REME Lİ BAVÊ KERÊ! (*)

REME Lİ BAVÊ KERÊ! (*)

C e m a l î   B a r a n

Lîstika Qeregoz û Hecîwat malûm e. Ew li pêş perdeyekî tê lîstin, zarok lê sêrdikin û gelek kêf jê distînin.

Qeregoz û Hecîwat totik in û bendê wan di dest yekî hoste da ye. Hoste li pişt perde rûdine, bi xwe tucar xuya nake, lê him bi saya tilîyên xwe Qeregoz û Hecîwat dide lîstin, him jî dengê wan derdixe.

Zarok pirî caran bi şerê Qeregoz û Hecîwat bawer dikin, tevî wan kêfxweş û xemgîn dibin… Ev ji bo zarokan ne tiştekî zêde, yan jî ne kêmasî ye, ji ber ku ew zarok in, bi lîstikên han, bi çîrok û çirçîrokan bi rehetî dixapin; heya ku mezin bin, çavê wan vebe, dinyayê nasbikin…

Ev lîstik şerê dewleta Tirk û PKK tîne bîra merivan… Dewleta Tirk di vî warî da hoste ye. Hostatîya xwe ji Dewleta Osmanî (Roma Reş) û Bîzansê (Roma Pêş) tê. Ji Amêrîkîyan jî gelek ders girtine, fen û fût hînbûne. Di tilîyên wan da hezar hezar huner hene…

Bendên destê rastê bi leşkerê serê çîyê û polêz ra, bi medyaya memetçîk ra girêdayî ye. Ev Qeregoz e. Destê çepê bi Serokê Azam Apo û merivên wî ra girêdayî ye; ev jî Hecîwat e..

Sêrkarên xwe jî gelek Kurd û Tirk in. Gelek sîyasetmedarên mixalîf û rewşenbîr… Aştîxwaz û demokrat…

Dewleta Tirk wek Qeregoz laf û gefan dixwe, êrîş dibe ser Hecîwat. Reqîbê wî Apo jî bersîvê dide û şerê hevdu dikin, Kurdistan ser û bin dibe, Kurd di çar alî da direvin…

Hingê beşek ji sêrkaran (Tirkên şovîn) kêfxweş dibin û çepikan lê dixin, beşek jî (Kurdên belengaz) xemgîn dibin, ax û wax dikin…

Hingê hin Kurd û Tirkên rewşenbîr, demokrat û aştîxwaz dikevin navberê, ji herdu alîyan rica dikin ku şer rawestînin, li hev bên…

Hecîwat carina, ji bo xatirê aşitîyê(!) yekalî şer radiwestîne; lê Qeregoz tucar ranawestîne, êrişên xwe didomîne û dibêje bila Hecîwat teslîm be!

Lîstik bi vî awayî bi salan e berdewam e. Qeregoz û Hecîwat li pêş perde ne, Hoste li pişt perde ye û sêrkar lê dinêrin, bi vî şerî bawer dikin, şa û xemgîn dibin…

Hinek rewşenbîr jî bo aşitîyê kar û xebat dikin..

Kes ji karê xwe bêzar nabe..

Ez ji Hoste ra tiştekî nabêjim, ew hoste ye, çi dike dizane.. Ez ji Qeregoz û Hecîwat ra tiştekî nabêjim, ewana totik in û bendê wan di dest hoste da ye.. Ez ji sêrkarên wek zarok ra tiştekî nabêjim, ew bi çîrok û çirçîrokan bawer dikin.. Lê gotina min bi wan kesên “demokrat” û “rewşenbîr”ên Kurd û Tirk ra ye.

Gelo ev çawa sîyasetmedar û rewşenbîr in? Va çendîn car e dixapin? Ew kîngê bi vê lîstikê bihesin?.

Ker bi kerîya xwe sê caran nakeve herî hezazê..

Rame li bavê kerê, lo!

Bavê min, çavê min, dev ji Qeregoz û Hecîwat berdin, berê xwe bidin hosteyê pişt perde! Herdu alîyan jî ew îdare dike.

Êdî vê rastîyê bibînin. Ne xwe bixapînin, ne jî me.

 

GILOK, GİRÊK Û HERÇÎ “MECBÛR…”

Belê, yên ku welat û dewletan îdare dikin hoste ne, xwedî tecrube ne. Ew ji bo bêdengkirina bindestan him ço, him jî derewan bi kar tînin, bi derewan serê xelkê dişon.

Bona vê yekê, di jîyana civakî da gelek kes rastîyê nabînin.

Hin kes jî dibînin, lê ditirsin ku bêjin. Naxwazin serê xwe bikin belayê, eza û cefa bikişînin…

Lê dîsa jî hin kes rastîyê dibêjin. Divê rastî bê gotin. Ger herkes bitirse û bêdeng be, xelk çawa hişyar dibe, derew çawa derdikevin meydanê?

Lê carina mirov ji gotina rastîyê bêzar dibe. Dema ku xelk dereng hişyar be ji xewa kûr, dema ne karibe zû bi zû cilê derewan ji ser xwe bavêje…

Carina hin nas û dost ji min ra dibêjin: “Ma tu ji gotina rastîyê bêzar ne bûyî?”

Na, ne bûme. Divê hin kes ji gotina rastîyê bêzar nebin. Ger mirov bêzar be, kar nîvçe dimîne.

Bawer bin, gotina rastîyê ne vala ye, ev kar di avê da naçe. Ewê, zû yan dereng, berhemên xwe bide…

Civata Kurd jî, ya Tirk jî ji bin tesîra vê lîstika Qeregoz û Hecîwat her diçe xilas dibe. Roj bi roj gelek kes pê dihesin. Hevalbendên PKK jî di nav da…

Divê mirov hêvîya xwe ji însanan nebire…

Dibe ku bê bîra we û hûnê bipirsin: “Gelo yên wek Ehmet Tirk û Osman Baydemir bi vê lîstikê ne hişyar in? Lê Qereyilan, Cemîl Bayik û gelekên dinê?..”

Bi raya min, ew jî hişyar in. Lê bendên ku li dor wan hatine rêstin, nikarin di carekî da jê xilas bin, yan jî naxwazin jê xilas bin. Ango ev halê heyî gor berjewendîya milletê Kurd nebe jî, gor berjewendîya wan bi xwe ye.

Weki şairekî Tirk, Atîlla İlhan dibêje: “Ben sana mecbur um…” (*). Ew jî îro wek mecbûrê Apo ne… Ew wek glokekî li hev hatine rêstin û nikarin zû bi zû ji hev xilas bin. Lê bibê nebê roj bi roj gilok û girêk vedibe…(**)

Bê hêvî ne bin, karê baş di avê da naçe.

(Ev nivîs 13 sal berê di melpera Dengê Kurdistan da derketibû.)
——————————————-
(*) “Ez mecbûrê te me” , yan jî “ez bê te nabim…”
(**) Lê mixabin, vaye 13 salê din derbaz bûn, gilok hîn venebûye…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev