
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 206an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê varyanteke destana ”Memê û Eyşê” raberî we bikin, ku ji zarê Hesoyê Mamo hatîye bergirtin. Berî heftêyekê me varyanteke din a destana ”Memê û Eyşê” raberî we bikin, ku ji zarê Gênco Grîgoryan hatibû bergirtin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
MEMÊ Û EYŞÊ
Memê kurê Wetê bû.
Kaxeza Memê derket ji dewletê here eskerîyê.
Memê çû eskerîyê,
Pişta çîyayê Cûdê.
Heft salê Memê temam bûn
Li hêsîrîyê.
Wetê go: -Eyşê!
Emê kaxezekî binivîsin,
Bişînin pey Memê.
Weta dê kaxezekî dinivîse,
Dide peyê.
Peya diçe cem dewleta Misrê,
Dewlet dide îzina Memêye,
Memê bozekî xal-xalî dikşîne,
Lingê xwe dike rikêfêye,
Go: -Ya ellah, ya xwedêye,
Ezê heft roja bikevim rêye”.
Heft roja dikeve rêye,
Mêvanê sîng û berê Eyşeye,
Roja heyşta, seheta heyşta
Tê ber derê koçk û serêye.
Eyşê xanim diçe ber derê dîwanêye,
Dîna xwe didê:
Xortekî sivikî, çapikî, çeleng
Sekinîye ser pişta hespêye,
Go: -Gelî xulama, werin,
Hespê mêvîn bikşînin tewlêye,
Ezê jê bikim pirsa Memêye.
Memê go: -Tu min nas nakî,
Ez Memême, kurrê Weta dême.
Eyşê xanimê go: -Ez û Memê
Bikevine kêf û laqirdîyê dinêye.
Şev bû nîveka şevêye,
Memê go: -Eyşê, rave,
Em herine herema Weta dêye.
Eyşê go: -Memê, ez bi qurba,
Dayka te guneye,
Rameke ji xewa şevêye.
Ew sibê rabû, da misînê nimêjêye,
Ezê mizgînîyê bibim, bêjim
Hatîye kurrê te, Memêye.
Eyşê xanim, Memê ketine xewa sibêye,
Sibê Weta dê rabû ji xewêye,
Misînê xwe hilda, çû alîyê tewlêye,
Bozekî xal-xalî girêdane tewlexanêye.
Wetê go: -Mêvan hene, mêvanê xwedêne,
Wetê ji wêderê vegerîya,
Çû herema Eyşê xanimêye,
Dîna xwe dayê,
Xortekî cahil ketîye nav sîng û berê Eyşêye.
Wetê go: -Qeda bi qismî jinêye,
Pey Memêra zendeke karebar daye
Ber serê kurrê xelkêye.
Wetê destê xwe avît demançêye,
Go: -Tirsa min ji wê tirsêye,
Dengê demançê belave dinêye.
Destê xwe avîte rimêye,
Go: -Xwedê bibirre qewata jinêye.
Paşê dest avît bin ser Memê,
Hilda soranîye,
Soranîyê jorda dide ser dilê Memêye,
Xwe jorda davê ser soranîye.
Nalîn dikeve Memêye,
Qîrîn dikeve Eyşêye,
Go: -Dayê, te çima kuştîye
Kurrê xwe Memêye?
Soranî orxan, doşekê qaştûkîra
Pişta Memêra avîtîye rû erdêye,
Teze îjar dîya wî pê hisya Memêye,
Go: -Navê tejîya Memê min Teware,
Min gerrandîye war bi ware,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Navê tejîya Memê min Çîlêye,
Selefê nêçîrvana diçe-têye,
Kuştina Memê destê dêye,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Memê min siyarê bozê zirave,
Min nizanibû îşev ji pêra Eyşê mêvane,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Memê min bi sê soranîya birîndare, lawo,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Rênga Helebê bi zebeşe,
Memê min siyarê bozekî serxweşe,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Dya te çima ji herdu dinya rûreşe, lawo,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Şam, Heleb devê rêye,
Serê min qurba be, Memê
Hespekî zirav siyare, pêda têye,
Dya te gura çîya be, lawo!
Min kuştîye kurrê xwe Memêye,
Îro sisêye, sibê çare,
Memê min siyarê bozekî zirave,
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Dayîkê bi xwe Memê kuştîye,
Belkî bive hirçek gelîya, lawo!
Dayka te gura çîyabe, lawo!
Got: Hesoyê Mamo. Nivîsîn H. Cindî û Ş. Kûjîkyan, di wextê êkspêdîsîa sala 1933a.
Riataza