Nameyên evînî – 110

Nameyên evînî – 110

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

¤¤¤

Temo herdem bi dilekî paqij û bi ruhekî zelal ji te hez dike, hem jî gelek. Lê ji wê jî pirtir hez dike ku tu bextewar bî. Tu bixwezî ezê herdem bi hezkirina xwe te bextewar bikim, eger ji bo bextewarîya te lazim e ez niha bêdeng bim, ezê bêdeng bim.

Ezîza min, ka ez bi awayê xwe bêdengîya te şirove bikim.


Evîna me çiqas jî paqij û zelal û helal be, lê hinek ji hev ferq dike. Lê bi hêza xwe herdu jî xurt in.


Di gotina ”Evîna pêşin” da bi sergirtî be jî, fikirek heye, ku dibêje: -Evîna duduyan, sisîyan, çaran û yên din jî hene û evîndar ji wana yekê hildibijêre û ew dibe evîna wî/wê a rast, a here xurt. Pir caran piştî evîna rast zewac tê. Ez van hemû êtapan derbaz bûme û min evîna xwe a rast hilbijartîye, ew jî Nura min e. Ji ber ku min tu danî ber hemû evînên din (di rastîyê da nikarim bêjim ku ew evîn bûne), tu a here ciwan, here paqij, here bi namûs, here helal derketî. Bi kurtî, tu a bi dilê min î.


Ji ber ku cem te evînên duduyan, sisîyan, çaran û yên din tunebûne û tu weke min nikarî min bidî ber evîndarên xwe yên duduyan, sisîyan, çaran û yên din, û te hilbijartinek nekirîye, te ez dîtime û ji min hez kirîye, loma carina dikevî rewşeke ne zelal, ku tu bi xwe jî nizanî çi rewş e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev