji bo rêzimana kurmancî û bi zimanê kurmancî hatîye kirin, ev xebata hêja ya Bazîdîyî ye.
Di vê pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene. Karê nirxandin, latînîzekirin û sadekirina vê berhemê ji hêla akademîsyen Mîkaîl Bilbil û Mustafa Özturkî ve hatine kirin.
Riataza