
”GURÊ MANCO” ( 1 )
Ev gotina ”Gurê Menco”, ji bo tirsandina zarokan zêde tê gotin.
Li Dêrika Çiyayê Mazî 3 çiyayên bi nav û deng hene.
1 – Tûrcel
2 – Mancel
3 – Bahnî
Ji van çiyana, Çiyayê Mancelê, di dîrokê de, ciyê kombûna guran bûye..!
Anuha jî, pirranî gur li wir wedihewin.
Çiyayekî berê bi dar û daristan bûye û rêya şivan û gavana bi wan deran nakeve.
Ji herêma Çiyayê Mazî, ta bi Şemrex, Çinar, Bismil, Surguçya, Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn, Wêranşahrê, Serê Kanîyê û Qamişlo, ev gotina ”Gurê Manco”, piçekî di zargotinê de guhertinên biçûk hebin jî, li wan deverna ev gotin, bi sed salan e heye.
Rastiya peyva ”Gurê Manco”, ”Gurê Mancel”e..!
”GURÊ MANCO” ( 2 )
Bawerîyek din a ji bo ”Gurê Manco”..!
Ji Çiyayên Dêrika Çiyayê Mazî, herêmek Çiyayê Bahnîyê, navê wê, ”Textê Menco” ye.
Ew devera jî ciyê ku gur lê wedihewin û îro jî, li wê heremê (textî) gur hene…
Hinek kal û pîren herêmê jî dibêjin makzaya peyva ”Gurê Manco”, ji ”Gurê Menco” tê.
Li herêma Dêrika Çiyayê Mazî, bawerîya zêde, gotina ”Gurê Manco” ji textê menco ye.
Îro jî ew text, di destê nevîçiçirkên Menco-2 de ye..!
Menco navê jinê ye (Mencê), bi delalî hatiye tewandin, loma dibêjin ”Menco”..!
Mîna ji navê Siltanê re dibêjin ”Silto, ji navê ”Xecê” re dibêjin ”Xeco”..!
Riataza