PANÊLA “PERWERDE Bİ ZİMANÊ DAYÎKÊ”

PANÊLA “PERWERDE Bİ ZİMANÊ DAYÎKÊ”

Nûçeyeke xweş ji Amedê 

Roja 21ê Çileyê Pêşîn (meha 12) li Diyarbekrê, di salona Otel Plaza da Panêla “Perwerde bi Zimanê Dayîkê” çêbû.

Panel bi aliye Wakfa Riya Azadî hatibû hazirkirin.

Panelê dane sibê di saet 10’an da dest pê kir. Ji komîta rêvebir ya Wakfa Riya Azadî, Hüseyin Özdemir civîn vekir, silav li haziran kir û di derheqa panelê da bi kurtî agahî da.

Moderatorê panelê Av. Abdulmenaf Kiran bû. Ji Diyarbekrê û ji bajarên der û dor gelek kesên rewşenbîr û siyasetmedar di civînê da beşdar bûn.

Berî nîvro di civîna pêşî da Serokê Wakfê nivîskar û sîyasetmedar, her usa jî huquqnas Kemal Burkay qise kir. Burkay li ser mafê perwerdeyî û çandî ku di beyan û peymanên navnetewî da cî digrin sekinî û bi Kurdî û Tirkî behsa beyan, Peyman û biryarên Yekitiya Milletan, ya UNESCO, ya Yekitiya Ewrûpê û yên din kir, li ser Lozanê sekinî.

Piştî Burkay Mamosteyê zimanê Kurdî Haluk Öztürk, ku ji bo panêlê ji Swêdê-Stokholmê hatibû, di axaftina xwe da li ser babeta tesîra perwerdebûn bi zimanê dayîkê li ser zarokan bi aliyê rûhî, zanîn û civakî sekinî û bi taybetî ji sistema perwerde ya Swêdê nimûne dan.

Piştî xwarina nîvro Panêlê berdewam kir. Di vê beşê da Doçent Dr. Ekrem Önen, ku salên berê li zanîngeha Mêrdîn-Artûklu, di beşa zimanê Kurdî da ders dabû, nuha jî bo panêlê ji Swêdê-Stokholmê hatibû, li ser pirsa perwerdeya pir zimanî, bi taybetî duzimanî sekinî, ji welatên Sovyêta berê û Rûsya nuha, ji Swîsre, İraq û Amerîka nimûna dan.

Axaftina çaran ya Mamoste Cemîl Güneş bû. Mamoste Güneş jî li ser babeta, dema zarok bi zimanê dayikê perwerde bin ya ne bin, tesîra wê li ser zarokan çi ye, ango di jiyana wan da çi feyde yan zirarê dide, li ser vê yekê sekinî.

Piştra ew kesên ku li panelê wek guhdar beşdar bûn, ji wan neh-deh kes, wek İbrahim Güçlü, Fuat Önen, Ali Öncü, Zinet Dinçer Çiyager û Serokê HAK-PARê Latif Epözdemir, li ser babeta panêlê qise kirin.

Axaftinên ku di panelê da hatin kirin bi du zimanan (Kurdî û Tirkî), wek pirtûkekê wê bête hazirkirin û çapkirin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev