
Fermo, nivîseke zanyarî ya bi zanebûnan va dagirtî ji zimanzanekî bêhempa!
Dûmayîka wê sibê bixwînin.
Husein Muhammed, zimanzan
Kurtegotinek
Di qonaxa avakirina ferhengeke etîmolojî ya zimanê kurdî de gelek caran hatime rexnekirin ku “hemû peyvên kurdî wek biyanî” diyar dikim. Ev ne rast e lê rast e ku piraniya peyvên kurdî – wek yên her zimanekî din jî – ji zimanên din hatine. Piraniya peyvên hemû zimanan bi eslê xwe ne ji wî zimanî ne.
Bo diyarkirina vê rastiyê, ez ê ferhengokeke etîmolojî ya peyvên tirkî bikim. Herwiha bi heman awayî min ferhengokeke etîmolojî ya peyvên erebî jî amade kiriye. Bi vê dixwazim bidim diyarkirin ku di her zimanî de peyvên biyanî hene û gelek in.
Di vê lîsteya xwe ya kurt de tenê hin peyvên tirkî yên ji zimanên din wergirtî pêşkêş dikim. Mebesta min ne ew e ku lîsteyeke temam pêşkêş bikim: peyvên biyanî yên di tirkî de ne tenê ev in. Lê ev wek nimûne hatine diyarkirin. Giranî li ser peyvên ji zimanên îranî ye ji ber ku yên erebî û ewropî tên zanîn ku di tirkî de biyanî ne lê yên îranî bi qasî ku hewce ye nayên zanîn.
Min bi piranî peyvên wisa bijartine ku piraniya xwendevanan texmîn dikin ku bi eslê xwe tirkî ne. Min peyvên ku her kes dizane bi eslê xwe erebî yan jî ewropî ne (wek bank, radyo, muzîk, televizyon, Internet…), min li derveyî vê lîsteyê hiştine.
Li çepê peyva tirkî hatiye diyarkirin, li navê zimanê ku jê hatiye û li rastê jî maneya peyvê bi kurdî. Peyva “îranî” di beşa “Ji” de tê wê maneyê ku ew peyv ji zimanekî îranî (kurdî, farisî, pehlewî, hexamenişî, avestayî…) hatiye wergirtin. Di gelek ferhengan de li cihê “îranî” peyva “farisî” tê danîn. Ev di rewşa hin peyvan de rast e lê ne di hemûyan de. Gelek caran ne mimkin e mirov bê guman bizane ka peyv ji kîjan zimanê îranî hatiye wergirtin. Loma min peyva ”îranî” çêtir dît.
Carinan ji yekê zêdetir alternatîv hene ku peyv ji kîjan zimanî ye, hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin: asker ji latînî yan îranî. Carinan jî tirkî ew peyv ji zimanekî din wergirtiye lê wî zimanî bi xwe jî ji zimanekî din wergirtiye. Hingê ew bo nimûne wiha hatiye diyarkirin: adam ji erebî ji îbranî.
Hin caran parçeyek ji peyvê ji zimanekî ye û parçeya din ji zimanekî din e, hingê ew bi ”-” ji hev hatine cudakirin, bo nimûne: cüz-dan ji erebî-îranî (tê wê maneyê ku ”cüz” ji erebî û ”dan” ji îranî ye). Carinan parçeyek ji peyvê ji tirkî ye lê parçeyeke din ji zimanekî din e. Hingê parçeya ji tirkî di kevanê (…) de ye, bo nimûne: çaydan(lık) ji îranî tê wê maneyê ku ” çaydan” ji îranî ye lê ”lık” ji tirkî bi xwe ye. (Türk)iye ji erebî diyar dike ku peyva ”Türk” ji tirkî ye lê ”iye” ji erebî ye.
Eger ji wergera kurdî diyar nebe ku peyva tirkî ji îranî ye, hingê li beşa ”Ji” de serekaniya yan hevreha wê peyvê hatiye diyarkirin. Bo nimûne damat ji îranî (F: damad = zava).
Kurtkirin
Ak = akadî
Ar = aramî
Av = avestayî
E = erebî
F = farisî
K = kurmancî
P = pehlewî
S = soranî
Sûm = sûmerî
Z = zazakî
Tirkî Ji Wate |
A |
aba erebî ji aramî eba |
adam erebî ji îbranî mêr, zelam, zilam |
ağustos yûnanî ji latînî tebax, meha 8em |
ahır îranî axur, gov |
akıl erebî hiş, aqil |
alıç îranî herûk, hilûk |
ambar îranî embar |
Anadolu yûnanî Anadol |
Ankara yûnanî Enqere |
aptal erebî bêhiş, dîn, bêaqil (evdal) |
armut îranî (F: emrûd) hirmî, hirmîk |
asker latînî yan jî erebî ji îranî (ji l-eşker) esker, leşker |
aşk erebî evîn, eşq |
ateş îranî (F: ateş, Av: atexş) agir |
ayna îranî eynik, eyne, awêne, neyknik, mirêk, qotîk |
azar îranî azar, ezyet |
B |
bacak îranî (F: paçê ) ling |
badem îranî (F: badam) bahîv, behîv |
bağ îranî bax, baxçe, rez |
bağış îranî bexş |
bahane îranî bihane, hêcet |
bahar îranî bihar |
baharat erebî biharat |
bahçe îranî baxçe |
bakkal erebî beqal, dikandar |
bay îranî (beg) mêr, zelam |
bayan îranî (beg) xanim, jin |
bayram îranî (P: pethram = cejn) cejn, şahî |
bazı erebî hin, hinek, hindek |
bedava îranî (F: bad-aver= bayî înayî/aniyî) belaş, bê pare |
bela erebî bela |
belkî îranî belkî |
bey îranî (beg) beg; birêz |
bina erebî avahî |
borç îranî (sogdî: purç) deyn, qerz |
börek îranî (F: bûrek) borek, kade |
bulgur îranî (F: berğol / borğol) savar |
bülbül erebî bilbil |
Bülent îranî Bilind, navekî mêran e |
C |
cacık îranî (K: jajî) xiyarmast |
cadde erebî ji îranî (Av: yatim) cade |
cam îranî cam, şûşe |
can îranî can, giyan, derûn, ruh |
cep erebî berîk, cêb |
cevap erebî bersiv, cewab, cab |
ceviz erebî ji îranî (P: gewz) gûz |
ciğer îranî ceger, ciger |
cilt erebî cild, berg |
cop îranî çîv, şiv, çov |
coş îranî coş, zewq |
cömert îranî camêr, ciwanmêr |
cuma erebî în, înî, cum’e |
cüce îranî çûçelk, çûk, çûçik, çivîk |
cüz-dan erebî-îranî cizdan(k), çizdan(k) |
Ç |
çabuk îranî (F: çabûk) beza, bilez |
çadir îranî çadir, kûn, xîvet |
çamaşır îranî (F: came = cil, şûr-=şo-/ şûştin) cilên rêvin / qirêjî |
çanta îranî çante, çente |
çare îranî çare, hel |
çarşamba îranî çarşem(b) |
çarşaf îranî (çar=çadir/perde, şef=şev) çarşev |
çarşı îranî (çar = 4, sû/sûk=rê) bazar, çarşî, sûk |
çay îranî ji çînî çay, ça |
çaydan(lık) îranî çaydank |
çayhane îranî çayxane |
çekiç îranî çekûç |
çember îranî çember |
çeper îranî çeper |
çift îranî (F: coft) cot |
çimento îtalî çîmento, seb, gêç |
çirkin îranî (F: çirkîn) kirêt, kirh, pîs |
çınar îranî çinar (dar) |
çoban îranî (F: çûban) şivan |
çorap îranî / erebî gore |
çorba îranî şorbe |
çünkü îranî çunkî, ji ber ku |
D |
daima erebî herdem (daîm, daîmen) |
damat îranî (F: damad) zava |
davet erebî vexwandin, de’wet |
derbeder îranî derbider |
dere îranî (F: derê) gelî, newal, nihal, dol |
der-hal îranî-erebî (F: di … de E: hal) di cih de, bi lez, tavilê |
ders erebî ders, xwandin |
ders-hane erebî-îranî dersxane, odeya dersê |
dert îranî derd |
derviş îranî derwêş |
destan îranî dastan, destan |
