
Konferansa 30 salîya terorkirina Dr. E. Qasimlo li Krasnodara Rûsîyayê
Xûşk û birayên hêja!
Em bi dilekî şa pê hesiyan, ku hûn bo bîranîna sîsaliya terorkirna rêberê navdar ê gelê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, bi derbazkirina konferansekê li bajarê Krasnodara Rûsyayê, qedirê xebat û tevgera vî rêberê giranbiha digirin û nav û bîranîna wî kesê navdar yê gelê Kurd û rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) zindî dihêlin.
Em ji navê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Rêxistina kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê spasî li hemû kesên dilsoz, bi taybetî jî organîzatorê wê Hejarê Şamil dikin, ku ev konferans organîze kirin û derbaz dikin.
Xelkê Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û gelê Kurd, bi rêberiya Dr. Qasimlo piştî rûxandina rejîma Şah û hatina Xumeynî ser text, neçar bûn, ji bo bidestxistin mafên demokrasî û serweriyê bo gelê Kurd, dest bi xebata berxwedan û serketinê kirin, di vê rêyê de bi hezaran xortê Kurdistanê bûne qurbaniyên terorîzma dewleta Komara Islamî.
Em terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Abdullah Gaderî Azar û Fazil Resûl şermezar dikin, ku di 13/07/1989an de, li welatê Nemsayê, ji bo çareseriya pirsa kurd, li ser maseya danûstandinê bûn, ji aliyê dîplomatên terorîst ên rejîma Îranê ve hatine gullebarankirin. Mixabin kujerên Dr. Qasimlo heta niha jî ji aliyê dewleta Nemsayê ve nehatine girtin.
Em bo derbazkirina vê Konferansê sipasîya we dikin!
Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan
Serokê Rêxistina kurdên Qazaxistanê ”Berbang”
Akademîsyan, prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev.
Riataza