
Têymûraz Avdoyev
- 1 1 Ya navê Xwedê, navê Ezîz xwe da, Tawisî melek, Şêx Şems,
2 Vê sibê bi xatirê navê xwe, kîjan xêre, hûn wê bikin,
3 Ya xwe bikin, ya evda nekin, serê min qurbana navê xwe kin! - 2 1 Ya navê Xwedê, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Ya Xwedayê minî mezin — tu bînaya çavê minî,
3 Tawisî melek — tu îmana minî,
4 Şêşems — tu mesebê minî! - 3 1 Ya navê Xwedê, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Xwedêo, bira kerema te li me zêde be,
3 Tawisî melek bira li dinê edilayî be,
4 Şêx Şems, tu ȓeĥmekî bavêjî dilê wan kafira û Kafirstanîyê. - 4 1 Ya navê Xwedê, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Şêx Alê Şemsa — ẍefûrê serê ȓêya, pîr Afat — çarka meye
3 Dergê xêrê ser meda vekin, ȓîya ȓastîyê û mecalê bidin!
4 Bira miletê me, dînê me, welatê me, Lalişa meyî Nûranî bêne ȓeĥmê.
S. 5 1 Ya navê Xwedê, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Tifaqê û xîretê nav meda qewîn û qedîm kin.
3 Em bibin hereket, em derkevine firêqetîyê, hûn me bi xêr û bereket kin.
S. 6 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Bi xatira navê Êzdîxanê, çûk û mezin, ĥeq û neĥeq, ȓica we ez dikim.
3 Ez layîqim qulixayî miletê we, dȋnê we, Lalişa nûranî,
4 Wê sibê serê xwe qurbana navê we dikim.
S. 7 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Vê sibê verin hewara girtîyê hebsa, birçîyê nefsala, serê ser belgîyê, ȓêvîyên serê rîya.
3 Amîn! Amîn! Amîn! Bi hurmetê Şemsedîn, Fexredîn, Nasirdîn, Sicadîn, Şêx Sîn, șêxû
Bekir, Qadirê Ȓeĥman!
S. 8 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Hûn min dûrkin ji qeda û bela, ji ĥepsa û kela,
3 Ji nepaka, bêxîreta, ji nemama û buxtanbêja, ji bênamûsa û xayîna xaykin!
4 Serê min qurbana navê xwe kin!
S. 9 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Herçê şaşî û gunê min kirine — min biborînin!
3 Pêsîra min dakşînin, tu cara min newekilînin.
4 Mêrê siba ezîz, tu serda şehdayî ber Xwedayê min!
S. 10 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Ya Xwedayê min, tu gewrîyê qul bê ȓisq nehêlî,
3 Tawisî melek, tu çerxa min û zara ȓastkî.
4 Şêx Şems, tu ȓisqekî min û hûrikara verêkî!
S. 11 1 Ya navê Xwedayê mezin, navê ezîz Xweda, hertim tu min bîr,
2 Hewara min her heft melekên te yê kawȋ kibîr!
3 Vê sibê ji te hêvî dikim sehet û qewatê, fem û ferasetê , ȋman û axiretê, xêrê û bereketê.
S. 12 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, boy xatira navê xwe kin!
2 Çiyayê Mişextê, çiyayê Ĥizretê, çiyayê Erefatê, Lalişa Nûranî, qulbeta Nesredîn, qubet il-Bidore!
3 Vê sibê hewara min Êzdayê meyî jore.
4 Amîn, Amîn, Amîn! Ezîz Xweda, Şêx Şems, Tawisî melek hûn bêne hewara me û dîn.
S. 13 1 Ya navê Xwedayê mezin, Tawisî melek, Şêx Şems, hûn ya xwe bikin, ya evda nekin!
2 Vê sibê ji mal dertêm, xêrêbim — ne şerabim, karêbim — ne zîyanêbim,
3 Vê sibê ji mal dertêm, oxirê ji we dixwezim!
Riataza