
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 205an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê varyanteke destana ”Memê û Eyşê” raberî we bikin, ku ji zarê Gênco Grîgoryan hatîye bergirtin. Piştî heftêyekê emê varyanteke din a destana ”Memê û Eyşê” raberî we bikin, ku ji zarê Hesoyê Mamo hatîye bergirtin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
MEMÊ Û EYŞÊ
Dayê, dilê min dibêyo, sed carî dibêyo,
Min îşev dîbû xewnek, xewnê di şevêyo,
Here ji minra bixaze têlî Eyşêyo.
Erke da, da, erke ne da,
Bêj bona xatirê xwedê, Memê bi tenêyo.
Got: -Go xwestî têlî Eyşêyo,
Kirî kara dewatêyo,
Anî bûka xweye Eyşêyo,
Heft meh ma li malêyo.
Memê berê xwe da welatê xerîbêyo,
Ço li welatê Şamêyo,
Berdevka cem paşêyo,
Heft salê Memê qedya li welatê Şamêyo.
Hatî kavranî kêşêyo,
Têlî Eyşê kaxezekê nivîsî, şand pey Memêyo,
Go: -Bila li min nesekine,
Bi sal û mehêyo,
Bila me vegere şev û rojêyo.
Kaxez birin dan destê Memêyo,
Memê xwendîye li kaxezêyo,
Ço xatir xwest li paşêyo,
Ji tewlê kişandîye delû Leylêyo,
Serda lêxistî zînê turkma romêyo,
Pê xwe danî li rikêfa hespêyo,
Go: -Ya ellah, ya xwedêyo!
Rûnişt ser pişta delû Leylêyo.
Berê xwe dabû alîyê malêyo,
Qonaxê sê mehan,
Ajot sê rojan û denêyo.
Şev ço li şevêyo,
Sekinî ber derê qapî-qesirêyo,
Têlî Eyşê go: -Ew kîye,
Ser qapî qesirêyo?
Go: -Mêvan heye, mêvanê xwedêyo.
Go: -Mêvano, serê min bi gorî,
Emirê min bi qurban,
Here alîyê oda pîredêyo,
Erke tu siwarî,
Bila hespa te bikişîne tewlêyo,
Erke tu birçîyî,
Ji tera bîne êmekêyo,
Ji tera bavê yorxan û yastiqêyo,
Razê, sibê here, bira bibe
Tesediqa serê Memêyo.
Dibê: -Ez Memê me, Memê me,
Lawê pîredême,
Zavayê heft meha me,
Xerîbê heft salame,
Li welatî Şamême.
Hat kavranî Kêşêyo,
Têlî Eyşê kaxezekê nivîsî,
Şandî dû Memêyo,
Go: “Bila nesekine,
Bi sale û mehêyo,
Fesad û nemamê gundê me gelek hene,
Xeber didin ji qîrêyo,
Serê Memê min ranabî
Ji ber xelqêyo”.
Memê me, Memê me,
Siwarê dalû Leylê me,
Kilê çevê Têlî Eyşê me,
Vaye li ber derî-qapî, qesirême.
Têlî Eyşê hat vekirî qapî qesirêyo,
Hespê Memê kişand li tewlêyo,
Ço rûniştin li oda Têlî Eyşêyo.
Memê kir pirsa pîredêyo,
Têlî Eyşê go: -Memê!
Pîredê îsal heft sal çevî kor bû ji girînêyo,
Îro sê rojê pîredêye ketîye xewêyo.
Go: -Here mizgînîk bide pîredêyo.
Têlî Eyşê go: -Ji xwera kêyf û henekê dinêyo,
Mizgînî heye, mizgînîa berî sibêyo.
Go: “Ji xwera kirin kêyf û henekê rû dinêyo,
Şev ço li şevêyo,
Ket berê sibêyo,
Hevdu hemêz kirin, ketin xewêyo”.
Berê sibê pîreda dê ne bi xêr
Rabû ji xewêyo,
Go: “Nihêrrî şîre-şîra hespekî li tewlêyo,
Fitilî ço oda Têlî Eyşêyo,
Xortekî çerdeh salî vaye
Li ber himbêza Têlî Eyşêyo”.
Destê xwe avît tivingêyo.
“Îsal heft sal min Têlî Eyşê xweykirye fena qîzêyo,
Go: -Lê bidim, dengê bela bibe
Li gundî, malî, cîranan,
Biçî welatê xerîba,
Bighê cem Memêyo,
Memê min nayê ji welatê xerîbêyo”.
Destê xwe avît li şûrêyo,
Go: -Lê bidim nabên qewata jinêyo.
Destê xwe avît xencerêyo.
Go: -Lê bidim, tê neçî,
Dibên “Ne karê jinêyo”.
Destê xwe avît soranîyê Memêyo,
Danî ser dilê Memêyo,
Lê xist bi penya konderêyo,
Tilî çar pêçî ço li erdêyo.
Mirrîn kete Memê,
Qîrîn kete Têlî Eyşêyo.
Eyşê rabû ji xewêyo.
Go: -Pîredê!
Xwedê çevê te kor bike rû dinêyo,
Te çewa xerîbê heft sala
Kir mêvanê yek şevêyo.
Go: -Memê min, lawo!
Darê hênê serê rêne,
Şaxek sêve, yek hurmêne,
Kesî ecêbê giran nebîno rû dinêyo,
Got, dê bibî qesasê kurêyo.
Got: Gênco Grîgoryan. Nivîsîn H. Cindî û Ş. Kûjîkyan, di wextê êkspêdîsîa sala 1933a.
Riataza