destek îranî (destik) destek |
dev îranî dêw |
devam erebî dewam |
devlet erebî ji aramî dewlet |
diğer îranî (F: dîger K: dîtir) din, dî, dîtir |
dilber îranî dilber |
divan îranî dîwan |
dolap îranî ji aramî ji akadî dolab |
domates spanî bacansork, firingî |
dost îranî dost, heval |
dua erebî dua, lava |
duvar îranî dîwar |
dürüst îranî durist |
düşman îranî dijmin, dujmin |
E |
efsane îranî efsane |
eğer îranî eger, heke |
elbise erebî cil, libas |
emlak erebî milk, erd (pirrjimar) |
encümen îranî encumen, meclis |
engel îranî (F: engel) asteng, rêgirî |
enginar yûnanî kengir, kereng |
erik îranî herûk, hilûk |
esir erebî girtî, êxsîr, dîl |
eylül erebî ji aramî ji akadî îlon, eylûl, meha 9em |
ezber îranî (F: ez ber) ji ber (ji bîra xwe ve) |
F |
fakir erebî feqîr, jar, belengaz, perîşan |
fener yûnanî fener, fanos |
fincan erebî ji îranî fincan, kûp |
fişek îranî fîşek, gulle, telqe |
G |
gazete îtalî rojname |
gül îranî gul |
günah îranî guneh |
H |
hafta îranî hefte, heftî (heyama 7 rojan) |
hasta îranî (F: xeste) nesax, nexweş, xeste |
hava îranî hewa |
hayat erebî jiyan (heyat) |
hayır (1) erebî (xeyr: xêr) nexêr, na, ne |
hayır (2) erebî xêr |
hayvan erebî heywan |
hazine erebî xezîne, gencîne |
haziran erebî xezîran, hezîran, pûşber, meha 6em |
hem … hem … îranî hem … hem …, … jî û … jî |
hemen îranî (heman dem) di cih de, bi lez, hemen |
hemşe(h)ri îranî hemşe(h)rî, kesên ji eynî bajarî |
hemşîre îranî (F: hemşîre=hevşîr, xwişk) hemşîre |
henüz îranî (F: henûz) hê, hê jî, hîna, hîna jî, hêşta |
her îranî her (hemû) |
herkes îranî her kes |
hır(sız) erebî (xeyr: xêr) diz (“bêxêr”) |
hıyar îranî xiyar |
hiç îranî hîç, qet |
hoca îranî (F: x[v]acê) xoce, birêz, hêja, seyda, mela |
hoş îranî xweş |
hükümet erebî hikûmet |
İ |
ihtiyar erebî pîr, ixtiyar |
ilaç erebî derman |
incîr îranî (F: encîr) hejîr, hêjîr |
insan erebî mirov, meriv, insan |
inşaat erebî avakirin |
isim erebî nav (ism) |
İstanbul yûnanî ([Kon]stantînopolis) Stembol, Stenbol |
işaret erebî îşaret |
işkence îranî şkence (têkilî “şkandin“ê) |
K |
kadın îranî (xatûn) jin |
kalem erebî ji yûnanî qelem, pênûs |
kalp erebî dil (qelb) |
kanepe fransî qenepe, sofa |
kasım erebî meha 11em |
kayıt erebî qeyd, tomar, sicil |
kedi îranî kitik, pisîk, pişîk |
kelime erebî peyv, gotin, kelîme |
kemer îranî kemer |
kenar îranî kinar, rex, qirax |
kenger îranî kengir, kereng |
kent îranî (sekayî: kentha) bajar |
kere erebî car |
kervan îranî ji akadî karwan |
kırmızı îranî ji sanskrîtî sor |
ki îranî ku (peyvika bihevvegirêdana hevokan) |
kiler yûnanî ji latînî bindav, bodrûm, embar |
kilit îranî ji yûnanî kilîl, kilîd |
kin îranî kîn, kerb |
kitap erebî kitêb, pirtûk |
koca îranî (binere ”hoca” li jortir) mêr, zelam, zilam |
köfte îranî (F: kûfte=kutayî) kutilk, kifte |
köse îranî kose, bêrih yan kêmrih |
köşk îranî koşk, seray, qesr, dîwan |
köşe îranî goşe, kujî |
kürsü îranî kursî |
(dûmayîk heye)
Riataza |