Biyaniyên li trênekê – 8

Biyaniyên li trênekê – 8

Fermo, mêze bikin nivîskara Îngilîz çawa bi saya wergera

nivîskarê malpera me Welat Agirî bi kurdîyeke xweş diaxive.

Emê berhema nivîskarê bi tevayî di rûpelên xwe da çap bikin.

Îro beşa wê a heyştan bixwînin

 

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Brûno herdu destên xwe têxiste qirka Mîrîamê û heta jê hat şidand. Deng ji Mîrîamê dernediket, nikaribû biqîre. Brûno ew ser piştê def da, Mîrîam kete erdê, ber pêyên wî. Brûno bîn lê çikand, laşê wê gelekî germ bûbû. Serê wê vî yalî wî yalî dihejiya, devê wê vekirî ma, diranên wê pêşda hatin. Dengekî wekî ssss ji dêv derdiket. Qirka wê gelekî qelew bû, Brûno serê wê bi erdê ve zeliqand. Agir pê ketibû, di nav lepên Brûno de dişibiya mişkên qelew. Ji nişkê ve, Brûno destên xwe ji qirka wê kişandin. Mîrîam kuxiya, Brûno dîsa xwe avête ser, dest têxistin qirikê, şidand ha şidand. Dixwest li wê derê Mîrîamê bikuje.

Deng ji Mîrîamê hatibû birîn, Brûno destên xwe kişandin, bi bez berê xwe da qeyîka ser avê, lê siwar bû û ji wir dûr ket.

”Hewar hewar”, dengê hewara zilamekî dihat Brûno. ”Xwedêyo, Mîrîam bê rih ketiye”.

Brûno hêdî hêdî meşiya, ji parqê derket. Dixwest vexwe, çû kete ciyekî wek barê.

– Wîskîyekê bide min.

– Şerab li vê derê nayê firotan, zilam bersivand.

– Min ji te re got, wîskîyekê bide min kuro.

– De min te re got, wîskî tuneye, qehwekê bidim te?

Brûno ji wira derket û ber bi îstasyonê beziya. Ji nişkê ve, hate bîra Brûno ka dilê wî çi dixweze. Jinek dixwest, erê jinek. Gelekî bi kelecan bû. Ji şofêrekî texsiyê pirsî ka dikare bi ku de here. Sofêr li ser karteke xwe adrêsek nivîsand, da destê Brûno.

Brûno hahanka berê xwe da wê adresê, zilam jî raçev kir, ku heta Brûno ji kuncekî vegeriya, kete rêyeke dinê.

Li oda otelê, Anê plana mala xwe xêz dikir, Gay jî li hemberî karyola xwe, li ser kursîyekî rûniştibû, Anê raçev dikir.

– Ez dixwazim mala me maleke mezin be, Anê got.

– Erê bira maleke mezin be, Gay got. Li Florîdayê şuxulek hildabû destê xwe, ku gelek pere wê ji wî şuxulî bihata û wê karên baştir jî bi dest bixista. Gay gelekî dilşad bû.

– Zikê te têr e yan birçî ye, Anê pirsî. De were em xwarinê bixwazin.

 

Wan dest bi xwarinê kiribûn, zengilê telefûnê lêxist.

– Gay, lawo! Ew ciya wî bû.

– Merheba dayê.

– Kurê min, tu zanî çi hatiye serê Mîrîamê, Mîrîam kuştine, got û bû îske îska wê. Gay telefûn girt, ji Anê re behsa kuştina Mîrîamê kir. Wî dest bi hazirkirina valêzê xwe kir, Anê jî bi birrîna bilêta Gay re gîro bû.

– Gay tu baş î ne wisa, Anê pirsî.

Gay zûr bûbû li kaxizê plana mala wan dinhêrî, lê ji xeynî çavên Brûno ên sor û westiyayî tiştekî din nedidît.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev