
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
¤¤¤
Tu zanî di navbera evînê û hezkirinê da weke ku him ferqek biçûk heye, him jî ferqek pir mezin heye. Bi a min ez him te hez dikim, him jî tu evîna min î. Gelek kes hene, hevdu hez dikin, heta bextewar in jî, lê dibe ew hezkirina wan ne evîn be.
Yanî, meriv dikare bêje dema evîn hebe, hezkirin jî heye. Lê dema hezkirin hebe, dibe evîn tunebe jî.
Gelo cem te çawan e? Hilbet, dibe gelek kes nizanibin cem wan çawa ye…
¤¤¤
Tiştek rastî ye, ku eger ez ne yê te bim jî, ez nabim yê keseke din. Û eger tu ne a min bî, tu kes jî nabe a min. Bi pêkanîna van rastîyan va ez xwe tenê di te da dibînim û bi van helwestan va bextewar im. Him jî herdem…
Riataza