
Ali Gurdilî
Berhema Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî, berhemeke bêhempa ye û yek ji wan şahberhemên dema xwe ye. Piştî ku wergera wê ya tirkî, di civaka tirkan de hate weşandin û berbelav bû, hinek nîvîskarên nîjadperestên tirkan jî, rabûne zimandirêjiyê li berhema Mem û Zîn”ê dikin û dibêjin ku ew ”berhemeke nijadperest e”.
Sedem jî ev malik in:
”Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemyan ji me re dikir xulamî”
Nîjadperestiya wan heta qirikê wan rapêçaye, di hemû stran û berhemên wan de nîjadperestî heye, di sirûda wan ya netewî û yên din de jî, bêhneka pîs ya nîjadperetiyê difure. Lê behsa vê yekê nakin!!
Bi sedê salan e ku kurdan tune dikin, welatê kurdan bi destê wan hatiye vegirtin, çand û avahiyên me yên dîrokî dîsa bi destê wan hatine hilweşandin û tunekirin. Lêbelê behsa wan nakin û dixwazin ku vê durûtiya xwe veşêrin.
Dîrok şahîd e ku kurd tu caran nebûne nîjadperest, beravajiya vê yekê herdem mirovhez û aştîxwaz bûne.
Bi dehan lînkên ku zimandirêjiya berhema ”Mem û Zîn”ê dikin hene, lê belê ji bo nîşandana durûtiya wan ez ê yekê tenê wekî mînak bidim.
Tablo: Arîf Sevinç
Fermo, linkeka ku zimandirêjiya berhema ”Mem û Zîn”ê dike ev e:
http://www.21yyte.org/…/turklere-hizmetcilik-payi-bicen-mem…
Riataza