
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest, malperê jî bo bersîvê berê xwe da nivîskar Mihemed Erzurum, wî jî wek bersîv nivîsek amade kir, got ku malûmatî ji rûpela gorbuhuşt Mehmed Uzun hildaye û ji me ra şand. Emê ji wê nivîsê bersîva pirsa Cangoyê Qeşeng ji bo we amade bikin.
Pirsa Cangoyê Qeşeng û bersîva malperê
Pirs: –Em zanin ku hespên kurdan li cihanê deng dane û serok û rêber û serekeşîrên me xwedî hespên esîl bûne. Ev yek di destan û kilaman da jî xuya dibe. Gelo hûn dikarin bêjin navê hespên xunedarên kurdan yên binavûdeng çi bûne?
Bersîv:–
NAVÊ HESPÊN LEHENG YÊN NAVDARÊN KURDA
Navê hespê Memê Alan, Bozê Rewan,
Navê hespê Siyabendê Silîvî, Daybelqiran,
Navê hespê Evdalê Zeynikê, Gogerçîn,
Navê hespê Dewrêşê Evdî, Hedban,
Navê hespê Bavê Fexriya, Gêjo,
Navê hespê Ristemê Zal, Rexşê Belek,
Navê hespên Kerr û Kulikê Silêmanî Silîvî, Sosik û Nijdî,
Navê hespê Bavê Lalo, Kovê,
Navê hespê Emer Axa Bozê (Destana Memê Alan), Şemlê,
Navê hespê Keyxusrew, Şevdiz,
Navê hespê Cembeliyê Hekarî, Xemrevîn,
Navê hespê Yadoyê Dimilî, Nîgar.
Di bin şiroveyên vê belavkirina Mihemed Erzurum da jî navên hespan yên balkêş hene, ji wana yên herî balkêş şiroveyên birêz Xidirê Rizoyê Gogê ne, ku em li jêr raberî we dikin:
Navê hespê Hemîd Begê torina mala Kose, Gulî,
Navê hespên Koroxlî, Torat û Qirat,
Navê hespê Elîyê Şêr, Dundul,
Navê hespê Emînê Ahmed, Sîqal,
Navê hespê Ferzende begê, Eznewir,
Navê hespê Sehîdê Nado (berxê mala Elî Axayê bavê Dilşayê), Gêjo,
Navê hespê Cemîlê Çeto, Çalo .
Riataza