
Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz.
Vê carê birêz Mela Mihyedîn çend çarxetên endamên “Kaniya Pêncçavî”- Mihemed Ronahî û Qasimê Xelîlî ji malpera me ra şandîye.
Em bi kêfxweşî wana diweşînin.
Civateke Germ
Te Tahirê reben dît qey bitenê
Ev helbest in ne wek karê tentenê
Qebqebo were bibîne madenê
Singik û sîxikan tûj ‘ke Ronahî
QASIMÊ XELÎLÎ
Ronahî got tu bi xêr hatî vira
Ez ê te bidim ber sîx û kevira
Xuya ye tu natirsî ji bivira
Lê tu hê şitlek î. ter û nûbar o
MIHEMED RONAHÎ
Nûbar im ez tim ji nû ve dibarim
Zumrudê Enqa me pêtek ji ar im
Ji tarîyê hez nakim ez nikarim
Lewra heyranê roj û Ronahî me
QASIMÊ XELÎLÎ
Ronahî me dibêjî û heyranim
Ji te we ye ez ê ji te geryan im
Tu bi xwe xuryayî ka were canım
Xweşbêj im ez de mereve Toriyo
MIHEMED RONAHÎ
Torîyekî serhişk im min rev nîne
Ha ha meydan e ha hesp e ha zîn e
Lê vê bêjim ev ne rik û ne kîn e
Bizan hespê hunera min beza ye
QASIMÊ XELÎLÎ
Beza bî pir pir cihê te kadîn e
Te li vê qadê rewanbêj nedîne
Yê kaba xwe li ya min bixe dîn e
Ma ne ez Ronahî me; mîrê peyvê
MIHEMED RONAHÎ
Mîrê peyvan bi zekata min têr in
Hemû ristên min zêr in xêr û bêr in
Mîrê mino yên te kuç û şikêr in
Raje tevirê xwe here qufreyan
QASIMÊ XELÎLÎ
Qufre nîn in li baxê me yên gulan
Risteyên min ji dev diherkin dilan
Şewqê didim şalûl û bilbilan
Zikata xwe bibe bide qijalkan
MIHEMED RONAHÎ
Qijak çi ne? Ma ev pêjna çi ye tê
Heyfa min çelengî û xebînetê
Lê eyn tu nabînî vê heqîqetê
Dengê te li te vedgere bilbilo
QASIMÊ XELÎLÎ
Bilbil im helbet vê awa bizane
Şuxlê te ne yê hoste yê dizane
Peyvek ji vir yek ji wir çi erzan e
De ka ramîse vî destî û here
MIHEMED RONAHÎ
Here heca Laleşê ji bo tobê
Gurmegurma peyvên min arê sobê
Kî ji xwe razî ye ha bila ho bê
Lê tirs dikim heyf î tê bibî xwelî
QASIMÊ XELÎLÎ
Heke bibim xwelî jî welî me ez
Şair û xweşbêjê vî gelî me ez
Ji nav sed kesên wek te belî me ez
Bifkê bila sar nebe şorbeya te
MIHEMED RONAHÎ
Şorbeya min ji wî şîrê vî gelî
Ne bi pifan bi wî arê di dilî
Dikele venamire kekê welî
Şîrê min ê helal zimanê min e
QASIMÊ XELÎLÎ
Te ziman dirêj bûye ez ê jêkim
Navê hunera te elîfbêtk lêkim
Têr bikenim û henekên xwe pêkim
De yayladan gel qasimo yayladan
MIHEMED RONAHÎ
Yayladan gel çi ye îcarê gidî
Qey xilas bû kurdîya te egîdî
Netirse eslanim ma hê te çi dî
Were meydanê şûrê xwe siqa ‘ke
QASIMÊ XELÎLÎ
Siqakirî ye şûrê min ka were
Nadim bi hunera te du pûl pere
Eslanim tu hê nû yî ka vegere
Here û xwe di nav refê beqa ke
MIHEMED RONAHÎ
Weyla beq vereşe bi şi’ra te de
Bi xêra te şi’ra me bû beqzede
De ka lo parîyekî li ber xwe ‘de
Baq ne beq in mijara me huner e
QASIMÊ XELÎLÎ
Hunera te huner ba ev çi beq bûn
Mjiara te her kesên wek min deq bûn
Li dû te her amenna û seddeq bûn
Dev ji vî karî berde rebenê min
MIHEMED RONAHÎ
Rebeno rebenî ji kê re ben e
Dizanim ne ben im xuya ye sen e
Li vir xitimîm qafîye tune ne
Hunera xwe here bi dar ve bike
QASIMÊ XELÎLÎ
Waye te bi darve kir kindira xwe
Şemitiyî tu li ser gindira xwe
Tirkî destpê kir rahîje girra xwe
Û here ji vî gundî xeşîmê min
MIHEMED RONAHÎ
Xeşîm im ez ya rastî li bara te
Berberîya bi te re tew bê wate
Bibore min dirêj kir ta em kate
Esasen aslinda heyranê te me
QASIMÊ XELÎLÎ
Heyran ew kesê li te ne heyran e
Para wî tim bobelat û qeyran e
Li hezkerê te ev dinya seyran e
De hadê iyi gêceler canê min
MIHEMED RONAHÎ
Riataza