
Di nav kurdan da jimara piştgirên erebên Felestînê
sed qatî jimara piştgirên dostê me – cihûyên Îsraêlê ye.
Ev jî derdê ser derdan ra ne!
BasNews – Cîgira Wezîrê Derve yê Israîlê Tzipi Hotovely di civîna ku roja çarşemê 06-11- 2019an li parlamentoya Îsraîlê aşkere kir ku diyaloga wan ligel Amerîkayê berdewam dike û ew ligel mafên kurdan in.
Tzipi Hotovely herwiha aşkere kir ku ew ligel kurdan hevpeyman in û ji êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî nîgeran in. Di berdewamiya axaftina xwe da Tzipi Hotovely da zanîn ku ew amade ne alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê jî bişînin û wiha got:
”Tirkên zalim vê carê jî li Kurdistana Sûriyê bi qirkirina kurdan rabûn! Em ê vê êrîşbaziya tirkan bi tu haweyî qebûl nekin. Ji destpêka êrîşên wan ve û heta niha wek dewleta Israîlê, çi ji destê me hatiye me di nav dinyayê de kiriye. Em ê heta ku kurd nebin xwedî dewlet, her û her vê alîkariyê bi kurdan re bikin. Em bi hevkariya kurdan xwe serbilind dibînin!..”
Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê, Binyamîn Netanyahu jî êrişa Tirkiyê li ser Rojava bi tundî şermezar kiribû û ragihandibû ku Îsraîl bi tundî êrişa Tirkiyê li ser deverên kurdan li Sûriyê şermezar dike û Tirkiyê û grûbên alîgirên wî welatî li ser qirkirina etnîkî li dijî kurdan hişyar dike.
Netanyahu daye xuyakirin ku Îsraîl amade ye alîkariyên mirovî bigihîne gelê kurd li Sûriyê.
Riataza