Hultqvist: Bingeha pirsgirêkê dagirkeriya Tirkiyê ye!

Hultqvist: Bingeha pirsgirêkê dagirkeriya Tirkiyê ye!

Wezîrê Parastinê yê Swêdê piştgirîya kurdan dike

 

Gereke kurd jî tevlî gotûbêjên ji bo çareseriya Sûriyê werine kirin. Ev daxwaza Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist e.

Endamên NATO îro li Brukselê li hev dicivin û yek ji mijarên di civînê de êrîşa Tirkî ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê, bakurê Sûriyê ye. Herçend Swêd ne endamê NATOyê ye, lê hevkariyeke xurt a Swêd bi NATO re û nexasim bi gelek dewletên endam re heye. Lewra ji bo hevdîtinan bi hempîşeyên xwe re pêk bîne Wezîrê Bergiriyê yê Swêdê Peter Hultqvist jî diçe Brukselê.

Û duh, beriya çûna xwe, bernameya StuioEtt ya Radyoya Swêdê hevpeyvînek bi Hultqvist re kir. Xala sereke ya hevpeyvînê êrîşa Tirkî ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û helwesta Amerîkayê bû.

Hultqvist got:

– Beriya her tiştî divê em destnîşan bikin ku Tirkî li dijî heq û hiqûqên navneteweyî bakurê Sûriyê dagir kiriye. Bi min gereke kurd jî tevlî gotûbêjên çareseriyê werine kirin, lê bingehê pirsgirêkê dagirkeriya Tirkiyê ye, hemû hewldanên çareseriyê yên bêyî îşaretkirina vêya wê tenê wek hewldan bimînin.

– Kurd hevpeymanek xurt ên Amerîkayê bûn. Li herêmê pênc salan tev de kar kirin û kurdan di şerê hemberî Daişê de 10 000 windahî dan. Ev yek amerîkiyan jî gelek caran destnîşan kirine. Bi helwesta Amerîkayê ya ji nişkê ve rê li ber Tirkî vebû û ev gelek pirsan bi xwe re tîne. Ev êrîşa Tirkiyê rê li ber struktureke nû li Rojhilata Navîn vedike. Rola Rûsyayê, rejima Esad û Tirkî tê guhertin, xwîn bi Daişê tê û ev dikare tesîrê li gelek herêmên din ên cîhanê bike.

– Di nav NATOyê de jî nerazîbûn hene. Gelek endamên NATOyê embargoya firotina çekan danîne ser Tirkî. Gereke mirov li ser giringiya heq û hiqûqê navneteweyî bisekine bê dewlet çawa tev bigerin. Û ev dagirkeriya Tirkî vê hiqûqê binpê dike.

 

https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=7328174&fbclid=IwAR1MbHky0x43-b0FmtKMyOx4hY1jSpX5xmwMDspqERgJOvS6XD1xadf7csk

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev