
Mamostayê Université de Rouen Normandie,
endamê Komxebata KURMANCÎyê doktor Salih Akin
3 gotarên xwe yên bi zanyarîyan va dagirtî ji bo malpera RIATAZA şandîye.
Em sipasîya wî dikin û îro nivîsa wî a duduyan çap dikin.
Salih Akin
Wek hemû zimanan, zimanê kurdî ji zimanên biyanî (erebî, tirkî, farisî, fransî, ingilîzî, hvd), di warên vegotina zanistî, siyasî û civakî de peyvan werdigre. Gelekî faktorên zimannasî û yên civakî wergirtina peyvên biyanî geştir dikin : avasaziya pirrzaravayî ya ziman, nivisandina wî ya bi sê alfabeyên cûda, rewşa wî ya civakî (nebûna statuyeke fermî, perwerdeya gîştî, hvd.). Di vê şêweya têkel de, ku nebûna dezgehên neteweyî yên standardîzasyon û termsazî dijwartir dike, pratîk û entegrasyona peyvên biyanî dikevin ser milên axivêrên ziman wek rojnamevan, nivîskar, milîtanên ziman ku bi vî awayî beşdarî nûbûna ziman dibin.
Armancê vê meqalê ew e ku pratîk û entegrasyona wergirtina peyvên biyanî bikole ku di weşanên diyasporaya kurd li Ewropa de çap bûne (rojname, kitêb, ferheng, malperê Internet). Em dixwazin ji aliyek ve dengsazî û nivisandina peyva biyanî bikolin. Ji aliyê din ve, emê li ser entegrasyona peyvsazî û wateyî ya peyvan bixebitin.
1.Korpûsa lêkolînê
Dê pratîkên wergirtina peyvên biyanî di korpûseke ji bingehên niviskî pêk hatiye bên vekolîn. Korpûs van berheman li xwe digre : rojnameyaPeyama Kurd (Elmanya), kovarên Kurmancî (Fransa) û Berbang (Swêd), Ansîklopediya Zarokan (Swêd), malperên Internetê Nefel (Swêd), Netkurd (Swêd) û Kerkûk-Kurdistan (Swêd).
1.2. Çend sinordanînên lêkolînê
Ji ber nebûna lêkolînan li ser vê babetê û pêdiviya lêkolînên berfireh, me vê xebatê bi çend sînoran girêda ye. Yekemîn sînor xwezaya korpûsê ye, ku tenê ji daneyên niviskî pêk hatiye. Ji bo zimanek ku hêdî hêdî dibe xwedî korpûsek niviskî, astengên li ber wergirtina peyvên biyanî mezin xuya dikin : peyvên biyanî dikarin di zimanê devkî de bên bikaranîn beyî ku ew derbazî zimanê niviskî bibin. Duyemîn sînor ew e ku ev lêkolîn dê tenê li ser zaravayê kurmanciyê bê meşandin. Zaravayê ku pirraniya Kurdan dipeyivin, kurmancî di heman demê de zaravayek e ku ji dezgehên neteweyî bêpar maye, û plansaziya wî ya « zimannasiya mîkro û makro » dikeve li ser milên axivêran. Sêyemîn sînor jî li ser tîpa analîza peyvan e, ku ew ê bê konteksên bikaranînê bên şîrovekirin.
1.3. Parametreyên reşweke erenî ji bo wergirtina peyvên biyanî
Berê analîzan, em dixwazin çend parametreyên reşwa zimanê kurdî bibîrbixin. Yekemîn parametre rewşa civakî ya zimanê kurdî ye.
1.4. Zimanekî di navbera înkar û venasînê de
Beyî ku rewşên civakî û sîyasî yên zimanê kurdî bên danasîn, mirov nikare cîhê peyvên biyanî di vî zimanê de bi tevahî têbigîhîje. Pîştî ku bi salan ji tu danasînê sûde wernegirt, zimanê kurdî îro xwedî statuyekî fermî ye li Iraqê.Ev venasîna fermî piştî têkçûna rejîma Saddam Huseyîn di sala 2003an de pêk hat. Qanûna esasîya Iraqê ku di sala 2005an de hate qebûl kirin zimanên erebî û kurdî wek her dû zimanên fermî yên Iraqê da pejirandin. Îro, li Kurdistana Iraqê, di her qadê jiyanê de, kurdî bû zimanê medya, karên dewletê û saziyên giştî. Niha, di dibistanên herêmî û zanîngehê de pirraniya dersan bi kurdî têne dayîn.
Ev rewşa hêvîdar a zimanê kurdî li Iraqê pirr dijberê ya perçeyên din e. Bê guman e ku welatê ku kurdî herî zêde bindest kir Tirkiye ye. Hin lêkolîner qet texsîr nekirin ku sîyaseta dewleta Tirk wek teşebûseke etnosayda linguîstîk bişopînin (Skutnabb-Kangas & Bucak 1994, Skutnabb-Kangas & Philipson, 1999). Pîştî siyaseteke înkar û qedexekirinê, kurdî ji sala 2004an û vir ve dikare di çerçoveya dersên taybet di komeleyan de bê perwerde kirin. Lê belê, li gorî Qanûna Esasîya Tirkiye, ji bilî zimanê tirkî perwerdeya zimanekî din wek zimanê zikmakî timî qedexe ye (made 42). Avakirina kanala TRT-6 ku 24 seat weşanan bi kurdî dike, tu bersîv nade daxwazên bo perwerdeya bi zimanê zikmakî di navçeyên Kurdan de.
Li Îran û Suriyê, tu statûya Kurdî ya siyasî an damezrînî nîn e. Li wan welatan, Kurdî ne di dibistanên taybet ne jî yên giştî de tê fêrkirin (Hassanpour, 1992). Lê ji bo bikaranîna kurdî ya devkî û nivîskî toleransek heye. Weşandina kitêbên ne-siyasî jî her wiha ye.
Piştî Iraqê, zimanê kurdî li diyasporayê, ku di dibistanan de perwerde pê tê dayîn, pêşve diçe. Welatên wek Swêd, Norwej û Elmanya dersên zimanê kurdî bo Kurdên li diyasporayê dijîn di dibistanan de didin.
- Rewşa temasa zimanan
Rewşa civakî û sîyasî ya Kurdan dibe sedema temasa zimanê wan bi gelekî zimanên din re.
– Temasa zimanan li Kurdistanê
Berî her tiştî, temasa zimanan li Kurdistanê diqewime, ev zimanên fermî yên dewletan re, wek erebî li Iraq û Sûriyê, farisî li Iranê, û tirkî li Tirkiyê. Ji derveyî Iraqê ku Kurd bi zimanê xwe perwerdedibin, li perçeyên din ew perwerde bi zimanê fermî yên dewletan tê dayîn. Di wan perçeyan de zimanê kurdî di malbat û têkilîyên civakî de diveguhize nifşên din. Lê Kurd her diçe, bi rêya medya, televîzyon, û îdareyan, di nav zimanên serdest de noqdibin. Loma jî pirraniya Kurdên li van navçeyan dijîn duzimanî ne.
– Li diyasporayê
Du re, kurdî li welatên Yekîtiya Ewropayê de di temasê de ye, ku di salên 1960an de diyasporayek kurd pêk hat. Di destpêkê de, Kurdên Tirkiyê di çerçoveya peymanên di navbera hiqûmetan de, wek karker dihatin Elmanya, welatên Benelûks, Awistirya, Swîsre û Fransa. Lê bûyerên sîyasî rengê koçberiya Kurdan guhart. Rejîma Îslamî li Îranê (1979), darbeya eskerî li Tirkiyê (1980) û operasyon û komkûjiya Anfalê li Iraqê (1988) rêya bi hezaran Kurdên penaber dan ber bi welatên Ewropaya rojava û Emerîka ya bakûr ve. Herçendî serjimêriyek fermî a Kurdên diyasporayê tune be jî (ji ber Kurd wek welatiyek fermî nayên qebûl kirin), tê texmîn kirin ku dora mîlyonek Kurd li Ewropaya Rojava dijîn.
Li gorî G. Sheffer (1993), diyasporayek ji sê taybetmendîyan pêk tê. Yekemîn taybetmendî bawerî û daxwaza nasnameyeke qewmî an neteweyî ne. Ya duyemîn hebûna rêxistineke olî û/an çandî ya gruba diyasporayê li xwe digre, û ya sêyemîn jî ji temasên rastî an jî nîgaşî bi erd an jî bi welatê jêder re pêk tê (Bruneau, 2004 23-24). Ger em van taybetmendîyan li rewşa Kurdan cîhbicîh dike, emê bibînin ku Kurd dikarin wek grubek diyasporayê bên pejirandin. Pirraniya Kurdan li nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derdikevin, û çawan seferberbûna wan a di meş û mitîngên ji bo mafên xwe yên çandî û zimanî jî nîşan dide, Kurd li Ewropayê toreke komeleyî û civakî sazkirine. Bê guman, pîrozkirina cejna Newrozê (21 Adar) yek ji van seferbûna herî girîng e. Çend bûyerên din wek komkûjîya Helebçê dibin sedema vegotina grubî ku bi şopa tromatîzma û şerê nîşankirî ne.
Rewşa diyasporayê faktoreke dî ya temasa zimanan e : li gorî dewletên Kurd lê dijîn, zimanê kurdî li Fransayê bi fransî re, li Elmanyayê bi elmanî re, li Îngilîstanê bi îngilizî re, li Swêdî bi swedî re di temasê de ye. Wek em dibînin, çî li Kurdistanê û çî li welatên diyasporayê, û dema ku em statûya zimanan hildin ber çav, rewşa temasê danûstandinek nehevtayî (asîmetrîk) pêşkeş dike ku li dijî kurdî ye. Li li aliyê din, ev rewş rê dide li wergirtina peyvên biyanî.
- Peytandina peyvên biyanî
Me du krîter bikaranî bo peytandina peyvan di korpûsê de. Peyvekî biyanî di zimanekî biyanî de xwe bi du aweyan dîyar dike : bi îmlaya xwe ya ku avasazîyeke fonografîk a biyanî dîyar dike û bi wateya xwe. Herçî pirraniya peyvan di dema transfera xwe ya ber bi zimanêkî biyanî ve bi adaptasyoneke grafîk re rû bi rû bimînin jî, ji ber avasazîya xwe ya nîşangerî (semîyotîk), îmla wek yekemîn faktora venasîna peyvek biyanî derdikeve holê.
Peyvên biyanî di zimanê kurdî de dikarin bi du kategoriyan bên dabeşkirin. Yekemîn kategorî van peyvên biyanî yên dîrokî li xwe digre, ku zimanê kurdî ji zimanên wek erebî, tirkî, farisî wergirtiye ji ber ku ew bi wan re her tim di temasê de bû. Entegrasyona îmlayî û wateyî ya vê kategorîyê kêm zêde tewav bûye, loma dema axivêr peyvên wek exlaq, hiqûq, xestexane bikartînin, ew nizanîn ku ev peyv ji zimanê biyanî ketine nav kurdîyê. Ev peyv îro di zimanê rojane de tên bikaranîn û bo zimanê kurdî bûne gencîneyek girîng. Kategoriya duyemîn jî ji peyvên biyanî pêk tê ku kurdî ji zimanê wek fransî, ingilîzî, elmanî wergirtiye. Hêjmara van peyvên biyanî ku di destpêkê de di weşanên diyasporayê de hatin bikaranîn, bi saya teknolojiyên nû yên ragihandinê îro her diçe zêde dibe. Di vê lêkolînê de emê tenê li ser van peyvên biyanî bisekininku di veşanên diyasporayê de hatine veguhestin.
- Tîpolojiya peyvên bîyanî
Li gorî F. Neveu « gotina peyva biyanî pêvajoya ku zimanekî ji gencîneya zimanekî din peyvek werdigre binavdike. Dirêjahiya demî ya vê pêvajoyê pirr guhêrbar e û bi kodîfîkasyona kêm zêde bi lez a bûyereke vegotinê di zimanê de tê diyarkirin. (2011). Peyvên biyanî li gorî hêlana xwe yên entegrasyonê di zimanê wergir de tên dabeşkirin. Tîpolojiya klasîk wan bi sê kategoriyan dabeşdike : peyvên biyanî yên « xwezayî bûyî », ksenîzm û peregrînîzm (Deroy, 1956)
Ksenîzm merhaleya yekemîn a wergirtina peyva biyanî ye : peyveke zimanekî jêder di çanda zimanê wergir de rastiyeke biyanî binavdike û ev zimanê wergir vê peyvê bikartîne. Bi aweyekî din, rastiya ku peyvê biyanî tîne ziman di zimanê wergir de nîne. Gelekî peyv di Ansîklopediya Zarokan dikarin wek ksenîzm bên pejirandin : îshokey, îglo, kowboy, şempaze, slalom, pengûen. Hesta biyanîtî girêdayê nivisîn û dengsazîya peyvên biyanî ye û her wiha rastîyên ku ew tînîn ziman e. Taybetmendiya peregrînîzm ev e ku ew her tim nayên bikaranîn û belavbûna wan di nav axivêran de bi sînor e. Ew xwe wek peyvên rêwî nîşandidin û armanca bikaranîna wan jî pirranî bi stîlê ve girêdayî ye. Loma jî ji wan re « peyvên biyanî yên lûks » tê gotin. Di korpûsa me de gelekî peyv bi vê rengê peyda dibin : sekûler, konspîrasyon, alians, bîseksuel,ekolojî, fundamantalizm,konsensûs, patriyarkalizm, îdentîtet.
Lê belê « peyvên biyanî yên xwezayî bûyî » ji van peyvan pêk tên ku ziman wan asîmîleya sîstema xwe ya dengsazî, morfolojîk û wateyî kirîye û ku şêla xwe ya biyanî bi tevahî an jî qismî hinda kirine. Ew dikarin wek encama pêvajoya derbasbûna peyvekî ji zimanekî bo zimanekî din bên pejirandin. Peyvên biyanî yên xwezayî bûyî ji sê beşan pêk tên : peyvên biyanî yên leksîkî, peyvên biyanî yên wateyî, qalibênmorfolojîk û têkilhev.
Peyvên biyanî yên leksîkî mezintirîn kategoriya peyvan in ku zimanê wergir adapteya sîstema xwe kiriye. Peyvê biyanî, xwedî nîşander û wateyek, bi adaptasyoneke dengsazî ketiye nav zimanê wergir de. Digel kur pirrwateyî ya peyvan ber bi qelsbûnê ve diçe jî,pirraniya caran, peyv wateya xwe ya jêder diparêze : stratejîk, protesto, kontrol, diyalog, globalîzm.
Peyvên biyanî yên wateyî ev peyv in ku nîşandera wan nagihure, li wateyekî nû li nîşanderê heyî tê zêdekirin. Wek gelekî zimanan di derbarê ferhengoka kompîturê de, zimanê kurdî jî wateyekî nû li peyva mîşk zêdekir ku ew jî hacetê kompîturê ye ku mirov pê dikare li ser ekranê fermanan bide. Peyva ferman jî wateya kompîturî li xwe zêdekir.
Qalibên morfolojîk peyvên biyanî werdigerînin di nav zimanê wergir de. Bi gotineke din, peyvên zimanê wergir tên seferberkirin bo afirandina nîşander û wateyekî nû. Ferhengoka sporê gelekî nimuneyan dide : nîv-meydan, dirêjîya meydana lîstikê. Li aliyê din, ji bo afirandina peyveke nuh, zimanê wergir dikare tenê hêmanekî peyva biyanî werbigre û wî bi çavkaniyên xwe tewav bike. Ji bo van peyvan qalibên têkilhev tê gotin ku em dikarin bi van nimuneyan destnîşan bikin : ê-name, ê-pîrtûk, otorê.
4.1. Katekoriyên rêzimanî
Pirraniya peyvan têkildarê vê kategoriyê ne ku termsaziya rêzimanî bi « lêka vekirî » binavdike û ku ji nav, rengder, lêkeran pêk tê. Li gorî heman termsaziyê, « lêka girtî » pronav, gihanek û daçekan li xwe digre. Di korpûsê de, gelekî nav (kontrol, diyalog) û rengder (aktîv, vertîkal) û rengderên lêkerî (demode, terorîze, îzole) hatin dîtin.
Di korpûsê de, me lêkerên biyanî peyda nekir. Nebûna wan jî dikarin bi astengîyên morfolojîk û wateyî bê îzahkirin. Bikaranîna rengderên lêkerî di şûna lêkeran de dest dide ku rê li ber van astengîyan bê vekirin. Rengderên lêkerî wateya lêkeran tînin ziman, beyî ku pirsgirek di derbarê entegrasyona wan a morfolojîk û hevoksazî de derkeve holê.
5. Pêvajoya entegrasyonê
Di pêvajoya entegrasyonê di zimanê wergir de, pêdiviya peyvên biyanî berê her tiştî bi îmlayekî heye. Bijartina îmlayê girêdayê gelekî faktoran e, ya herî mezin jî sîstema kodkirina zimanê wergir e.
5.1. Entegrasyona fonografîk
Peyvên biyanî tu car bi formên xwe yên esil nakevin zimanê kurdî, eviya jî bi taybetmendîyên dengsazî û grafîk ên zimanê kurdî ve girêda ye. Dema ku dengên zimanê jêder di zimanê kurdî de tûne bin, ew bi nêzîktirîn dengên zimanê kurdî ve tên guhertin. Wek tê zanîn, zimanê kurdî zimanekî fonetîk, ango her dengê bilêvkirî tê nivîsîn, û her dengê nivîsandî tê xwendin. Li aliyê din, çend peyvên ku bi heman awayî tên bilêvkirin, bi tîpên cûda tên kodkirin.
alerjî
alfabe
ampûl
anons
asansor
astronot
atolye
bakterî
bale
bank
baterî
bisiklêt
burjuwa
dedektîf
demokrasî
santer
flaş
folklor
flût
kowboy
kameraman
master
prose
Bi aweyekî giştî, em dikarin bibînin ku zimanê kurdî forma dengsazî, û ne ya grafîk a zimanê jêder, werdigre û dinirxîne. Ev stratejî dest dide ku ev peyv bi parastina taybetmendîyên xwe yên destpêkê têkevin nav avasazîya fonetîk a zimanê kurdî. Yek ji meyla vê adaptasyonê xwe bi ketina dengdar û bêdengên ku di zimanê jêder de nayên bilêvkirin nîşandide. Peyvên alerjî, alfabe, anons, astronot, bakterî, bank vê adaptasyonê derdixe holê ku xwe tenê bi nivîsandina hêmanên tên bilêvkirin dîyardike.
Adaptasyona peyvên din bi çend astengan re rû bi rû dimîne.
ampûl
asansor
anons
atolye
baterî
beton
bisiklêt
entegrasyon
demonstrasyon
şofêr
Ketina denga /ә/ ya kerr di peyvan de sîstematîk e. Çend guherînên îmlayê jî ji nivîsandina peyvan a cûda di kurdî de peyda dibin. Tîpa î dengdara /i/ derdixe. Hêjahîya tîpa e ji dengdara /e/ ya girtî nêziktir e ji /ε/ ya vekirî. Çend meylên din astengîyên dengsazî yên zimanê kurdî derdixin holê. Em dibînin ku dengdara ku li gorî dawerên APIyê[1] bi /œ/ tê nivîsîn, di kurdî de dibe /o/ (asansor) û /e/ (şofêr), ji ber ku ev deng di kurdî de tûne. Bi heman awayî, nîv-dengdara /j/ carna bi /u/ tê nivîsîn (konkurens), carna jî bi /y/ (flût). Dengdara /u/ carna dirêj dibe û bi /y/ tê kodkirin (ampûl). Dirêjahîya çend dengdarên din jî kêm dibe : wekî dengdara /ε/ ku di peyva bisiklêt de, ji ber dengdarên girtî yên berî wê, wek /e/ tê bilêvkirin. Nebûna dengdarên difinî[2]di kurdî de dibe sedema bêdengbûna wan. Ev meyl di hemû dengdarên fransî yên pozî de tê dîtin, çî di destpêk, di nîv an jî di dawîya peyvan de bin (entegrasyon, demonstrasyon, beton).
5.2. Entegrasyona morfolojîk
5.2.1. Zayend û jimar
Yekemîn parametreya ku em dixwazin bikolin lêbarkirina zayendê li navan e. Wek tê zanîn, digel ku di çend devokan de ber bi qels bûne ve diçe jî, di kurmanciyê de zayend heye. Yek ji van qaîdeyên ku lêbarkirina zayendê îzah dike ev e ku peyvên biyanî ku tiştan nîşandidin di kurdî de zayendê mê werdigrin. Zayenda jîndaran jî li gorî cînsê wan tê dayîn. Loma, digel ku zayenda peyvên enstîtû, atolye, bale di fransî de nêr in, zayendê mê li wan tê barkirin. Heman qaîde li peyvên zimanên bê zayend jî (tirkî, macarî) tê tetbîq kirin.
Di derbarê jimar de, peyvên biyanî bi heman astengîyên peyvên kurdî re dûçar dibin û bê pirsgirek, paşpirtikên nebinavkirî werdigrin : enstîtûyek,enstîtûyan.
5.2.2. Afirandina peyvên nû
Nîşana entegrasyonê di zimanê wergir de, peyvên biyanî di heman demê de di afirandina peyvên nû de jî tên bikaranîn. Ji bo vê yekê, di zimanê kurdî de ku zimanekî fleksîyonel e, nêzîkî sed paşpirtik û bîst pêşpirtik hene. Ji aliyê din, di zimanê kurdî de jimarekî mezin peyvên yekkîte hene, afirandina peyvên nû pirrî caran bi pevgîhandina kîteyan pêk tê. Dema ku mirov lê peyvên nû dinêre ku ji peyvên biyanî hatine afirandin, bi hêsanî tê dîtin ku ew li gorî avasazîya kurdî hatine hilbirandin.
– Dariştin
Peyvên nû ku bi dariştinê hatibin afirandin kêm in. Ji aliyê din, di korpûsê de tenê paşdariştin tê temaşe kirin, pêşdariştana peyvan tu carî neqewimî. Paşpirtika –î ji rengderan substantîf (nav) û ji navan jî rengder dihilbirîne, paşpirtika –tî jî ji navan tenê navên nû çêdike.
bank → bankî (n. →rgd.)
anormal → anormaltî (rgd. →n.)
abone → abonetî (rgd. û n. → n.)
kompozîtor → kompozîtorî (n. → n.)
profêsyonal → profêsyonalî (rgd. û n. → n.)
gêrîla → gêrîlatî (n. → n.)
Li aliyê din, paşpirtika – î di çend rengderên biyanî de jî tê bikaranîn, ku şêweke kurdî ya xurt dide peyvên nuh afirandî.
kolektîf → kolektîfî (rgd. → rgd.)
fatalîst → fatalîst (rgd. → rgd.)
înternasyonal → înternasyonalî (rgd. → rgd.)
Ev meyl xwe di hilbijartina hêmanên bên wergirtin de jî nîşandide da ku şopa kurdî bi qewet bibe. Nimuneya cendirmetî balkêş e. Ev peyv ji cendirme û lêzêdekirina paşpirtika – tî hatiye afirandin. Cîhê ku kurdî vê peyvê rasterast ji fransî (gendarmerie) an jî tirkîyê (jandarmalık) werbigre, ew wê adapteya avasazîya xwe ya dariştinê dike. Ger nav û rengder bi hêsanî ji zimanê biyanî bên wergirtin, mirov nikare heman tiştî ji paşpirtikan re jî bibêje ku di lêka girtî de cih digrin.
– Kompozîsyon (pevgîhandin)
Di afirandina peyvên nuh ji peyvên biyanî de, awayê herî zêde tê bikaranîn kompozîsyon e. Du peyvên heyî (hêmanek peyva biyanî û hemanekî kurdî) bo afirandina peyveke nuh tên pevgîhandin. Peyva biyanî dikare nav an jî rengder be, hêmanê kurdî jî dikare hêmanekî rêzimanî an jî leksîkî be.
Kompozîsyana bi pêşpirtikandin pirr kêm hat dîtin. Hêmanên rêzimanî yên kurdî bê (bêteror) û ne (nedemokratîk) li peyvên biyanî zêde dibin. Em dikarin bibînin ku nebûna tîreya hevedûdanê lehîma leksîkî hêsantir dike.
