HÎVA ÇARDEH ŞEVÎ

HÎVA ÇARDEH ŞEVÎ

Husên DuZen

Berî bi kêliyekê sohbeteke kurt bi xanimeke kurd re bû nesîbê min. Ew xanim wek keçeke 14 salî bi darê zorê dabûn pismamê wê. Bi qasî wê xanimê ji min re got, hîna zewicandina keçên zarok di wî temenî te li seranserê welêt heye. Vê sohbetê nivîsa „Hîva Çardeh Şevî“ anî bîra min ku min berî bi salan di malpereke internetê de belav kiribû. Min dil heye ku ez wê nivîsa xwe li RIATAZA careke din pêşkêşî we birêzan bikim:

 

Hîva Çardeh Şevî

Fîlosofê sînî yê berî zayînê Konfîçyus hînî me dike ku divê di despêka hemû nîzama civakê de nîzama hizir û têgehan hebe.

Gelek caran di kêliya ku ez nivîsekê werdigerînim, ez li van peyvan dihizirim. Ez bawer nakim ku merov di tu kêliyên din de mîna dema wergerê, kezebreşiya tunebûna nîzama hizir û peyvan dikşîne.

Berî bi çend rojan min di Ktv de, li bernameyeke dengbêjan guhdarî dikir. Dengbêjekî ji wan kilameke evîniyê digot ku peyva „keça çardeh salî“ gelek caran dihat dubare kirin. Bedewî û xweşbûna ramîsanên keçên çarde salî dihatin vegotin ji devê dengbêjekî di ser çel salî re. Bi wî tehrî wêneyekî ne pirr dûrî rasteqîna Kurdan derdiket holê. Pê re çanda „me“, lêxistina zarokan, zewacên bêdil, cînayetên namûsê yên ku vê dema dawî her di rojevê de ne dihatin bîra mirov.

* * *
Berî bi çend salan ji bo wergera berhemeke wêjeyî peyva ingilîzî „surprise“ ji min re pêwist bû. Min ferhengên li ber destê xwe tev dan, mixabin bê encam. Mîna ku ez di rewşên wisa de gelek caran dikim, ez derketim nêçîra wê peyvê. Mixabin tu kesî ji Kurdên bakûr nikarîbû ji min re bibûya alîkar, lema min serî li Kurdên başûr da û bi taybetî jî li yên soran, ji ber ku wan demeke dudirêj di dibîstanan de kurdî xwendibû û bi deh salan piştî şerê cihanê yê yekemîn di bikaranîna Kurdî de li pêş Kurdên bakur bûn. Ji gelek kesan ji bo wê peyvê pêşniyarî dihatin, mixabin, li gor hisên min nêzîkî wateya peyva ku ez lêdigeriyam jî nedibûn. Rojekê ez li kitêbxaneya zanîngeha Frankfurtê rûniştî bûm, min dît dostekî min ku ji Silêmaniyê bû û di beşê polîtologî de doktora xwe dinivîsand ber bi min ve hat û bi kêf ji min re got „min ew peyva ku tu lê digeriya dît!“ Mîna ku ez bêjim çi ye, min lê nerî, got „fertene kaka, fertene!“ Min hîngê li Frankfurtê tib dixwend û di nav amadekiriya ji bo îmtihanan de bûm, lewra min piştî pêşniyariya „fertene“ gera li wê peyvê demekê rawestand. Piştî bi salan ez careke din derketim gera li wê peyvê ku hîn jî dom dike.

Li jor qala hîva çardeh şevî bû. Berî bi çend mehan ji bo wergera romana ku ez ji almanî werdigerînim bo kurdî peyva „Halbmond“a almanî, ango „hîlala“ erebî ji min re pêwist bû. Dîsa ferhengên li ber destê min têr nekirin, lewra min ji gelek kesan pirsî. Bersîva ku min ji wan werdigirt her yek bû: Hîva çardeh şevî. Piştî ku min ji wan re digot heyva çardeh şevî grover e û ya ku ez lê digerim, dibe ku sê an çar şevî be û şeklê wê dişibihe bi devê dasekê an kevanekî, hinek ji wan li ser ya xwe diman û hinek jî bêdeng diman, kêm kes ji wan bi min re diketin tevgera li wê peyvê gerê. Ez hêvîdar im ku qe nebe kesekî ku van rêzan bixwîne ji me re bibe alîgir, ji bo ku karibe dawiyê li gera vê peyvê bê anîn.

Bi min wisa tê ku di vê gera xwe de ez li rastiyeke din î civaka Kurdan rast hatim; ew jî peywendiya di navbeyna Heyva Cardeh Şevî û keça çardeh salî de ye. Ez dizanim ku hûn niha dibêjin bêguman, heyva çardeh şevî ya herî bi şewq û keça çerdeh salî ya herî ciwan î herî xweşik têkildarî hev in. Lê derdê min ne ew e, wer xuyaye ku ew bênîzamiya, tevliheviya di zimên de, rê li gelek kesan girtiye ku fêrî navê şeklên hîvê bibin, belkî sedemên ambîsyonên bo keçikên -ku hîn zarok tên hesêb- heman mekanîzma be.

* * *

Ma em ji kê karin veşêrin ku civaka me di vê babetê de xwedî adetên ku merov ji ber wan şerm bike ye. Qe nebe ku zawaca zilamên navsere bi keçîkên ku hîn zarok in ewqas belav nebûba, dibû ku cinayêtên „ji bo namûsê“ rojev û navê Kurdan ewqas nexistana.

Bêguman ji bo rêlêgirtina gelek tiştan zanîn pêwist e. Zanîn jî bê ziman nabe. Ji bo zanîneke xurt zimanekî xurt, ji bo hizrên zelal jî peyvên xwedî wateyên zelal pêwist in. De ka em dîsa dawiyê bi peyvên wî zilamê sînî ku me li jor navê wî bilêv kir bînin: „Divê di despêka hemû nîzama civakê de nîzama hizir û têgehan hebe.“

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev