
Zerdûşt Öztürk
İntab baskê başûr yê Agirî’yê ye. Seregol deşta herî bi bereket ya İntabê ye. Mîrze
gundekî di navenda zikê Seregolê ye. Qehremanê mijara me yê vê nivîsê jî Hesoyê
Şerê ye û Heso xelqê Mîrze ye.
Hesoyê Şerê, her roj destê sibê, tirpana xwe dida ser milê xwe ji gund derdiket. Diçû
dikete sînora, gîhayê sînora didrût. Sînorên zevîya, yên mêrga, hema bêje bes ku
sînor be, çi der, kê der hebûya diçinî.
Wan çaxa gîhadirûn ti wek îro bû? Tirpankêş xwe didan ber hev, gelek cara
serhonazan rêzan çêdikirin, didan pey hev, her yek wan wek şêrekî, mêrgan didan
ber xwe û qira gîhê dianîn. Carna kilam digotên, tempo digirtin, li hev vedigerandin,
gîhayên kesk yên deşta û devçema li ser hev de weldigerandin. Heta serhonaz gazî
nedikir, nedisekînîn. Piştî gelek devên fireh ku li gîhê dixistin, serhonaz gazî dikir,
digo; “masaadd…” Ew dem tirpan tev disekinîn, tirpankêş ji ber xwe xar derdixistin,
devên tirpanan tûj dikirin. Di wê seknê de hinek ji wan firsed didîtin cixare vêdixistin,
hinekan av vedixwarin, hinekan xwîdana xwe paqiş dikirin. Lehzek şûnda serhonaz
dîsa gazî dikirin, tirpankêşan tirpanên xwe hazir dikirin. Devên tirpanên xwe fireh
diavîtin, koka gîhê ji erdê diqetandin, tozên tenik ji xwelîyê diqetandin.
Lê îro? Ka kê maye tirpankêş, ka ew serhonazên berê, ka Kuto, ka Elîcano, tew…
Palên niha li ser motora siwar dibin, kêrên makîna bi motoran ve girêdidin, dikevin
nav mêrgên mezin, bi qasî dirûna sed mêrî, rojek du rojan da karên xwe li ser hev
tînin.
Heso di xortanîya xwe de erebecîk baş bû. Çatîya erebên gîhê ji wî rindtir kêm pale
datanîn. Ewan jî yên wek Ahmedê Elîxan, Mihemedê Evxenî, Elîyê Hecî Ahmed bûn.
Pîşti waxta Heso hostatîya xwe dewrê kurê xwe kir. Miheme Sebrî kurê wî yê en
mezin bû. Ew jî pìştî bavê xwe hostatîyek xweş dikir. Erebên wî weke qutîya bar
dibûn. Gava ku ji dûr ve bixwîya kifş dikir, gundîyan digot “ev ereba filankesê ye.”
Heso bixwe, wek gelek gundîyên Seregolan hêsírê Gelîyê Zîlan bû. Wek tê zanîn,
dema Serhildana Agirîyê dişkê, gelek gundî û ehlîyên Gelî, ji dewletê direvin tên li
İntabê disitirin. Xalis Beg, gundên xwe yên Seregolan ji wan re vedike. Gelîyan tên li
Mîrze, Melehesen, Kêsa, Qereqûyê, Cemalverdî, Bedo, Hacîbotî, Haciûsif û li gelek
gundên din de cîwar dibin, hema bêje dibin ehlê wan deran.
Ev koçberên Gelîyê Zîlan, her çiqas wek ehlîyên Intabê dihatin qebûlkirin jî, lê
milkên wan, mêrg û zevîyén wan li wan gundên Seregolan de tune bûn. Îdara wan bi
alîkarî û lihevanîna beg û axelerên heremê pêk dihat. Begên heremê, ji milkên xwe
parçên piçûk yên zevî û mêrgan didan wan. Ewan jî, li hemberê van dayînan, ji
began re gelek cara bê pere kar û barên cotkarî û rêncberîyê dikirin.
Heso yê qehremanê mijara me jî yek ji wan bû. Wekî min li jor jî behs kir, her rojê
Xwedê, destê sibê, tirpana gîhê hildida ser milê xwe berê xwe dida sînorên zevî û
mêrgan. Heso, ji ber ku zehf tariş xwedî dikir, mêrga di destê wî de têra tarişê wî
nedikir. Ji boyê ew jî, di demsalên gîhadirûnê de, berîya mêrga xwe, devê tirpana
xwe li gîhayê sînora dida û berîya her kesî lêvên zevî û mêrga rût dikir.
Lê cûdayîya Heso ji dervayê van tişta bû. Ew taybetîya ku tesîr li zartîya me kirîye
tiştek din bû. Heso her sibe ku ji gund derdiket diçû dikete sînora, heta danê nîvro
dixebitî. Piştî nîvro jî diçû mêrga xwe. Mêrga wî li jêra Kevirê Kilsê bû.
Gîhayên mêrgên ber Kevirê Kilsê tenik dibûn. Ji ber ku waxtekî li wan dera, bi wan
kevira kirêc çêdikirin. Gundîyên Seregolan, çel dikolan, hewz çêdikirin, tijî av dikirin.
Paşê ava nav hewzê dikelandin û kevirin kilsê diavîtin nav ava kelyayî. Her wiha kevir
dikelîyan û dihelîyan. Bi vî qaydî kirêç bi dest dixistin. Lê ew avên bi kirêç ji ber ku
dirêjîyan, dikişîyan nav mêrga, di hinek cîhan de gîhê dişewitandin. Wan cîhê şewitî
de gîha êdî hêşîn nedibûn.
Mêrga Heso jî li ber wan keviran bû û heleqên piçûk yên cîhê şewatê, di mêrga wî de
jî hebûn. Lê şansê bijarê tunebû, heta jê dihat divê rind biçinîya. Li wir jî heta esrê
dixebitî, esrê xwe betal dikir, diket rêya Cemalverdî ber bi gund dihat.
Gava Heso diket nav gund êdî waxtê garanê bû. Garana gundê me zehf mezin bû.
Jixwe wan salan gund jî gelek mezin û giran bû. Ji her malan yek heb du heb kes
waxtê garanê ji mal derdiketin diçûn pey tarişên xwe. Ew seetan, seetên herî bi
tevger û bi hereket yên gund bû. Qêrîna cahila, gazîya jina, qare qara mêra û borîna
dewaran li nav hev diketin. Meriv nizanibû ka kê ji kê re ne, kê bi kê re ne…
Ev qare qar û qîje qîja dema garanê qedera seetek didomand. Di vi keşmekeşîya
gund û gundîyan de yê herî bi aram Hesoyê Şerê bû. Me ewî her danê êvarê de bi
tirpana li ser pişta wî û bi kumê li serê wî didît. Li serê wî de zêde por tunebû. Gava
ku çev bi me diket rûyê xwe tirş dikir, sûretê xwe li hev dida û avirên tûj kewkutîyê me
dikir. Em gelek jê ditirsîyan. Gundî tev bi vî tirsa me hisîya bûn. Gava bixwestana me
bitirsandina digotin “ezê gazî Heso bikim ha!…” Ku behsa Heso dibû qudûmê me
dişkestin, ziravê me diqetîya.
Heta ku digihîşte ber derê xwe, êdî esrek dereng xwe dida erdê. Jina wî Xanê,
jinepîrek zirav û dirêj bû. Jê re sifre datanî, qatix, penêr û rûn dida ber. Heso nanê
xwe dixwar, çaya li ser quçik dem bûye li ser xwe de dikir.
Piştî ku nan û ava xwe dixwar û vedixwar, dîsa dest diavît tirpana xwe. Kursî datanî,
tirpan dida ser horsê û bi çakûça dikuta, tûj dikir. Her wiha ji bo sibê tevdîra xwe didît.
Heso, kurê Şerê bû. Şerê, dayîka Heso ye. Heso ji mêrê Şerê ya ewil e. Mêrê Şerê
yê ewil dewrêşek bûye. Heso kurê wî dewrêşê bûye. Gava dewrêş dimire, Heso bi
Şerê re bûye. Şerê, pistî mirina dewrêş tê Mîrze. Ji ber ku hê xama û li ser xwe bû
ye, gundî dewa zewacê lê dikin, dixwazin. Yek ji xwezginîyê wê jî Şemso yê bavê
Selîmo bûye. Şerê dibê “ku wê Heso xwedî bike, ezê wî bixwzim.” Şemso jî qebûl
dike, Şerê dibe helala wî.
Piştî waxta çend sal li ser zewaca Şerê derbas dibe nizanim, Heso, demek ber bayê
xortanîyê dikeve, salek du sal serwindayî dibe. Piştî du sala dizvire tê. Li ser vegera
wî galegal û kurtepist dikeve nav gund. Hinek dibêjin “Heso li cîhekî pere lêdaye
hatîye, dibe niha zehf dewlemend e,” hinek din dibên “na heyran hûn ji ku derdixin
van tiştin wiha, Hesoyê êtîm belengaz, em ça zanin hê wisa ye.”
Her wiha piştî demek Heso ji rojeva gjndîyan dikeve, bala gund li ser sivik dibe. Jixwe
Heso jî êdî mezin û xort e. Melûm e, waxta wî ye zewacê ye. Şemso, Xanê ji Heso
re dixwaze, qedera Xwedê ye, dibe, Heso û Xanê dibin jin û mêrê hev.
Malbata Xanê di şerê Ûris de gelek zehmet kişandine. Gava Ûris ketîye Serhedê, ew
jî ketine destê Ûris. Piştî Şoreşa Bolşevîk, eskerên Ûris ji heremê vedikişin. Li ser
vekişandina Ûris, Kurdên Êzdî û Fileyên heremê jî, ji ber ku ji Osmanîyan direvin,
dikişin diçin Rewanê. Malbata Xanê jî di nav wan koçberan de bûye. Lê pişti waxta
hinek malbat paşva vedigerin, tên digihîjne eqrebe û eşîrên xwe. Ji ber ku eqrebe û
eşîrên hinek malbata bela belayî bûne, ji hev çûne, malbat tenê dibînin, li rêyan
dikevin, bajar bi bajar, herêm bi herêm digerin, pey cîhê sitarê dikevin. Malbata Xanê
jî li gelek cîhan gerîyane, dawîyê de hatine Zêtka (Elajgir). Lê li wir jî, şer dewê
Kurmanca li serê wan alîya ye, nesitirîne, axirîyê de koç kirine hatine İntabê, li Mîrze
cîwar bûne.
Belê, Kurmanc dibêjin “Xwedê çi bike xweş dike,” qedera Heso û Xanê wiha li hev
hatîye û her rojê havîna, di esrên dereng de, li ber derê xwe rûdiniştin, tarîya êvarê li
xwe dikirin. Hesoyê Şerê, piştî kutana tirpana xwe titûn dipêça dikişand, Xanê, li cem
rûdinişt teşî digerand.
Riataza