
Meriv hema dixweze bawer bike, ku ji hemû miletên cihanê pirtir kurd medya civakî bi kardarî û kêrhatî bi kar tînin bona parastina edet û toreyên me, pêşxistina ziman-zarav-devokên me, lêkolîna dîroka gelê me, ji windabûnê xilazkirina nimûneyên zargotina me, ji bo… li ser koka xwe a qedîm û qewîn şîn bin û gul vedin…
Fermo, nimûneyeke bi îzbat ya gotinên min kurmancîkirina berhemên bi zaravê soranî ne.
Şêrko Bêkes
Kurmancîkirin: Muhsîn Özdemîr
Ku zarok bûm
Ku zarok bûm
Li cem diya xwe radizam
Her şevê min daxwazek jê dikir
Min digot, dayê! tê ji min re erebê bikirî?
Digot, serçavan, lê bi şertê ku rakevî
Min digot, dayê! tê min bibî parka herî mezin a dinyayê, hêlaneyê bikim?
Digot, çima ne, dilê min, serçavan
Lê bi şertê ku rakevî.
Şevekê min jê pirsî, dayê!
Heke mezin bibim,
Ez ê bigihêm daxwaza xwe?
Got, dilrihet be, tu yê bigihêyê, lê bi şertê ku rakevî.
Ewqasî raketim,
Heta ku mezin bûm û
Daxwaza min biçûk bû.
Sal ser re derbaz bûn
Dûh şevê diya min hat xewna min,
Got, kezeba min!
Niha jî şevan berî ku rakevî,
Daxwazên te, tên bîra te?
Min got, şevan ez narazêm!
Got, çima ez gorî!
Ma te daxwazeke din heye?
Min got, daxwaza min ew e ku tu li cem min bî
û
Wekî din tu daxwazên min tunene dayê can.
Got, başe, dilê min başe,
Îşev ez ê werim xewna te
Lê bi şertê ku rakevî, şîrînê min…
Heke bimrim
Heke bimrim
Ji axê re bêjin:
Bila bedena kurdeke din di xwe de nehewîne
Ji avê re bêjin :
Bila lehiya rondikan
ber bi Kurdistanê ve neherikîne.
Ji bayê re bêjin:
Bila doqikên xwe
li dilê dayîkên Kurdistanê nede.
Ji rojê re bêjin:
Bila agirê xwe yê xezebdêr
ji serê Kurdistanê hilîne.
Ji şevê re bêjin:
Pencereya hêviyê
bi ser rûyê tu kurdî de negre.
Û ji Xwedê re bêjin:
Bila dakeve û
hema çend kêliyan be jî
Bibe kurd…
Vêga keçek welatê min e
Silaveke dûr û dirêj
Navê min por e
Welatê min serê jinekê ye
Ji sê aliyan ve dora min girtine
Bi hîcabê!
Çendîn sal e zindanî me
Ne tav dikare bê serdana min
Ne ba
Nahêle biçim derê û
Rê jî nade
Tu helbest an awazek
Werin cem min.
Lê êdî
Min bi dizî
Bi tiliyan re lihev kiriye
Îşev em ê zindana min bibrin
Ez ê azad bibim
Piştre jî em ê hîcabê
Bidin destê çeqmeqê
Li ser lûtkeyê herî bilind
Li ber çavê hemû şaşikên dinyayê
Bişewitîne!
Riataza