
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûnodî me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî yên evîndarîyê raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Wey kulmalê
Wey kulmalê
Taxa Jêrin gale-gale
Taxa Jorin gale-gale
Ezê çûme yalê malê ênga dilê min dihebîne bi ne male!
Keleş lawikê min şivanê pezê zayî
Qeme-qayîş zêrkildayî
Wey gidî, kê cara çevê min çevê keleş lawikê min dikeve
Çima ser minra dibe sayî?
Kulmalê, çiya bilinde
Kulmalê, çiya bilinde, te nabînim
Ezê tu gula, tu sosina naçirpînim
Gundo, ezê nava çar qulbê dinya gewr gerîyame
Ezê tu dila ser dilê xwe û têlî gula xwera nahebînim.
Got: Egîtê Hemîd, 30 salî, xwendî, ji gundê Pampê, li ser nehîya Aparanê, brîgadîrê kolxozê.
Êlê Başê
Êlê Başê qurba, te çevreşê bi xwe şûşê
Bira Başa min xweş be Lyûsaxbyûrê deşta Mûşê
Ez terka çev û birûyê belek nadim
Heya Başa min nebê: lûrî, lûrî
Nekeve ber dara vê dergûşê.
Êlê Başê, qurba, navê lawikê min Emere
Qevza qemê zêrê zere
Ezê dikim ramûsanekê ji Başa xwe bixwezim
Dibê: “Lawiko, dûrî min here
Kotî, şindokê dewarê mêra
Li ser xênî, li ber dêrî qerewile”.
Êlê Başê qurba, gundê me wê bi Tile
Başa minê wêda têye devî kene, porî şile
Ezê dikim ramûsanekê ji Başa xwe bixwezim
Kotî, şindokê dewarê mêra
Li ser xênî, li ber dêrî qerewile.
Êlê Başê, qurba, navê lawikê min Etare
Qevza qemê kar û bare
Ezê dikim ramûsanekê ji Başa xwe bixwezim
Kotî, şindokê mêra xwelî sere.
Êlê zerîyê
Êlê zerîyê, zerî hemû dibên:
“Em zerîne”
Hine zerî hene, paşkê wan gamêşîne
Zikê wane sakarîne
Sûretê wane reşe qayîşîne
Diranê wane kerîne
Lêvê wane peloçîne
Porê serê wana tije rişke bi sipîne
Kesekê xudan xêr tunîne
Here kavila gundê şewitî devokî neftê bîne
Agirekî berdê, bişewitîne
Dilê min evdala Xwedê hêja derman tîne.
De lo, lo lawiko
Serê min qurbana canê te bîyo
Were, wezê salix-sûlixê
Zerîyê mala Qoto tera bidim
Êlê zerîyê, nav-nîşanê zerîyê
Mala Qoto çine, çi nîne?
Olo, lawiko, qurban
Zerîyê mala Qoto di usanin
Navkêlkê wane ziravîne
Bejinê wana qazaxîne
Lingê wana kondelê sore firengîne
Gorê wana saqê ecemîne
Dav-lêvê wana mijmijkîne
Sûretê wana sore xal-xalîne
Diranê wane sedefîne
Çevê wane reşe leglegîne
Birûyê serê wana sore hinarîne
Meriv malê xwe bide, canê xwe bide
Yeke usa xwera bîne
Tu car, tu car poşman nîne!
Êlê bedewê
Êlê bedewê, Emînê me dudine
Yek qîzape, yeke dine
Qîzap ruhistînê canê mine
Qîza xelqê xerîb kirasê canê mine
Emînê, ez benî, xuber benî
Ezê çûme nava xort û qîz û bûkêd axê, axalera
Talebextê min û te kenî
Bira dê û bavê min jî xêrê ji wayê qe nebîne
Dilê min xortekî çardeh salî mal di gundda hebû
Ez nedamê,
Dame xanê Rewanê, papax genî.
Êlê Emînê, Zorê heyanî Zorê
Bira kula kor têkeve her çar malê dora axê
Ezê dikim Emîna xwe birevînim
Ezê bavêm gundê Zorê, mala Memê.
Êlê kulmalê
Êlê kulmalê
Were em milê xwe milê hev xin
Berê xwe bidin Kaxêta xopan, welatê gurcane, Gurcistanê.
Emê berê xwe bidine darî sincê
Destê xwe bavêne darî sêvê
De min go, sîng û berê kawî gozel usanin
Notila kevotkeke sibê zû rabe
Per û baska bikute ji vê xunavê
Lê, lê, lê, lê, lê…
Bire malê me danîne zozanê bilind, li vê rêzê
De min go kerî bergel bergelê (berx) girane
Xwe dane fêzê
Olo, gede, hekî tu konê kewa gozel nas nakî
Konê reşî erebî serikê tewrî fêzê
Lê, lê, lê, lê, lê…
Êlê kulmal
Serîya bişo, avê merêj
De tu rabe gulîya vegir kin û dirêj!
Êlê kulmalê
Ezê ramûsanekê nevsa canê te keremkim
De tu neçe kotî-şindokê mêrê xwera nebêj
Êlê lê kulmalê!
Bejina kulmala min, minê dîtîye li ser tevinê
Êlê terezê!
Bejin bilindê, mêzer kevinê
Wexta kewa gozel şevê radizê
Ezê dilê xwera diçime xewnê
Kulmala minê avê tîne, kanîya Gerê
Minê gazî Xwedê kirîye
Cêr û qeynter bişkê, bide ser rê
Êlê kulmalê!
Zozanê me sisêne
Herekê sê belekî lêne
Qomsî-nemamê xelqê têlî delal ji malêne
Lê, lê, lê domam, lê, lê, lê domam
Xema neke, xem xirabin.
De tu rabe gula biçin, sosin dewsê rabin.
Êlê kulmalê
Min go, şera serê te madane
Teyê rîşîyê şerê gul badane
Wey-wey gede, wey-wey gundo!
Êlê terezê
Geleka bona çev û birûyê kewa gozel mêr û jinê xwe berdane!
Êlê kulmalê
Ezê ne li virim
Ne li wême
Ezê tevînga berfê tevî bême
Ezê jina mêrê kotîme
Dosta mêrê çême.
Êlê kulmalê
De, min go şera serê te geveze
Teyê danîye ber netika kever tez bi teze.
Êlê kulmalê
Dinêda mirin heqe, kefen ferze
Wey, wey gede, wey, wey gundo.
Got: Hemîdê Hamo, ji diya xwe bûye sala 1923a, kolxozvanê gundê Kelekûta Jorine, li ser nehîya Talînê, li Ermenîstanê.
Wêne: Yaqûb Kurmanc
Riataza