
Orhan Agirî
Qet bela xwe di xwendina vê nivîsê nede
heke tu sêbarekirina xwendina
hin hevokên vê nivîsê nedî ber çavên xwe
Heta şopeke Homo Sapiens hebe li gerdûnê, ew ê nikaribe xwe rizgar bike ji raselitîna pênase û ravekirinên Sartre ên derbarê şuûrê û Hebûna ev şuûr lê peyda bûye de, çi di qonaxa rasyonelîteyeke normal de be çi jî dê di serdema şaristaniyeke dîjîtal û virtuel de a mirovahiyê têde xwe gihandibe rêwîtiyeke intergalaktik û xwe ji gellek aliyên xwe yên biyolojîk rizgar kiribe.
Sartre hîmê Egzîstansiyalîzmek ku mirov têde dibe ”mehkûmê azadiyê” avêtiyê felsefeyê û bingehtirîn formulasyona vê Ekzîstansiyalîzmê ev e : « Hebûn beriya derûn/hilikê dihê.»
Ev Hebûn tevahîtiyeke xwe bi xwe re ye, têkiliya wê bi hebûneke din re û sedemê hebûna wê tune ye, ew e ku ew e anku çawa ye wisa ye. Ev, ‘hebûna di xwe de” (l’être en-soi) ye.
Hebûn li dora min li her deverê ye, mîna ez ê bikaribim destê xwe bidimê û têbigihîjimê. Lê ez ne ev hebûn im ku wê ji her aliyî ve ez dorpêçandime, çimku ez bi hîçeke (néant) jê nahêt derbasbûn ve jê qetiyame. Ev tine/hîç nahêt dîtin, nahêt têgihîştin, derzek hîç/qet e, ne pêkan e di nava serwextbûnê de were qefaltin, tenê anegorî erka xwe ya pêkhanîna qetyanê dikare bihêt sêwirandin. Çimku di cerga vê hebûnê de « bûyereke mutlaq hatiye serê vê hebûnê . » Ew jî peydabûn (a heyîbûnê ) ye , anku ew heyîbûna ku ”hebûna bo-xwe ” (l’être pour soi) dikeve nava wê.
Qanûna bûn/hebûna bo-xwe, wek binateya ontolojîk a şuûrê, xwebûn e di bin forma heyîtiya ji xwe re de… (Hebûna) di-xwe-de ji bo xwe di bo-xweyê de winda bike heye… bi gotina Sartre. Heyî-bûn xwe heyî dike çimku heyîbûn ji ber tine ye heye û binateya ku Heyîbûn di xwe-heyîkirina xwe de xwe dispêrê her tim kiryara wê ya nebûna Hebûnê ye. Anku neyînandinek/negasyona hebûnê ye.
Heyî-bûn xuyabûna windabûna Hebûnê û xwebêjiya nexwebûna wê ye.
Hebûn di nav peydabûna Heyî-bûnê de windabûn-tinebûna xwebûna xwe ye, lê xwe ji heyînan re bi heyîtiya wan ve eşkere dike. Heidegger dibêje: Hebûn bi têkiliya xwe ya ligel heyî-nan ve betal nabe, belam ji qurmên xwe diqete. Lê ev qetyan/qutbûn bi têketina şuûrekê re peywendîgir e. Dîsa bi gotina Sartre : Hebûna ew e ku ew e divê (wisa jî) bikaribe bibe hebûna ne ew e ku ne ew e, ev neyînandin ne ji lay dîyalektîkek xasê hebûnê bixwe ve, lê ji lay rasteqîniya-mirovî ve derdikeve ser rûyê hebûnê.
Li vir heke meriv wek Jihevek (Yekek mutlaq) tebigihîje Hebûna di-xwe-de ya Sartre , yanî ew e ku ew e, pêwîst e bîr bi vê gotina Hegel bihîne : Gerdûnî bixwe di xwe de bi pircelebiyê re di nav yeketiya nekerîbûyî de ye… lê Hebûn ji yekbûnê dikeve û derbasî bal pircelebiyê dibe (gava) ez têdigihîjim ne Yek e ew obje ya xwe mîna Yekek petî raberî min dike. Vêga yekemîn rastiya wê ya objektîv hebûna wê ya rast nebûye, lê ji ber ku obje rast e ne-rastî dikeve aliyê min.
Divê em berê xwe bidin Sartre ji bo çawatî û naveroka şuûra dikeve bin barê vê gera li rastiyê ya bi vê ketinê re dest pê dike .
Sartre dibêje şuûr têgihîştina xwe bi pêvajoyeke tunekirin/néantisationê ve pêk dihîne. Çimku ji bo Sartre struktura eslî ya zanînê ew e ku nikare bibe (hebûna) ewa dihêt zanîn, tevî ku îdeala wê ya bingehîn ew be jî.
«Bûna ewa ku ne ew e û nebûna ewa ku ew e wateya zanayiyê bixwe ye, çimku ji bo hebûn ”çawa ye wisa” were nasînn pêwîst e ev hebûn bihêt bûn, lê ji ber ku ez ne ev hebûn im ku wê dinasim lewma ”çawa ye wisa’ heye û heke ez bûbûma ew, ”çawa ye wisa” dê ji holê rabibûya û heta nebihata hizirandin jî.»
Şuûr ew hebûn e hebûna wê jê re di hebûna wê de pirsa hebûna wê ye bi wî halê ku ev hebûn hebûneke ne ew e dihêwirîne di xwe de, dibêje Sartre.
Bêguman pencereyên nû dê li ber şiyana serwextbûnê vebin li ser ”vê Hebûna di hebûna şuûrê de ne hebûna wê ye” gava mirov ê kûrtir bike têgihana xwe derbarê maneya di vê gotina Banesh Hoffmann de : Paradoksên kuantîk ji lay me ve dihên hilberandin, çimku em hewl didin liva partîkulên takekes di nav dem-fezayê de bişopînin, feqet heyîtiyeke van partîkulan di nav dem û fezayê de tine ye, lê dem û feza bixwe wek karpêkirin/fonksiyana wan hene.
Riataza