
Mela Mihyedîn
Celadet Alî Bedirxan bijîya, wê bigota:
“Kurdno,
Malxirabno
An li hunermendê xwe xwedî derkevin
An hunerekê biafirînin
An jî nebêjin em Kurd in”.
Ev demek e li ser platformên medya civakî hin nîqaş û rexne têne kirin. Ev niqaş û rexne ji nîqaş û rexneyê derketine. Bi temamî bûne reşkirin û devavêtin. Kesê destên wan gihaştî kevir, bi keviran şûna dîwarê hunera kurdî bilind bikin radibin keviran diavêjin mîmarê dîwarê xwe. Eyb e û şerm e.
Hunermendên me tev ji can û dil dixebitin. Ji bo muzîka me bighîje asta bilind. Ji bo muzîka me jî di qada cîhanê de deng bide. Ji bo di qadên herî mezin û serketî de sewta Kurdî bilind bibe timî dixebitin. Ev keda didin jî bi temamî kedek şexsî ye. Kedek şexsî û pîroz e.
Rexne û nîqaş tiştek pir xweş e. Bi rexne û nîqaşê meriv û hunera meriv pêş dikeve. Lê bi reşkirin û devavêtinê na. Reşkirin û devavêtin meriv ji jîyanê û hunerê dûr dixe. Meriv bi saxî dixe gorê û axê diavêje ser meriv.
Dibe ku keyfa we ji dengê yekî/ê re nehatibe. Dibe ku huner li xweşa we neçûbe. Dibe ku fikrê yekî/ê li xweşa we neçûbe. Lê hewqasî bê wicdan û bê merhemet nebin li hemberî hunermendan. Hunermendên me nexeyîdinin. Hebekî ji huner û hunermendên me re hurmetê bigrin û qedr û qîmetê bidin wan.
Bi saya hunermendên me hunera me tê nasîn. Bi saya hunermendên me der, dor û cîhan me nas dike. Bi saya wan peyvên Kurdî li her derî olan dide.
Wekî Xanî gotî: “Keyfek bida Feqîyê Teyran / Heta ebed bimaya heyran”. Hunera ku kesê Xanî pesnê wan dayî (Herîrî, Feqî û Cizîrî) û ya wî heta niha ma û heta ebed jî wê bimîne.
Hunera ku hunermendên mewekî hunera Feqîyê Teyran keyfê dide me û wê heta ebed jî bimîne. Zar û zêçên me Kurdan di rûpelên dîrokê de wê qala hunermendên me bikin û wê guh bidin hunera wan.
Bihêlin bila herkes fikra xwe bîne ziman. Kî çi dixwaze bila bîne ziman. Bihêlin bila herkes hunera xwe biafirîne. Bihêlin bila herkes ya dilê xwe bêje û bike. Gava herkesî ya dil û hişê xwe got; bi dilekî rehet hunera xwe afirand wê demê em ê azad bibin.
Riataza