
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûheyştan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Baran
Baran barî ser şîlana
Kevir, kuçik bibarin der cînara
Herçê orta çar çeva, du dila xeber dide
Bira heft sala bikişîne êşa dev-dirana.
Baran barî di Xwedêda
Av şêlû kir der malêda
Bira mirazê min kewa gozel hevda bibe
Balkona jorin, paşila dêda.
Çîlê
Çîlê, ha Çîlê
Gele zerî hene devê wan genîne
Simê wane qelişîne
Pêçîyê wane mîna merê kazonîne
Meriv pê bikole, kartola derîne.
Hine zerî jî hene
Devê wane dikanîne
Diranê wane êncîne
Enîyê wane deqanîne
Cara donzde qol zêrê Memûdî hiltîne.
Kî ku paşila wanda razê – wê cinetê bi çevê xwe bibîne.
Keç xezal
Keç xezala vê bêlanî
Xezal rabû
Nêçîrvana dewsê hilanî
Ezê dikim keleşa xwe birevînim
Ketîye orta min û keleşa minda mêrg û zevî
Deşt û zozan, çiya û banî.
Got: Qanatê Biro, 30 salî, kolxozvanê gundê Şamîramê, li ser nehîya Aştarakê.
•••
Dilê min nêze-nêze
Agir ketîye goma Şemîyê Cindî nava pêze
Destê Xeca Îso girtine dane yekî kalî xweyê pêze.
Lawiko, tu biçî ez bi tera
Şîvhespekê biçînim cenûya tera
Min kewa gozel qorix kirîye nefsa canê xwera.
Ba tê
Ba tê, baran dilîlîne
Kawa kubar avê kanîya Qeco tîne
Çûme pêşîyê
Min ramûsanekê jê xwestîye
Go: “Kurê kerê, dûrî min here
Ramûsana par na pêrar bîra kê tê?”.
Got: Cewîka Beko, 40 salî, nîvxwendî, li Yêrêvanê dimîne, kevanîye.
Ez ne li virim
Ez ne li virim
Ez ne li virim
Qalçîçeka dev kevirim.
Kavila Pampa şewitîda
Qenca ez xwestim –
Xiraba birim.
Rûvî
Rûvî digere gire-gire
Şaristana boyîna dile
Gede lawiko were min birevîne
Mirin ji halê min çêtire.
Gede lawikê min çû gundê gurca
Hespa xwe tewiland li darê sinca
Keda wî heft saletîyê hebû
Minra dabû morî-mircan.
Keleş cano
Keleş cano!
Diçî welatê xerîba, min bîr neke
De tu rabe min sêveke sorke, li cêba xweke
Wextê diçî nav qaza û bedewa –
Qasekê derxe, temaşeke, bîr meke.
Gede lawikê min
Gede lawikê min derket ji konê mezin
Koloz xar kir, delîl ezim
Gede lawiko zozanê bilind
Çi li xezala digerî?
Were çolbîyê gunda xezal ezim.
Riataza