EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ -1

EZMÛNA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ Û SİYASETA TAHRANÊ -1

Em ji îro da nivîseke delal ya ji 4 perçeyan

ji malpera https://dirokurd.blogspot.com/

raberî we dikin. Sê beşên din emê piştî demekê çap bikin.

 

Faysal DAĞLI

 

Demeke ku li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê xwepîşandan û protestoyên dijî rejimê ket rojeva cîhanê, çav li rêye ku li vî welatî pêvajoya guherîn an jî têkçûnekî mezin rû bide. Bi taybetî ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê û siyaseta Tahranê ya heremê ku hemû dengeyên Komara Îslamî serûbino kir, niha li ber teqînê ye.

Rojhilatê Kurdistanê ku demekî dirêj e, bê deng e, niha tevî serhildan û raperînan careke din bû xalekî sereke ya rojeva Kurd.

Rojhilat wek dûyem mezintirîn perçeyê welat, di dîroka siyasî ya Kurdan de xwedî ezmûneke dûrdirêj e jî. Ji bo îstîfadekirina ev mêjû û ezmûnê pêwîstî bi zanîna dîroka vê beşa welat heye.

Bi vê armancê min rêzenivîsekî di derbarê salên 1940-1947’an de amade kir, ku di wê demê de Komara Kurdistanê û Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê hatiye damezirandin.

Balkêş e di van salên ku şerê cîhanê yê dûyem qewimî û Îran ji aliyê Sovyet û Amerîka/Brîtanya ve hat dagirkirin, bi taybetî vekişîna van hêzan ji Îranê û tenêhiştina Kurd û Azeriyan li hember rejima Îranê (û pelixandina van herdû gelan) bi gelek awayî dişibe rewşa îro ya Rojavayê Kurdistanê. Bi hêviya îstîfadekirinê ji vê ezmûna dîrokî…

Di rêza yekem de bi giştî dixwazim bahsa pergala siyasî û coxrafî ya Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Mahabadê bikim.

 

1-) PERGAL Û REWŞA ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ

 

Xaka Rojhilatê Kurdistanê li gor pergala rêvebiriya Dewleta İranê wek pênc eyaletan ji hev hatiye veqetandin. Eyaleta bi navê Kurdistanê ku peytext Sîne ye, ji bajarên Seqiz, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kamyaran û Dîwandere pêk tê.

Bajar û heremên din yê Rojhilatê Kurdistanê jî wek eyaletên; Kîrmanşa, Îlam û Loristan ji hev hatine xistin. Bajarê Urmiye û navçeyên wê jî di nav sînorên Eyaleta Azerbaycana Rojava de cîh digrin.

Eyaleta Loristan bi navê Lornişîn û Leknişîn an jî Loristana Mezin û ya Biçûk wek dû heremên etnîkî ji hev vediqetin. Lekên herêma Pêşkû xwe perçeyekî netewa Kurd dizanin. Lorên herêma Piştkû jî xwe wek netewekî xweser dihesibînin.

Şêniya Kurdên Rojhilat îro tevî rewenda Xûresan û deverên din ji 15 milyonî zêdetir e.
Li vê beşa welat; Soranî, Kurmancî, Goranî û Lekî-Lorî hemû zaravayên Kurdî tên axaftin.
Herwiha olû baweriyên wek Îslam (Şia û Sune) Ehlîheq/Yaresan/Kakeyî/Şabek û beşek Bahdînî (Zerdeştî) di nav Kurdên Rojhilat de serdest in.

Xaka Rojhilatê Kurdistanê ji bilî herema Loristanê nezîkî 175 hezar kîlometreqare fireh e. Rûberê Rojhilatê Kurdistanê ji çiyayên bilind pêk tê. Bilindahiên deverê girên rêzeçiyayê Zagrasan e. Zagros ji herema Serhedê destpêdikin û heta herema Loristanê 1000 kîlometre dirêj dibin. Ev rêzeçiya sînorên her sê perçeyên Kurdistanê jî ji hev diqetîne. Li Rojhilatê Kurdistanê çiyayê herî bilind Sarîdaş e ku 3608 metre bilind e û li herêma Mako ye.