Li aliyê din, kompozîsyona bi paşpirtikandin ji dur ve awayê herî serdest e. Cureyên leksîkî yên tên bikaranîn danîşana berhemdarîya vî awayî ne. Em di nav wan de paşpirtikên lêkerî wek ker, ger, gêr,kerî, gerî (kirin) dibînin.
gol → golker
alkol → alkolker
reklam → reklamger
bank → bankgêr
Koka dema niha ya lêkerên avetin (- avêj), parastin (-parêz) et lîstin (-lîz) di afirandina peyvên nuh de tê bikaranîn :
gol → golparêz
gol → golavêj
roket → roketavêj
fûtbol → fûtbollîz
alkol → alkolfiroş
Di heman demê de, paşpirtikên navê meslekan ji lêkerên kirin û firotin tên darişandin :
alkol → alkolkerî
alkol → alkolfiroşî
reklam → reklamgerî
bank → bankgêrî
– Afirandina lêkeran
Peyvên biyanî di afirandina lêkeran de jî peyda dibin. Pirraniya wan ji rengderên lêkerî pêk tên. Çawan me dît, di korpûsê de lêkerên biyanî di formên xwe yên bingehîn de nayên wergirtin. Ji ber vê yekê jî, bo bêbandorkirina astengîyên morfolojîk û hevoksazî, zimanê kurdî rengder û navên biyanî bikartîne. Lêkerên alîkar wek bûn û kirin di van afirandinan de serdest in. Ev lêker ku li gorî modalîteya têper (gerguhêz) û a netêper (negerguhêz) ku li lêkerên nuh afirandî bê barkirin tên hilbijartin, peywendîdarê « lêkerên sivik » in (light verb) (Wohlgemuth, 2009). Di gelekî zimanan de, lêkerên sivik wek stratejiyeke serdest a entegrekirina lêkerên biyanî derdikevin holê. Di nav rengderên lêkerî de, me evanan dît : îzole, adapte, marjînalîze, angaje, entegre :
Afirandina bi bûn Afirandina bi kirin
angaje bûn îzole kirin
entegre bûn adapte kirin
îzole bûn marjînalîze kirin
adapte bûn angaje kirin
marjînalîze bûn entegre kirin
Rengderên xwerû jî di afirandina van lêkaran de peyda dibin : demokratbûnanormalbûn. Bikaranîna navan dibe sedema curebûna lêkerên alîkar : gol avêtin, gol kirin, bombebarandin, bombebaran.
5.3. Entegrasyona wateyî
Ji bilî çend awarteyan, peyvên biyanî wateya xwe ya di zimanê jêder de diparazin. Ji ber ku em konteksta bikaranîna peyvan nakolin, em nikarin guherîna wateyan li gorî axivêran û rewşa ragihandinê derxînin holê. Lê mirov dikare bi hêsanî bibîne ku peyvên biyanî tenê bi yek wate dikeve zimanê kurdî û pirwateyîya xwe hindadikin. Di vî derbarê de, nimuneya peyva gol balkêş e : ew di kurdî de tenê wateya encamê a lîstîkan dîyardike, lê wateya qalewan ku di fransîyê de heye di kurdî de dernaxe. Heman qelsbûn di peyva kampanya de jî tê dîtin. Wek tê zanîn, ev peyv di kurdî de wateya dema çalakîyan, propaganda, reklam dide, lê wateya gund ku di fransîyê de heye hindakiriye. Wateya hin peyvan jî diguhere : apartiman di wateya jîngehê (bîna) ; lavabo bo destnîşankirina daşîr (tuvalet) di xwaringeh û qahweyan de tên bikaranîn.
- Çend encam
Bi awayê gîştî, peyvên biyanî di zimanê kurdî de baş entegre dibin. Di rewşa temasa ziman li diyasporayê de, zimanê kurdî ji peyvên biyanî re gelekî vekirî û bihurbar xuyadike. Her çî nebûna dezgehên neteweyî ya termsazî û standardîzasyonê di vê pêvajoyê de rolekî mezin bilîze jî, peyvên biyanî bi telafîkirina kêmasîyên leksîkî zimanê kurdî dewlemendtir dikin. Lê divê dereceya belavbûn, venasîn û bikaranîna peyvên biyanî ji êaxivêran ve bê vekolîn. Pêdivî bi berfirehkirina lêkolînê bi zimanê devkî jî heye, ji ber ku pirraniya Kurdan bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nabînin.
