Jina Amazonî jî êşê dikişîne, lê weke amazonekê

Jina Amazonî jî êşê dikişîne, lê weke amazonekê

Nivîseke xweş ji nivîskarê malpera me, nivîskarê ser asta cihana medenî

 Semyanî Perîzade û strana wê “Xewna Berevajî”

H.Kovan Baqî

 

Di vê stranê de xweşik dike êşê weke zarokeke pêçekê. Te dî gava tu tillîka xwe dibî ser lêvê, kennekî germ û ‘henûn ji lêvê dinizile serê tillîkê û nava te dadigire bi wê şabûna go nayê payanê.

Ez behsa Amazona kurd Semyanî Perîzade û strana wê “Xewna Berevajî” dikim helbet, lê lêê…

Semyanî Perîzade, bi vê strana xwe, qinyeta me dixe cî, go “rêyên fêrbûyî” têgiha herî bi talûke ye bo însên. Lewra rêyên fêrbûyî meriv ji rastîya meriv dûr dixe û ber bi “nexwebûnê” ve dibe. Belbî jî a qenc ew e go meriv ji rêyên fêrbûyî derkeve û di “bêrêtî”yê de xwe bigihîne qina resenîya xwe – te dî ewa go jê re dibêjin, “guneh.”

Di vê strana “Xewna Berevajî” de pirrengîya awazê dinizile nava kakila sewta jinê û sewt û awaz bi hev ve dikelin, dime’hin. Ji vir şûnde Tantrîk hildikişe qata Nîrvana û mestbûna îllahî dest pê dikê.

Bi destpêkirina stranê re, li ser textê Nîravanayê, “dil” dibe doşeka şifayê, “sewt” dibe hemêza yarê, “xem” dibe xemzeya “raz”ê, balîfa we’hşî dibe palpişta xiyanetê û bi ‘hesreta milyon salî berevajî dikin xewnê.

 

Lawiko, neşidîne giyanê min

Hê ku heye re’hma min! 

Bi vê hemêzkirinê re êş vediguhêze hezê, hez vediguhêze arezûyê û arezû xwe ‘helal dike bi agirê êş û ‘hesretê.

Ji vê kombînasyona êşê, hezê, xiyanetê, ‘hesretê û arezûyê Kamasûtrayeke yezdanî pêktê. Lihêf dişemite ji ser êşa xiyanetê, êş ji şerman dikeve binê balîfê. ‘Efûxwestinek û ‘efûkirineke mazoşehwetî diqewime li wê. Qirrçeqirrça şikestina diranên şeh dibe melodîyeke tantraîk li dîwana pirrdengîyê û dertê ji gewrîya pirrjintîya Perîzadeyê. Ev e qudreta zarê jinê. Li perestgeha eşqê lêv hiltên û bexşandinê dixwazin ji lêvên jinbûna êşê, kulê, xemê, ‘hesretê. Lêv bi re’hma jinê dibexşîne gunehkarîyê. Şingeşinga meqesê tê, dibirre bermemikên barbar ji ser rûyê gunehkarîyê. Birq û şewqa gunehkarîyê û bedewîya Lîlîtê, êşê dertîne ji binê balîfê û ew armonîya yezdanî tê holê; nermik nermik belav dibe li seranserê dinyaya navê, lema hê jî sermest û sewsî me li ber vê awazê, we’azê, zê….

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev