
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê paytexta Hungarya Budapeştê Gergely Karacsony bi egera protestokirina êrîşa Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê Ala Kurdistanê li ser avahiya şaredariyê bilind kir.
Seredana Serokkomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan a Hungaryayê, di çarçoveya Civîna Bilind a Hevkariya Stratejîk de, rastî protestoyan hat.
Serokê Şaredariya Budapeştê Gergely Karacsony, liser account a xwe ya sosyal medya diyar kir, ku: Ew yek ji protestoya hatina Erdogan e. Herweha Gergely Karacsony li ser avahiya şaredariya Budapeştê Ala Kurdistanê bilind kir.
Gergely Karacsony di parvekirina xwe ya sosyal medya de nivîsî: “Gava diktatorek were Budapeştê, ez bi xwe protesto dikim. Bilindkirina Ala Kurdistanê liser pencereya min di avahiya şaredariyê de ne pêngavek, ji xwe ve ye.
Wekî aştîxwazek, min xwest piştgirî û nêzîkahiya xwe bi Kurdan re bînim ziman. Hukimeta Hungaryayê, ku weha tevnagere û jiber hatina Erdogan felckirina nîvê bajêr, cihê dilgiraniyê ye”.
Riataza