
Sardar Sattar
BasNews – Saziya Prospect, Profesor Koçer Bîrkar ku zanayê bîrkarî yê xelkê kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye, wek bîrmendê yekem ê cîhanê helbijart.
Saziya Prospect îro 03.09.2019ê pêşbirka ku nav 50 kesayetên navdar ên cîhanê bo bidest xistina nasnava bîrmendê cîhanê yê sala 2019ê de Koçer Bîrkar wek bîrmendê salê ragehand û aşkera kir, mamostayê zankoya Cambridge ya Brîtanî yekem bîrmendê îsal hatiye helbijartin.
Li gor daxuyaniya fermî ya saziya Prospect, bi dehan hezar kesan beşdarî li wê dengdanê kiriye û di dawiyê de bîrkarê kurd wek kesê yekem derketiye û ew nasnav bidest xistiye.
Daxuyaniya saziya Prospect de hat gotin: ‘’Koçer Bîrkar kurdekî Îranê ye û yek ji wan çar parçeyên ku niştimanê gelekî bê dewlete û ew gelê ku herdem bersiva daxwazên wê yên mafên netewî berdewam bi mistên hesin ve tên bersivandin e.’’
Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA wî lawê gelê me yê pir hêja û aqilmend pîroz dike û jê ra serketinên hê mezin û xweşbextîyê dixweze.
Riataza