Kurdên êzdî li welatê xwe têne zêrandin

Kurdên êzdî li welatê xwe têne zêrandin

Dema hinek kurdên musulman dest daynin ser erdê êzdîyan, rê li ber wan bigirin, nehêlin ew herin li gundê xwe xwedî derkevin, mal û milkên wan talan bikin, hilbet kurdê êzdî bi ruh va kurd be jî, wê bêje em û ev hovên zordar ne ji esilekî ne, ne ji toximekî ne.

Dema kurdê tirkîparêz û Tirkîyeparêz bi zimanê tirkî êrîşî êzdîyên kurdîparêz û Kurdistanparêz bikin, hilbet li vir seqetîyek serî hildide, weke ku mirov dixweze bêje: -Em ji xwînekê bin jî, ji îro şûnda tu eleqê me bi hev ra tune.

Kerem bikin çend şermezarîyên ronakbîrên kurd ser meseleya serserîtîyên hinek şexs û eşîrên kurdan

 

Di rûyê van hovîtîyan da beşeke êzdîyan dibêjin em ne kurd in…

 

Murad Ciwan

Divê hemî partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê û derveyî welêt bi awayekî xwe dûrhiştî ji şiddet û terorê, bes bi hemî rê û dirbên din yên xwedîlêderketina van gundiyan û pûçkirina armancên zordarên goya Kurd derhal tevbigerin.

 

Fergin Melik Aykoc

Tenê şermezarkirin têra vê êrişa wehşane nake.
Lewra wan ne tenê êrişê du kesan kirine, wan êrişê baweriya ji dîroka me tê kirine.
Wan ne tenê ji bo berjewendiyê şexsî, bi navê baweriya kolonyal êrişkirine.
Wan ev hêza êrişkarî ji dagirkerên Tirk girtine.
Divê ew kesên êrişkar bi awayekî herî tund werin cezakirin, daku her kes bizane û fêm bike ku civaka Kurd bi hemû baweriyê xwe ve êdî hovitî û cehştiya wiha napejirîne.
Nedîm Erkîşî û merivê wî, bi giştî Êzdî êdî ne tenê ne, em bi hemû baweriyan ve li gel wan in.

 

Newaf Mîro 

Ciyê êşê nehiştine em biêşin.
Ciyê kêfê nehiştine em kêf bikin.
Ciyekî pak nehiştine em lê binivin û bihêwirin.
Star nehiştine, em lê bistirin.
Em Êzîdî ne,
Me serê xwe da,
Lê dev ji Ola xwe berneda
Û emê bernedin!

 

Dagirkeran em kuştin û em talankirin û gotin: hûn Kurd in!

Misilmanên Kurd em kuştin, mal û milkê me li xwe helal kirin û gotin: Hûn Êzîdî ne!

Bi navê Allah her tiştê me li xwe helal kirin û ji me re ma ferman, koçberî û mirin.

Em in
Em Êzîdî ne!
Bi kinc û xwedî dîrokeke spî ne!

 

Mehdî Mutlu

Li Êlihê gundên Kurdên Êzidî hatine dagirkirin

Amed (Rûdaw) – Kurdên Êzidî yên Êliha Bakurê Kurdistanê piştî 27 salan hewl didin ku ji dewletên Ewropayê vegerin 13 gundê xwe yên ku wan bi emanetî radestê eşîrên cîranên xwe kiribûn; lê ew niha rastî êrîşên wan kesan tên ku ji sala 1992an gundên Êzidiyan di destê wan de ne. Kalekî Kurd ê Êzidî dibêje gef li ser wan her zêdetir dibe û ew ditirsin vegerin û ew li welatê xwe dibin penaber.

Di sala 1992an de Kurdên Êzidî yên Êlihê, berî koç bikin û herin Almanyayê, gundê xwe radestî eşîrên cîranên xwe kiribûn.

Nedîm Erkîş ji yek wan kesan e ku berî here Almanyayê zeviyên xwe yên li gundê Kelhoka Qubînê bi emanetî radestê axayên Reşkotan kiribûn, ew kirîvê hev bûn, bi hev bawer bûn, girêbesta xwe jî kiribûn û weke dîmen jî tomar kiribûn. Axayê eşîra Reşkotan neviyê Filîtê Quto Hecî Ehmed Karabulut ji wan re soz dabû ku ew kengê ji Ewropayê vegerin, ew dê milkên wan li wan vegerînin.

Nedîm Erkîş ew niha birîndar e; rastî êrîşa dost û cîranên xwe yên salan hat. Ev ne cara yekem û duyem e, Kurdên Êzidî yên Êlihê doza gundê xwe û zeviyên xwe dikin; tapoyên Nedîm Erkîş di destê wî de ne; lê ev 27 sal in gundê wî û zeviyên wî û malbata wî di destê eşîrên cîranên wî de ne û ew nikare here gundê xwe û zeviyên xwe bikêle û cot bike, dema hewl dide jî rastî êrîşan tê û ji her carî ji mirinê rizgar dibe.

Nedîm Erkîş ji Rûdawê re got: “Ev neheqî ye li me tê kirin, me ev erd û xaniyên xwe yên gund bêberdîl dane wan û em çûn. Me got ji me re xweyîtî li warê me bikin heta em vegerin. Di vê navberê de em dihatin diçûn, ew dihatin Almanyayê dibûne mêvanên me û me gelek alikariya wan jî dikir. Niha dest danîne ser gundê me û erdê me, ev yek nayê qebûlkirin, hinek ji me re dibêjin hun çima erdên xwe nafiroşin xelkên din, tapoya we heye, ma ka bav û kalên me li wê derê di bin axê de veşartîne, em gora bav û kalên xwe bifroşin.”

Heta salên 90an jî li Êlihê 10 hezar Êzidî li 13 gundên nav Eşîretên Reşkotan, Pencînaran, Reman û Elîkan hebûn, çi Kurdên Êzidî çi jî yên misilman bi biratî jiyanê derbas dikirin; lê piştî salên 90an pêl bi pêl koça Ewropayê dest pê kir û niha tenê 150 kes mane. Di proseya aştiyê de Êzidiyên Êlihê hêdî hêdî vegeriyan; lê niha ew hewl didin ku gund û zeviyên xwe ji nû ve bidest bixin.

Derbarê mijarê de Pîrê Êzdiyan Pîr Cengîz jî dibêje: “Êzidî mazlûm in, heqaret li wan tê kirin, em dixwazin werin ser axa xwe; lê axa me hatiye dagirkirin, gundê me li nav eşîra Reman e, mala axayên wan hezar ava ewan gundê me jî, erdê me jî radestê me kirin; lê yê herêma Reşkotan dest danîne ser milkên miletê me, Êzidî ditirsin werin welatê xwe, ew li welatê xwe penaber bûne.”

Mafnas dibêjin ew kesên ku dest danîne ser milkên Êzidiyan û rê nadin ku ew herin ser milkên xwe, tu aliyeke wan yasayî nîne.

Parêzerê Kurdên Êzdî Abdullah Akin da zanîn ku li gor biryarên dadgehê Kurdên Êzidî ji serî heta binî mafdar in û got: “Jixwe ew kesên ku dest danîne ser erdê wan jî li hember dadwer nekarîn bêjin ev erd erdê me ye û em dajon, dibêjin me bi xeletî zeviyê wan ajotiye.”

Dadgeha Êlihê, Kurdên Êzidî mafdar dît û biryar da ku gundên Texeriyê, Hecirê, Kelhok, Enab û Qorixê bi zeviyên wan ve yê Kurdên Êzidî ne; lê ji ber egera êrîşan gundiyên Kelhokê di bin parastina 300 leşkeran de karîn traktorên xwe bibin ser zeviyên xwe tevî ku metirsî hîn jî li ser jiyana wan heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev