
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: –Gelo hûn dikarin behsa dengên ”ç”, ”k”, “p” û “t” bikin, ku di kurdî debi du awayên ji hev cuda têne gotin
Bersîv: -Dengên ”ç”, ”k”, “p” û “t” di kurdî de bi du awayên ji hev cuda têne gotin: nerm û req (hilmî/nehilmî, tûj/kuh yan jî hewadar û bêhewa).
”çav”, ”kevn”, ”pênc” û ”teng” nerm/kuh/nehilmî
”çar”, ”kemer”, ”parastin” û ”Temo” req/tûj/hilmî tên xwendin.
Ji bona van dengên “rengedeng” ên nêzîkî hev di alfabeya kurdî de herfine cuda nehatine diyarkirin. Her bi heman herfê têne nivîsîn. Di nava hevokan de bi peyvên têkildar têne fêhmê. Bi cotherf û awane din nivîsandina wan ne durust e.
Mînak:
“Ez pirr ji te hez dikim.” Divê zehf nehê tercîhkirin. Bi awayê “pir” rasttir e. Ji xwe bi peyvên têkildar xuya ye peyv ne “pir”a li ser avê ye.
Riataza