
Can Gülşenoğlu |
Li Kurdistana Bakur di van bist salên dawîn de hema hema tu partî-rexistin yên ku serxwebûna Kurdistanê programatize dikin nemane. Gelo ji bo çi, berî vî bîst salê dawî, partî û rêxistinên zêdeyî sîh salî serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê diparastin, dev ji vê îdaya xwe berdan?
Dema ku wan doza serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê dikirin , ji şerê cihanê yê duyemîn û heta wê demê li cihanê tu guhertinên sînoran çênebibûn. Yek îstîsna avakirina dewleta Îsrail bû. Ew jî bi erêkirina her du blokan pêkan bibû. Lê tevî van şertên zehmet jî rêxistin-partîyên kurdan serxwebûnxwaz bûn.. Di şertên îroyin de tu carî daxwaza serxwebûnê ewqasi meşrû û pêkan nebûye… Piştî hilweşandina sîstema sosyalîst, li cihanê bi dehan dewletên nû avabûn. Ji bo çi berovaji vê prosesa nû, rêxistin-partiyên Kurdistana Bakur, dev ji doza serxwebûnê berdan…? Sedema duyemîn ya hundirîn jî, ji destê rêxistin-partiyên ji derveyî PKKê ye. Rêxistin-Partiyên ji derveyî PKKyê hema nêzî çil sali ye, ji dervê sirkülasyona siyasî ye. Refleksên xwe yên rêxistinî wenda kirine; hin bêtir wek tevgerek rewşenbîrî tevdigerin û terza wan a siyasetê jî, îdare-î maslahat e. Ew xalên ku min rêzkirine her yek ji wan mijara nivîseke xweser e.. Ji ber wê ez dê, di vê nivîsa xwe de tenê li ser Globalîzasyon û têkîlîyên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê bisekinim. Ev çoşa wan ne bê sebep bû… Êdî baweriya wan nema bû ku, bi serê xwe mudaxeleyî pêvajoyê bikin û karibin têkevin sirkülasyona siyasî… Ev pêvajo weke firsendeke zêrîn telaqî kirin û ji ber vê yekê jî ji PKKyê bêtir, piştgirîya prosesa Îmralîyê kirin.. Meseleyên neteweyî ji ser demokrasî û mafê mirovan xwendin, nêrînên dagirkeran ne. Welatên dagirker û îdeologên wan, neteweperweriya welatên serdest wek neteweperweriya ’’ sîvîl ‘’ bi nav dikin û meşrû dibînin. Neteweperweriya miletên bindest jî wek neteweperweriya ‘’ etnik ‘’dibînin, wek cudaxwaz bi nav dikin û pejoratif ango menfî dibînin…Gava ku mirov di lugata PKKyê de têgeha “îlkel milliyetçî” dibîne, mirov baştir fahm dike ku vaya ne tesaduf e, gidaya xwe ya îdeolojîk, ji nêrinên dagirkeran distîne Ger globalîzasyon û Yekitiya Ewropa sînoran ji holê radike, çima welatên nû avadibin. Ji bo çi li Katalonya, Quebec, İskoçya, Korsika, li Komara Çek MORAVYA, li Polonya SİLEZYA JORİN, Lİ Hirvatistan Istria, li ROMANYA SEKELİSTAN, li Danimarka Bornholm û Giraven Faroe, li İtalya Lombardiya, Sicilya, Tirol a başûr û hwd… Ger mesele, meseleya demokrasî û mafên mirovan be, ev welatên navên wan hatine jimartin têra xwe demokratik in û ji hêla mafê mirovan jî gelekî pêş de ne…. Pirsgirêkên neteweyî pirsgirêka rizgarkirina axa wî neteweyî ye. Heta ku millet nebin dewlet meseleyên neteweyî çareser nabin. Li gor min, çareseriya pirsgirêkên neteweyî, bi avakirina dewletên serbixwe hel dibe. Ev nayê wê mehneya ku, merhale di navberê de tune ye. Lê ev çareyên demki ye, ne çareseriya mayînde ye… Hedefên stratejîk li gor qawetê nayên tesbîtkirin. Li Quebec rêbaza serxwebûnxwaz, ev çend car in, di referandûmê de wenda dike , lê dest ji daxwaza xwe ya serxwebûnê bernedaye; dîsa katalonyayî di referandumê de bi ser ketin, lê qaweta wan negihîşt ku wê bi cih bikin, lê dev ji daxwaza xwe ya serxwebûnê jî bernedan.
http://pelkurd.com/authors.aspx?an=28&aid=10
Riataza |