Li aliyê din, mirov dikare beşdarbûna endamên diyasporaya kurd li Ewropa bi rêya weşanên nivîskî û Internetê, wek perçeyeke plansaziya ziman binirxîne. Gelekî Kurdên ku ji welatê xwe dur dijîn, ku li wê ziman û çanda wan di bin qedexe û gefan de ne, azadî û îmkanên diyasporayê bikaranîn da ku tekoşîna xwe ya di derbarê parastina ziman û çanda xwe de berdewambikin. Wek xebatên grubên Kurmancî û Vate jî nîşandidin, xebatên Kurdên diyasporayê piştgirîya nûkirin û zîndîkirina zimanê kurdî dikin (Akin, 2011).
ÇavkanÎ
Akin Salih, 2002, « Motivations phonologiques de la neutralisation d’une catégorie grammaticale dans un parler du kurde », LINX n°45, rr.147-155
Akin Salih, 2006, « L’alphabet kurde adapte aux caractères latins », L’orthographe en questions, Collection DYALANG (sous la dir. R. Honvault-Ducrocq), PURH, rr.321-333
Akin Salih, 2007, « Intégration graphique des emprunts en langue kurde », Actes du colloque “Ecritures en contact”, Université de Paris III-Sorbonne, rr.27-42
Akin Salih, 2011 « Language planning in Diaspora : The case of Kurdish Kurmanji dialect », Journal of Estonian and Finno-Ugric Linguistics, 2-1, Ed. by Urmas Sutrop, Karl Pajusalu and Mari Mets. Tartu: Tartu Ülikool: rr.10-29.
Bruneau Michel, 2004, Diasporas et espaces transnationaux, Anthropos, col. Villes-Géographie, 249 r.
DEROY Louis, 1956, L’emprunt linguistique, Paris, Belles Lettres, 470 r.
EDWARDS John, 1992, « Sociopolitical aspects of language maintenance and loss: towards a typology of minority language situations », in FASE W., JASPAERT K., S. KROON,Eds.) Maintenance and Loss of Minority Languages, Amsterdam, John Benjamins, 403 r.
NEVEU franck, 2011, dictionnaire des sciences du langage, A. Colin, 390 r.
Niklas-Salminen Aïno., 2006, « Le xénisme français laïcité en finnois contemporain », Mots. Les langages du politique, n° 82, L’emprunt et sa glose, rr.37-47
SABLAYROLLES jean-françois, 2002, « fondements théoriques du traitement des néologismes », Revue française de linguistique appliquée, n°7, rr.97-111
Sheffer G. (1993). « Ethnic Diasporas : a threat to their hosts ? », International migration and security, Weiner M. ed., Westview Press, Boulder, rr.263-285
Skutnabb-Kangas Tove &Bucak Sertaç, 1994, « Killing a mother tongue ‑ how the Kurds are deprived of linguistic human rights », in Skutnabb-Kangas, Tove & Phillipson, Robert, (eds.), in collaboration with Mart Rannut. Linguistic Human Rights. Overcoming Linguistic Discrimination. Contributions to the Sociology of Language, Berlin & New York: Mouton de Gruyter, rr.347-370.
Skutnabb-Kangas Tove &Phillipson Robert, 1999, «Linguistic Genocide and Human Rights – Kurdish Considerations »,in Sundqvist, Petra, (ed). The Kurds. Perspectives on a Unique Culture. Helsinki: Suomen Rauhanliitto YK-Yhdistys, rr.25-48.
Wohlgemuth John., 2009, A typology of verbal borrowings, Berlin ; New York : Mouton de Gruyter, 442 r.
[1] API : Komeleya Nawneteweyî a Fonetîkê
[2] Dengdarên difinî ev dengdar in ku ji kanala difin/ pozê derbas dibin.
Riataza