
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 196an me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî yên di wê da cîwarbûyî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Xezalê canê
Xezalê canê
Ezê belekîya berfê çiyayê bilind mame
Tava sibê, Bangê Ecem daye minê
Hêdî-hêdî ez helîyame.
Ezê par vî çaxî berdîreke
Pale-pûle, biske darike nav kerîya bûm
Ezê ji îsal pêra ketime
Destê kotî şindokê lawikî mêra
Per û baskê min weşîyane.
Xezalê canê
Ezê xezalim, xezala çiyangê vê Helebê
Heval-hogirê min çûne çiyangê Elegezê
Ez evdala Xwedê mame germê-germistanê.
Got: Efoyê Biro, ji diya xwe bûye sala 1913a, gundîyê Baysizêye, li ser nehîya Talînê, kolxozvane. Nîvxwendîye, dengbêje.
Dilî bi dil be
Bira dilî bi dil be
Ser min cil be
Milê min şil be
Tûrê parsê li milê min be
Kotika min qalikê kûsî be
Pêxwerina min pesarîyê çolê be
Kirasê canê min tunebe
Gayê minî bê cil be
Tûrikê parsêyî li mil be
Binê tûrî qul be
Parsa vira nînbe
Parsa welatê dûr be
Tekder bira dilî bi dil be.
Wey palengo
Wey palengo, palê desê
De bira desa te têkeve cîkî hasê
De tu were şevek ji şevê payîza
Ser sîng û berê min zerîyê razê
Ezê ji evîntîya dila tûr hildim herim parsê.
Ezê çûme Başilkê
Ezê çûme Başilka şewitî, wê bi heze
Ava gelîyê Qerecirê tê bi lez û beze
Dê û bavê min ji ayê min
Xêrekê nebînin
Çawa delalîkê dilê min kuştine
Bi xayîn û nemerde.
Were hoy, hoy, dêran ezim
Were hoy, hoy, şîvar ezim.
Ezê çûme Erzuruma kambax gundê van êzdîyan
Dê û bavê min ji atekê xêrê wayê nebînin
Çawa min dane kotîkî pîsî mêran
Min nedane lawikekî çaxê minra
Were hoy, hoy, dêran ezim
Were hoy, hoy, şîvar ezim.
Ezê çûme Erzuruma kambax li van aşa
Dê û bavê min xêre ji wayê nebînin
Min nedane lawikekî çê
Min dane lawikê dilbaşa, pîsî mêran
Min nedane lawikekî çaxê minra
Were hoy, hoy, dêran ezim
Were hoy, hoy, şîvar ezim.
Got: Gabrîêl Êxîazaryan, nîvxwendî, ji Mûşê, niha li nehîya Aştarakê, gundê Avanêda dimîne.
Siba te xêr
Siba te xêr, eyda te bimbarek
Teyê ser minra girtîye toleyarek
Hergê min rindtire –
Li te bimbarek
Hergê min yaxtire –
Bayê Samê, kula Mûşê têkeve
Mala bavê te salê carek
Tewlîya menegîya bimîne tek xezalek
Hoza mîya bimîne kar û berxek
Ew jî bayê Samê lê bê
Herduyan jî birevîne
Bizina kûvî bimêjîne.
Derdê hewîyê
Derdê hewîyê derdekî girane
Neyê serê gurê çiyane.
Ez mêr nakim
Destê xwe gustîl nakim
Porê xwe hine nakim
Naçim ser hewîyê.
Derdê hewîyê girane
Neyê serê gurê çiyane
Neyê serê dar û berane
Neyê serê kevirane
Kuçik-serê çiyane
Derdê hewîyê zef girane
Nolanî qolinca rûvîyane.
Got: Sasûna Emir, 35 salî, ji gundê Emençayîrê li ser qeza Qersê, sala 1920î mala wan diçe Tbîlîsîyê, kevantî bû, lê niha mirîye.
Hey kulmalê
Hey kulmalê, ewrê reş barane
Ewirê sipî zivistane
Xizêma keleş gewra min
Zêrikî zîve bi madane
Minê daye ser ostane
Min go: “Ostayo, ha ostayo
Tê xizêma keleş kawa min
Nedî ser sindîyane
Lênexî çakîçane
Tê bigirî bi devane
Tê bikutî zimanane.
Gundîno, xizêma keleş gewra min çawa bêjî, di usane.
Van ewra
Van ewra ser meda tê çi ewre sile
Dilê min sêfîl evdala Xwedê hin bi derde
Hinde xeme, hin bi kule
Minê ramûsanekê ji gewra xwe xwestibû
Şîrina rûka gewra min şîrin bû
Didanê min weşîya
Lêva min pikîya
Na welle, serê ezmanê min berkule.
Ewrê ser minra borîne kom-komî
Tavîkê baran girtibû
Bîngola şewitî, ya deşta
Xinûsê ber Noxomî
Minê ramûsanekê ji gewra xwe xwestibû
Heçko rûn û hingivê helandî
Toyê ser sîtilê, mastê medekan
Berde ser parça nanê genimî.
Çi sibeye, sibeke zûye
Pezê mala zerî domamê hatîye ber bêrîye
Xwedê mala xweyê meheka kurebeş xirav bike
Ji serê bêrîyê revîye.
Zerî domama min pey ketîye
Cotê bişkoşkê bedenê xurimîye
Cotê zer memika xuya kirîye
Serî sorî, binî sipîye
Mîna tirîyê Sincêrîye
Mîna sêvê Armetêmêye
Çok û qedemê min şikestîye
Hin dibê: “Saxe”.
Hin dibê: “Mirîye”.
Riataza