
Fermo, mêze bikin nivîskara Îngilîz çawa bi saya wergera
nivîskarê malpera me Welat Agirî bi kurdîyeke xweş diaxive.
Emê berhema nivîskarê bi tevayî di rûpelên xwe da çap bikin.
Îro beşa wê a dehan bixwînin
Patricia Highsmith
Wergera ji îngilizî : Welat Agirî
Werger ji: Strangers on a train
Brûno gelekî dixwest bi Gay re li ser kuştina Mîrîamê biaxive, lê culet nedikir jê re têlê xe yan jî
nameyekê binvîse. Lê hebe tunebe divê bi Gay re biaxiviya, lewma dixwest bavê wî were kuştin
û divê bavê wî bi destê Gay bihata kuştin.
Pîrka Brûno hate hundir, “de were bi min re taştê ya xwe bixwe delalê min. Piştî taştê jî dibe ku
derkevim herim temaşekirina fîlmekê, lê fîlmeke wisa, ku divê tê de qetil û kuştin hebe yan jî
herim parqeke xweş”. “Parqeke xweş”, Brûno devbiken got, “herdu fikrên te jî bi dilê min in”.
Dema ew ji derva vegeriyan hatin, Brûno dît wa jê re nameyek hatiye:
“Min tiştek ji nameya te fêm nekir, ez te jî baş nas nakim. Xêra dê bavê xwe ne ji min re, ne jî ji
ciya min re telefûn bike, nameyan jî neşîne”.
Ew êş û azarên şeveqan diketin sîngê Brûno, bi xwendina wê nameyê re, dîsa xwe lê pêçan,
gelekî li ber xwe ket û hêsir ji herdu çavan diherikîn û dihatin xwarê.
Çend meh şûn da, di çileyê pêşîn de, Gay di ofîsa xwe ya li Niyorkê rûniştibû. Jê re teglîfên şixul
nedihatin û wisa difikirî ku gunehkarîya wî ya li hemberî Mîrîamê bûye sedem, ku milet jê dûr
disekine. Gotî merivekî saf û dilpak be, ku bikaribe projeyên baş bona avahiyekê çêke, lê Gay
xwe gunehkarek û sucdarek didît.
Projeya mala xwe û Anê, mala ku wê piştî zewacê tê de bimana, xêz dikir ku zengilê telefûna wî
lêxist.
– “Merheba Gay, ez im, Brûno”. Gay bêyî tiştekî bêje, têl ser de girt. Lê zengil dîsa lêxist.
– “Ez dixwazim te bibînim Gay”.
– “Ez naxwazim”, Gay got û telefûn girt.
Wê şevê Gay bi Anê re ji apartmana xwe derket, dît wa Brûno jî li wê parqê sekiniye. Gay destê
Anê girt, nedixwest hêrs be, hewl da sakîn û aram be.
– “Merheba Gay”, Brûno bi zimanekî xweş got. Bi balkêşî li Anê nihêrî, ku te digot qey dîtina Gay ya li cem jinekê ew zendegirtî hîştibû.
– “Divê em herin”, Gay got û destê Anê di destê wî de, ji wê derê dûr ket.
– “Lo Gay, ez bes dixwazim…”
– “Ew kî bû”, Anê pirsî.
– “Merivekî nas e, bê kar e, şixul ji min dixwaze, yanî tiştekî muhîm tune”.
“Ev Brûno çi ji min dixwazê”, Gay difikirî, “ka ez ê çawa ji vê xilaz bim”.
Gay ketibû bin barê van pirsan, ku dikir nedikir xwe ji wî barî xilaz nedikir
Riataza