
Hesenê Silê |
Dema dewleta Tirkiyeyê ya ko rûyê wê ber bi rojava ve bû, li ser kavilên dewlet a Osmanî ku rojavayiyan wê wek “mirovê nexweş” bi nav dikir, ava bu ; bavê damezrênerê vê dewletê Mistefa Kemal, bi helwest û taktîkên xwe, bi karîzmaya xwe û bi rêbertiya xwe ya bihêz ve ji alîyê rojavayîyan ve bi sempatî dihat pêşwazîkirin. Di medya û çapemeniya rojavayiyan ya wê demê de her kesê/kesî ku qelem bi kar dianîya bi sempatî tevgera Mistefa Kemal dinirxand ku ev helwest ne tiştekî veşartî bû. Yek ji wan kesan jî nivîskarê rojnameyeke çepgîr ya Fransî bi navê OEUVRE Henri Barde bû. Em navê vî nivîskarê bi bîr tînin, ji ber ku wî hem Cenabê Şêx Seîd û hem jî şoreş û tevgera 1925an ya mezin wek serhildaneke “kevneperest” bi nav û gunehbar kiriye.
Dema nûnerê Yekîtiya Asurî- Keldaniyên Frensa Gorekê Kerboranî wê maqaleyê dixwîne gelek ber dikeve û li dijî maqaleya vî nivîskarê navbuhurî maqaleyek dinivîse û ji heman rojnameyê re dişîne. Ev maqale di roja 2 yê adara 1925an de tê weşandin. Em ê çend rêzik ji vê nivîsê pêşkêşî raya we bikin: “Cenabê nivîskar; Ji hêviyên Kurdan, azadiya Kurdistanê, rizgarbûna ji bin nîrê dagirkeriya metirsîdar baştir çi heye? Dê ev armancên esîlane çawa bi dest bikevin? Ji bo ku bigihêjne van armancan tenê xwestin bes e? Yan dengên çekên me yên li çiyayan teqiyayî bes e ji bo gêhêştina van armancan? Nexêr . Wê demê? Wê demê , divê em tirkan ji vê dera kû zeîf in biqefilînin (bigirin). Lazim e ku em hesin têxine nav wê birîna dînî ku hemû laş di nav xwîn û êşê de hêlaye û badin. Ew Kurdên ku kêm hatine birêxistinîkirin, bi bêçekî û bi bêpergaliya şerê, êşa domdariya problemên navxweyî yên kûr, belkî îro bi ser nekevin. Başe sibe ? Kî dikare bêje ka dê sibeyî çi biqewime?” (1) Li vir Gorekê Kerboranî bikaranîna motîvên dînî ji aliyê Şêx Seîd ve tenê napejirîne, pêwîstîya wê li qelemê dide. Gorek Kerboranî di her fersetê de ji wan nûçe û maqaleyên di rojname û çapemeniya welatên Ewropa da yên agahdarî û şîroveyên serûbinkirî û şaş ku belav dibûn re, bersîv şandiye û xwestiye ku rastiya rewşê û serîhildanê bide fêmkirin. Kerboranî tenê ji kovar û rojnameyan re nanivîse; di nîveka meha Nîsana 1925an de dest pê dike ji dewleta Frensa û Brîtanya kû dewletên zilhêz yên demê ne, çendîn car wek ku lava ji wan bike dinivîse kû dawî li zilma dewleta tirk li Kurdistanê bînin. Çend beş ji nameyên Gorek Kerboranî kû ji dewletên Britanya û Frensa re şandiye: Çiyayên me bi xwîn û agirê hatiyê fetisandin. Gund û bajarên me hatine şewitandin. Malên me bi agir xistine û sotandine. Gelê me bi girseyî dihête gulebarankirin, kuştin û qetilkirin. Gelê me bi awayekî dirindane wek serdama barbariyê bi hovane tê îşkencekirin. Tirk adetên xwe yên berê dimeşînin; wek îdam, perçekirina bedena mirovan, çermgirwana mirovan, bi zindî binaxkirin berdewam e. Ne qabil e ku wîjdana mirovatiyê beranber vê hovîtiyê bêdeng bimine. Eva ku tirk dikin ne rawestandina serîhildanekê ye, berdewamiya kiryarên li dij mirovahiyê ya ku Atila li rojava û Têmurleng jî li rojhelat kiriye. Serîhildan di praktîkê de hatiyê şkênandin, beşek mezin ji lehengên azadiyê bi evîndariya welêt deynê xwe bi xwîna xwe dane û cangorî bûne. Lê dîsa nêçîra mirovan, înfazên rastlêhatî, qetlîamên girseyî dom dikin. Mehkemeyên îstiklalê, mehkemeyên eskerî bê navbir cezayan dibarînin (……) Dê di demeke nêzik de welatê mirovên çiyayiyên serbilind, Kurdistan wêran bibe û ji xweliya êgir pêve tiştek nemîne. Yekîtiya Asuriyan ji bo brayên me yên Kurd ji hukumeta Cenabê Majeste ya Britanya hêvî û lava dike; tenê yek gunehê wan hebûye ku ew jî daxwaza azadî û rakirina alaya serxwebunê bûye. Gelo xwestina azadiyê cinayet e. Ew beyan û biryarên welatên zilhêz ku dengvedaneke erênî dabû ji hemu neteweyan re azadî pêşbînî dikir, taybet di Peymana Sevrê de qey ji bo Kurdan nehatibu dayîn? (……) Erqenî, Diyarbekir, Muş, Wan, Bedlîs, Farqîn, Sêrt,Gênc û bajarên din bê hejmar mirov hatine girtin û li benda îdamê ne. Ger bi tundî tedaxula hêzên mezin nebe yek ji wan mirovan ji kuştinê rizgar nabe. İmza (1) Bn. M. D. Kerboran “le mouvenent Kurd” rojname ya L’Oeuvre 2.adar 1925 A.E. E 31313, r. 124
http://pelkurd.com/authors.aspx?an=37&aid=22
Riataza |