Li sirûşta rengîn a Rojhilatê Kurdistanê gelek deştên fireh jî hene. Deştên Soma, Urmiyê, Bêlewar, Mêrgewer, Şarwêran, Hûbeto, Dêgûlan, Merîwan, Kamyaran, Elwend, Sehne, Kirmaşa, Mayîdeşt, Îslamawa, Kerend, Pataq, Xosrewî, Îlam û Eywandeşt de kiştûkal tê kirin û fêkiyên cûrbicûr tên çandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek rûbar û çem jî diherikin. Çemên Zêrîn, Sîmîn, Kelwê, Aras, Qizilozûn, Sîrwan, Elwend, Qeresû û Gamasawîş piştî rêwîngiyên dirêj yên nav xaka Rojhilatê Kurdistanê, derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Hin ji van avan jî tevlî Gola Urmiyê dibin.

Remza Rojhilatê Kurdistanê Gola Urmiyê ye. Gol li rojhilatê Bajarê Urmiyê cîh digre û sînorê navbera Azarbaycan û Kurdistanê jihev diqetîne. Dirêjiya golê nêzî 135 km û firehiya wê jî di navbera 15 û 50 km dugehure. Gola Urmiyê ji derya yê 1267m bilind e. Rûberê golê bi giştî 6000 km qare ye. Kurahîya golê di navbera 6 û 16 metreyan de ye. Ava golê bi xwe ye û nayê vexwarin.

 

MAHABAD; TACA ROJHİLATÊ

 

Bajarê Mahabadê di nav pêşveçûnan dîroka Rojhilatê welat de bi serê xwe xwedî rolekî sembolîk e. Herçend ev bajarê biçûk ji çavan dûr di nav çiyayên asê de veşartî mabe jî, di rojên damezirandina bîr û ramana netewî ya dîroka nêz ya Kurdistanê de wek stêrkekî geş e.

Mahabad ji bakûr ve cîranê Gola Urmiyê û herêma Sildoz, ji rojhilat ve cîranê Miyandûaw û Tîkab, ji başûr ve cîranê bajarê Bokan û ji rojava ve jî cîranê Başûrê Kurdistanê ye.

Li derûdora Mahabadê êl û eşîrên wek: Qebîlên Eşîra Bilbas; yanê Mameş, Mengor, Pîran, Gewrik, Sosinî, Milkarî, Biryacî û li herêmên Şarwêran, Bihî û Axtaçî; eşîrên Dîbokrî û Dêhbokrî dimînin. Dîsa tayfeyên Begzade û Axazade jî li herema Mahabadê bicîhbûne.

Mahabad ji deryayê 1320 metre bilind e û di nav çiyayên Kanîşêxan, Qulqulax, Kela Sarimbeg, Çiyayê Zawaboke, Deşta Mecîd û Berde Sipiyan de cîh digre.

Rûbarê Mahabad di nav bajar de ji kêleka Meydana Çarçira derbasdibe û bedewiyeke taybetî dide bajêr.

Navê Mahabadê yê kevn Sawicbûlaxa Mûkrî ye, ku niha jî wek ‘’Seblax’’ tê binavkirin.

Navê Mahabad ji alî Şah Riza ve hatiye danîn. Li gor hin jêderan navê bajêr bi peyva Mad-abad vê girêdayî ye. Li gor vê peyva Mahabad, tê wate ya ’’bajarê ku mezinan ava kirine.’’ Herwiha, peyva Mahabad di mitolojiya Ariyan de jî wek navê pêxemberekî tê zanîn.

Betlemyos ê dîroknas, navê Mahabadê wek Daroşah, dîrokzan Ravlînson jî navê Mahabadê wek Darayas bibîr tîne.

Li gor jêderên Asûrî yên nivîskî jî li derdora rêzeçiyayên Zagros çend îmaretên bi navê, “Xirxar, Elîpî, Elbiriya û Mana” hebûne. Mahabad nawenda şaristaniya Manayî bûye. Li gor belgeyên Asûriyan berî zayînê di sedsala 7’an de, başûrê Gola Urmiyê û Mahabad di bin desthilatdariya Medan de bûye.

Yek ji nîşan û hebûna Medan li heremê, bermayiyên “Feqreqa” ye ku li bakûrê Mahabadê ye. Di vê bermayiya kevnare de qebrê mîrên Medan cîh digrin. Feqreqa 20km dûrê Mahabadê, li nêzî gundê Îndirqaşê, di singa çiyayekî de hatiye kolan. Li Feqreqayê sê gor hene ku li gor hin dîroknûsan Ferwertîşê padîşahê Medan jî di van goran de radizê.

Mahabad û derûdorê li gor pêvajoya dîrokî di bin desthilatdariya Medî, Axamenişî, İskenderê Mekedonî, Eşkanî, Sasanî, Erebên Emewî û Ebbasî de maye. Kurdên “Hizbanî” di dema Ebbasiyan de, heremê ji Ereban girtine. Mongol di sedsala 13’an de ketine heremê û demeke dirêj li heremê mane.

Di sedasala 15’an de Mîrê Kurd Seyfeddînê Mukrî ku ji tayfa Kurdên Baban bû, heremê ji Mongolan stend û li derdora Mahabadê asasê mîrnîşina Mukriyan avêt.

Di dema Mîr Siltan Budaq de, Mahabad bûye navenda desthilatdariya Mukriyan. Mîr Bûdaq ji bo avedaniya Mahabadê gelek hewldaye.

Ji berhemên vê demê Mizgefta Sor hîn jî li ser piya ye. Mizgeft li kêleka Çemê Mahabadê ye. Ev mizgeft, beriya ku li Îranê xwendingehên nûjen bên vekirin, wek nawendeke zanyariyê jî bûye. Di vê mizgeftê de Mela Camiî yê navdar ders daye xwendekaran.
Di sedsala 19’an de jî serhildanên netewî yên Kurdan, herema Mukriyan yanê bajarê Mahabadê û derdorê xistine bin bandora xwe. Tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî, Simkoyê Şikak û Hemze Axayê Mungûr heta Mahabadê fireh bûne.

Bajarê Mahabadê di dema Şerê Yekem de jî leqayê gelek êş û eleman hatiye. Serokeşîrên ku di bin bandora xelîfeyê Osmanî de bûne, bi fîta wan qonsolosê Rûs li Mahabadê kuştine. Piştî vê bûyerê leşkerê Rûs ketiye bajêr û tevkujiyekî pêk aniye. Di vê bûyerê de bi sedan kes hatine kuştin. Di berxwedana li dijî Rûsan ya Mahabadê de serekê demê yê Malbata Qaziyan jî gelek wendayîyan dane.

 

2-) SALÊN ŞER – DAGİRA ÎRANÊ Û VEKİŞÎNA Jİ KURDİSTANÊ

Serpêhatiya Kurdên Rojhilat yên ku di dîroka me de wek ‘ezmûna Komara Kurdistanê li Mahabadê’ tê nasîn û di encam de bû demên destpêka rêxistinbûna ku rîşeyên wan digîje roja me di salên Şerê Cîhanê yê Dûyem de geş bû.

Balkêşe bi destpêka Şerê Cîhanê yê Dûyem, konjonktura ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rû da, bi xetên giştî dişibe rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistan a îroîn. Di vê demê de jî Sovyet û Amerîka/Brîtanya li heremê rola sereke lîstin û rejima Şah ji Kurdistanê vekişiyabû.

Di vê beşa rêzenivîsê de ezê bahsa rewşa demê û rêya ku gihîşt damezirandina Komara Kurdistanê bikim.

Bi destpêka Şerê Cîhanê yê Dûyem, agirê ku li Kurdistanê di bin pûş de dişewitî, carekê din geş bûbû. Nexşe û dengeyên cîhanê ji nûh ve dihatin rîsandin. Bi taybeti tevgerên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji nûh ve vejiya bûn. Ev herdû beşên Kurdistanê ji alî artêşên İngîlîz û Sovyetê ve hatibûn dagirkirin.

Pergala nû ya cîhanê li dij faşîzmê, ji gelên bindest re mizgîniya azadî, wekhevî û bratiyê dida. Kurd di serê salên 1940’an de vê carê jî bi vê hêviyê rabûbûn ser lingan. Perçe yê ku herî nêzî van hevîya bû Rojhilatê Kurdistanê bû. Ev beşa Kurdistanê ji alî leşkerên sor yên Sovyetê ve hatibû dagirkirin. Sovyet a ‘hêviya gelên bindest’ li dij faşîzma Alman di nav şerê hebûn û nebûnê de bû.

Şah Riza yê layangirê Naziyan ji alî Sovyetê ve hatibû qewirandin. Kurdên Rojhilat xwe nêzî xeyalên xwe dihesibandin.

Riza Xan an jî bi navekî din Rizayê Mîrpenç, di sala 1921’an de di encama derbeyekê leşkerî de bi alîkariya İngîlîzan hatibû ser hikum. Ew di artêşa İranê de fermandarê hêzên Qazaxî bû. Bi hatina Riza Xan, li İranê dawî li hikumdariya Sefewiyan hatibû û Şahê Ecem yê dawîn Mihemed, cîhê xwe dabû desthilatiya Farisan.

Riza Xan di sala 1925’an de xwe wek ‘Şah û sazûmankarê xanedana Pehlewî‘ binavkir. Riza Şah piştî hat ser hikum xwest li İranê dewleteke nawendî damezrîne. Ji ber vê yekê dest bi siyaseta bêtesîrkirina desthilatiya eşîran kir. Di bin navê modernîzekirina İranê de, çandên cuda û axaftina zimanên dervayê Farsî qedexe kir. Şah Riza, pîlana asîmîlasyona hemû gelên İranê dabû ber xwe. Navê bajar û gundan dihat guhert, kincên netewî û zimanê netewên din qedexekir. Di daîreyên dewletê de tabelayên ‘’bi Farsî biaxafe’’ da daleqandin. Wezareta Çandî ya İranê di pirtûkên dersên dibistanê de Kurdan wek Faris dida nasandin.

Heman siyaseta dijberê Kurd, li Tirkiyê jî ji alî Mistefa Kemal ve dihat meşandin.

VEKİŞÎNA ARTÊŞA ÎRANÊ Jİ KURDİSTANÊ

Li ser zextên rejima Şah Riza li Kurdistanê gelek caran serhildanên gelêrî derketin. Serhildana Simko di serê sedsala 20’an destpêkiribû û di dema Riza Şah de Kurdan gelek deverên Rojavayê Gola Urmiyê ji hêzên İranê stendibûn. Di sala 1924’an de Heme Reşîdê Baneyî, di sala 1926’an de Mahmûd Xanê Merîwanî, di heman salî de Muxtar Omerê Serdeştî, di sala 1928’an de Mele Xelîlê Mûngûrî, di sala 1930’an de Broyê Hiskê Têlî û di sala 1931’an de Cafer Siltan li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejima Riza Şah serhildan. Lê ev hemû serhildan ji alî rejima Şah ve bi awayên cûrbecûr hatin tefandin.

Serokê serhildana Kurd, Simko Axayê Şikak di sala 1930’an de di encama dafika Riza Şah de hat kuştin. Dîsa serhildana Heme Reşît Şah di sala 1930’an de û ya Cafer Siltan di sala 1931’an de têk çûn. Herwiha di nav de Heme Reşît jî, gelek serekeşîrên Kurd ji ber zexta Şah xwe sipartibûn Başûrê Kurdistanê.

Piştî salên 1930’an êdî li Kurdistanê serdestiya rejima Tahranê xwe dabû xuyakirin. Di heman demî de rejimê, serhildanên heremên Lûrîstan, Belûcistan, Xûzîstan û Azarbaycanê jî tefandibû. Zindana navdar Kasrî Kacar bi dijberên rejimê ve tijî bûbû.

TÊKİLİYÊN RİZA XAN Bİ NAZİYAN RE

Şah Riza herçend bi alîkariya İngîlîzan hatibû ser hikum jî, piştî destpêka Şerê Cîhanê yê Dûyem, di binî de nezî Almanya ya faşîst bû. Şebekeyên casûsî yên Alman li hemû deverên İranê bicîh bûbûn.

Hêzên Alman di bere ya Moskova û Qafkasya de ji ber kêmasiya petrolê nikaribûn pêşkevin. Wan çav berdabûn çavkaniyên dewlemend ya petrola İranê û duxwestin pişt cepheya Sovyetê sabote bikin. Helbet petrol ji dewletên hevkar re jî lazim bû. Ya girîng berbendkirina têkiliyên Almanan û Riza Şah bû.

Piştî ku Artêşa Alman di nav xaka Sovyetê de pêşket, Artêşa Sor ber bi Qafqasan ve vekişiya. Hêzên Alman gihîştibûn nêzî Baku ya Azarbaycanê. Ji ber vê rewşa nû, pişt cepheya Qafqasan ji bo Sovyetê gelek girîng bûbû. İngîlîz û Amerîkiyan bi rêya Basrayê alîkariya Sovyetê dikirin. Ev rêya îqmalê gelek pêwîst bû. Ji bo hebûna Sovyetê lazim bû ev xet vekirî bimana.

Ji ber vê yekê di 25’ê Tebexa sala 1941’an de Yekîtiya Sovyetê, Brîtanya û Amerîka, ji başûr û bakûr ve xaka İranê dagîrkirin. Hêzên rejîma Şah Riza Pehlewî ji heremên dagirkirî û ji beşek Kurdistanê vekişîyan.

21 roj şûnde piştî dagira İranê, di 16’ê İlonê de Riza Şah cîhê da kurê xwe Mihemed Riza û berê xwe da sirgûna Başûrê Afrîkayê. Şahê nû li gor bavê xwe siyaseteke nerm dimeşand.
Rayedarên İranê li heremên dagirkirî bê destûra Sovyet û İngîlîzan nikaribûn tevbigerin. Ewlekarî û jiyana rojane ji alî efserên dagirker ve dihat birêvebirin.

Piştî dagirê zextên rejima Tahranê sistbûbûn û li gor rewşa demê careke din ‘demokrasî’ vegeriyabû İranê. Gelek partî û komelên ku heta wê demê hatibûn qedexekirin, careke din derketibun rûyê erdê.

Leşkerên Sovyetê di rojên pêşîn yê dagirê de heta xeta Senendacê meşîyan. Paşê hinek paşve kişiyan û li nezî Eşnewîye û Meyanduawê sekinîn. Artêşa Sor li bajarên Xoy, Urmiye, Mako û Şahbûrê bicîh bûbûn û bargehên mezin yê leşkerî vekiribûn.

Li başûr jî hêzên İngîlîz heta Kermanşahê hatibûn û heta Sinê jî di bin sihêtiya wan de bû.

Xaka navbera Kermanşa û Meyanduaw, yanê herema Mukriyan vala mabû.

Hêzên İranê yê vê heremê jî vekişiyabûn û cepxane û sîlehên wan ketibû destê eşîrên Kurd. Piştî vekişîna İraniyan serokeşîren sirgûnî jî careke din zivirîbûn Kurdistanê.
Azarbaycan di navbera Sovyet û İranê de bûbû dû şeq. Li Azarbaycana Sovyetê, rejimeke sosyalîst hatibû damezrandin. Li Azarbaycana İranê jî rejima Şah Riza serdestî dikir. Piştî dagirê sînorê navbera herdû perçeyên Azarbaycanê rabûbû.

Serokê Azarbaycana Sovyetê Cafer Bakirov siyaseta Sovyetê ya İranê birêvedibir.

GEŞBÛNA MAHABADÊ

Di salên 1940’an de şêniya bajarê Mahabadê nêzî 20 hezarî bû. Navçeyên Bokan, Nexedê, Şîno, Mîyandûaw, Şahîndêj, Tîkab, Saqiz, Bane, Serdeşt û Pîranşar bi Mahabadê ve giredayî bûn.

Di sala 1941’an de Artêşa Sovyetê ket İranê û leşkerên Şah ji Kurdistanê vekişiyan.

Mahabad li dervayê herema dagirê mabû û êdî ketibû destê rêvebiriya Kurdan.

Li ser vê yekê di sala 1943’an de rejima Tahranê, bajarên derdorê ji Mahabadê veqetand û bi Urmiye û Sine ve girêda.
Bi vî awayî sînorê Mahabadê hat biçûkkirin.

Dagira İranê ji alî Artêşên Sovyet û İngîlîzan ve û guherina rewşa siyasî ya heremê di nav Kurdan de bû sedemê legerînên tayinkirina qedara xwe. Bi vî awayî serekên Kurd yên Mahabadê jî ketin nav hewldanan.

Qazî Mihamed wek stêrka dema nû derketibû pêş.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev