
Serokatiya Mala Êzîdiyan li Oldenburgê
Va rojan li Baden Baden xûşka me Nadia Murad xelata Bambi bona keda xwe ya parastina Mafê mirovan da stand.
Xelat ji alîyê serokê Herêma Baden Württemberg birêz Winfried Kretwchmann hate teslîmkirin.
Em spasiya Winfried Kretschmann û Hikûmeta wî dikin kû di rojên tarî de bona Êzîdiyan dinya dîsa ronî kirin.
Bila Xelata Bambi li xûşka Nadia û hemû Êzîdiyan pîroz be.
Weşana DRA (Dengê Rojperestên Azad)
———————————————
Xelata baylozîtiya Neteweyên Yekgirtî-NY li xwîşka Nadia Murad pîroz û ser xêrê be!
Kemal Tolan
Ez dixwazim li ser vê xelatgirtina xwîșka xwe Nadia Murad, van gotinên ku pêșiyên me gotine, „Xwedê dikare hêviya meriv weke ta û derzî yê zirav-tenik bike û nehile biqete“ an jî „Piștî tengasiyan, her fireyî ne“ bînime bîra her kesekî ku ji Xwedê nasîna Êzdîtiyê bawer dike!
Her weha dîsa bibêjim, gelek șikir ji Xwedê û Tawisî Melek ra, ku ewan beriya niha hiș dane min û min jî karîbû bibêjim: „Kesên ku mîna rêzdar Nadia Murad ji bo parastina mirovatiyê tekoșîn didin, ewê her zindî bijîn“.
Lavan ji Xwedê, Tawisî Melek, hemû xas û qelenderên me Êzdiyan dikim, ku ew ronayiya sir û kerametên xwe yên ku li ser milên rêzdar Nadia Murad in hîn bêtir geștir bikin!
Ji xwîșka xwe a rêzdar jî hêvî dikim ku, ew maf û așîtîxwaziya civak-netewa xwe li her deverê bi serbilindî biparêze!
Xelata baylozîtiya Neteweyên Yekgirtî (NY) li xwîşka Nadiya Murad, civak û netewa wê gelekî pîroz û ser xêrê be!
Wêne ji demnameya êzdînas Kemal Tolan
Riataza