
Her kes dibêje ”filan tişt dermanê vîrûsa koronayê ye”,
em jî bêjin ev helbesta nivîskara malpera me ”dermanê vîrûsa koronayê ye”
Xaylaza Reşîd
Hat sedsala bîstyek e
Şer derketîye bê çek e
Însan li ber dipeke
Nizane maf û heqe.
Nav korona virus e
Şewq nade, naçirûse
Ahil, cahil napirse
Çargurçik jî jê ditirse.
Dibe mêvanê her kesî
Napirse text û kursî
Nabêje xam û xas î
Kal û pîr ber fetisî.
Digere kolan-kolan
Dibetilîne eşq û dîlan
Ber ne tişt in ew ferman
Lê ne dû ye, ne derman.
Ya Xwedê ku hat ev êş
Dibe em nînin xemkêş
Dibe me bîr kir rehma dil
Û te da me çevê şil.
Zanim çima ha dibe
Dinya me kavil dibe
Ro bi ro zulm giran dibe
”Sîstêm” hildişe, çi dibe?
Ya Xwedê Tawisî Melek
Hene neqenc û nepak
Hevsûd hene pir gelek
Bibore me, heq, neheq…
Riataza