
Newroz wa tê
Hinara Tajdîn
Keskesorê xwe daye palê,
Şera zer bûye kembera navê,
Ew ala rengîn, ala aşîtîyê,
Dihejhije bin bayê serbestîyê.
Derên dîlanê Dîyarbekirê,
Govendê bigirin Qers û Mêrdînê,
Derên kûçê Mûşê, Cizîrê
Bixemilînin Şengal, Kobanê.
Ala sê rengîn hûn rakine jor,
Qehremanî qerewilîyê bikin dor bi dor,
Ala me sipî, zer e û sor e,
Ala me kesk e, sor û zer e.
Destê ereb, fariz, tirk, ecema
Werçimîye nava xwîna me da,
Nehêlin Kurdistana rengîne şên
Dijmin rewş û xemila wêya biêxin.
Nemam, dêmê guleş kirêt nekin,
Bejin û balê eyblû nekin,
Dil xişûş û birîndar nekin,
Pencera azadîyê hûn rabin vekin.
Riataza