
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 196an me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî yên di wê da cîwarbûyî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Domam
Domam, ewrê reş barane ringe-ringe
Zerî domama min hilda mêkut, çûye alîyê konî singe
Ji min etrekê wêda kevir-kuçikê alamê li barîyê
Zerî domama min xweva çûye
Rûniştîye, têr girîyaye
Xizêm ji pozê zerî domama min ketîye
Zerî domam, hewar, sed car hewar.
Herê zerî domamê
Ewrê reş baranin
Zerî domama min zend û bendê xwe hildaye
Çûye bêrîya mîyane
Xizêm ji pozê zerî domama min ketîye
Bihayê xizêma zerî domama min girane
Çil gamêşê ber nîrane
Çil gayê ber barane
Çil noginê ber boxane
Kerî-sûrîyê di mîyane
Revongê hespane
Qantir qantirê devane
Kodek şîrê teyrane
Barek situruyê merane
Hê bihayê xizêma zerî domama min nîne.
Şênîyê
Şîrin Şênîyê, şîrin Şênîyê
Şîrinbûna navê te Nebatê
Qîza kerê şerê bavêje ser hêratê
Kê sebabîya dila, çar çeva bike
Kur lê bimire, mal here ber mîratê.
Şîrin Şênîyê, şîrin Şênîyê
Tu balkonê jorin çi digerî
Qîzê, daw û dêra xwe neke herî
Tu kuştina canê min digerî.
•••
Lawiko, dilê min waske-waske
Linga hilde, here têke baske
Wekî bihata ser malê dinyayê
Bide malê dinê, gede lawikê xwe xilaske.
Qutîya lawikê min şîrmeye
Gilî danî pêşîya xweye
Wekî min bivîne nav dewatê
Pêçîya gilî sebir ketê
Temam bona min bê bextê
Bextê xirab erdê ketê.
Got: Gerdena Ûsiv, kolxozvana gundê Pampê li ser nehîya Aparanê, 23 salî, xwendî.
Germa vê havînê
Germa vê havînê kîne-kîne
Serê min dêşe, halê min tunîne
Keçikê kulmalê, kulmalbavê
Were kêleka min rûnî
Ezê tera salixê kawa û kubara
Bedew û başa bidim-
Kanê çi bi çine.
Xelqekî dev lê kenî, zar şîrine
Dev-lêve zirave qudretîne
Xeberdanê wane hakimîne
Solê lingê wane firengîne
Memikê wane fîncanîne
Serîye sore, binî di sipîne
Herça destê min xelqê
Têlî delal hev bixîne
Wê cinetê çevê serê xwe nebîne.
Dibê bejina xelqê têlî delal
Notila ta-rihana nav gelîya
Minê huba dilê xwera dest avête hafa du gulîya
Bejina xelqê têlî delal bilind bû
Ezî nimz bûm
Ezê rabûme ser pêçîya
Ancax devê min gihîştîye xal û xetê rûya
Şê û şêbiskê delalê ser simbêlê
Sore narincîda hev alîyan.
Got: Sebrîyê Eslan, dersdarê gundê Gelto li ser nehîya Talînê.
Keçê dînê
Keçê dînê tu sekinîyî, wey li sivderê
Kofî girêda, zêr da li berê
Ramûsanekê bide ji minra
Xatirê te şîrinê, te keçikê.
Keçê dînê sal ki heye donzdeh mehe
Ramûsanekê bide
Çî ku jê di here
Ji emirê min û teye.
Bahare, heyamê dilan û xatiran
Belekî ketine dor keviran
Zerî kişyane serê çîyan
Ezê dimirim, çevê min maye rêka zerîyan.
Keçê were xeberkê bêjim guhê teda
Nebî seh bike morî, mircan
Karûbarê situyê teda
Ramûsanekê bide ji minra
Heyanî biharê dikevî
Xwedê zane bese ji minra.
Wey Têciro
Wey Têciro, wey Têciro
Têcirê min celebe
De tu were alîyê Şama Şerîfnevê
Gurê bixun, dizê bibin
Wê bê: “Tola yara wî sebebe”.
Pezê Têcirê min pezî nêre
Pez berdaye ber zinêre
Îsal heft salê min û Têcirê mine
Îsal pêra çev berdaye jina bi mêre.
Wey Têciro, wey Têciro
Tu bêbextî, kur lê miro
Pezê Têcirê min pezê xasî
Tê ser minra avrê çeva nedî hemû kesî.
Ezê îsal pêra yanga teme
Tu desttengî, wekîl nefsî
Avirê çeva minra, minra
Qinyatê dila hinekêd dinra
Bira ya min û te here cem mîrê mezin xaliqê serra.
Mêrga mala bavê min gulî-milî
Koçika kurapê min keskesore tev xemilî
Xelqê ketîye derdê mal û halê dinyalikê
Ezê ketime derdê xwe û kurapê xwe ha li vî dilî.
Riataza