
Lêkolînerekî binavûdeng bi taybetî ji bo malpera me nivîseke gelekî balkêş şandîye,
ku bi xwendina wê her kes bi gelê xwe, bi dîroka xwe û bi xudanê nivîsê va serbilind dibe.
Fermo, hûn jî vê lezetê bibînin, ku me dît.
Kurdîya wê ya Kurmancî: Zîya Avci (Elîşêr)
Çavkanî: Dîwana Pîremêrd
Di warê vê Benda Dîrokî da, seydayê Hawar, di rûpela 343an a kitêba xwe da wiha nivîsandîye: “Pîremêrd ji destxetekê vê sirûda xwarê neqil kirîye û li ber wê vê nota han nivîsandîye:
Tê gotin, di sala 1878an da, Muşîr Osman Paşayê tirk, bi esker û artêşeke giran ve çûye ser Bedirxan Paşayê Mîrê Cizîra Botan. Leşkerê tirk di malbenda Bedirxan Paşa da xêwet û bargeha xwe vedane û xwe amade kirine ku serê sibeyî di wextê şebeyxwînê da bajon ser leşkerê Bedirxan. Yek ji maqûl û xwedî hêz yê mirovê Bedirxan Paşa yê navê wî Hesen Hewîr, bi şev bi dizî kincên eskerê Osmanî li xwe dike û ji nav esker û bargeha Osmanîyan derbas dibe. Dema ku Muşîr Osman Paş di xew da ye, Hesen Hewîr dikeve nav xêweta wî û bêdeng û bi awakî hişyar, kincên bi sûrme yên Paşa bi hemî nîşan û madalyan ve hil dide û diçe. Xencera xwe ya Xoresanî datîne li ser maseyê û nameyeke bi vî awayî jî ji Muşîr Osman Paşa ra dinivîse û dibêje: “ez Hesen Hewîr im, ez ji bo serê te jê bikim û te bikujim hatibûm. Lê tu di xewda bû, min dest ji kuştina te berda. Ji ber ku eger mirov dijminê xwe di xewda bikuje, nemerdîyekî mezin e”. Bi vî awayî Hesen Hewîr ji xêwet û baregeha Muşîr Paşa derdikeve, siwarê hespê xwe dibe û tê li ba Bedirxan Paşa. Cil û berg, eşya û madalyên Muşir Osman Paşa pêşkêşî Bedirxan Paşa dike. Serê sibeyî leşkerên Bedirxan Paşa diajon ser leşkerê Osmarîyan û ew tar û mar dikin.
Di wextê kevin da, dema ku kurd diçûn şer, her grubekê kilam û stiranên xwe yên taybetî distiran û digotin. Her grubekê li ser navê serokekî cûre stiran û sirûdekê digot. A li vir jî çend rêz yên Hesen Hewîr in yên din jî yên grubên din in.
Desteya Xelef:
Min Xelef im, newey kurd
Katêk hatim destûbird
Ebînî leşkerim le naw bird
Osman Paşa li tirsa mird
Fermanî mîrî Botan e
[Ez Xelef im, nifşê kurd
Dema hatim destûbird
Dibînî leşkerê te ji nav bir
Osman Paşa ji tirsa mir
Fermana mîrê Botan e]
Desteya Mîrê Şêrnexê:
Cizîrê xot Cizîrê
Lê dê dengî nefîrê
Zabit bestin be zencîrê
Bigrîn şazyan be esîrê
Fermanî mîrî Botan e
[Cizîr e xweş Cizîr e
Jê tê dengê borî ye
Zabit girêdan bi zincîr e
Bigrîn meymûnî bi esîr e
Fermana mîrê Botan]
Desteya Axayên Dêrgulê:
Ew şerr le milî xan e
Xan emrî daye kurdan e
Hêz berne ji ser topxan e
Be xwên sûr bê em meydan e
Fermanî mîrî Botan e
Dêrgull e xoş Dêrgull e
Bedirxan Beg sûrgull e
Le Osman Paşa bekull e
Cêy Osman Paşa jêrgill e
Fermanî mîrî Botan e
[Ev şer li milê xan e
Xan emir daye kurdan e
Hêz bibin ser topxan e
Bi xwîn sor be ev meydan e
Fermana mîrê Botan e
Dêrgul e xweş Dêrgul e
Bedirxan Beg sorgul e
Li Osman Paşa bi kul e
Cihê Osman Paşa bin ax e
Fermana mîrê Botan e]
Desteya Hesen Hewîr
Bijî Hesen Hewîrê
Belamar dan wek şîrê
‘Esker le çiyan helldêrê
Ordû şika serûjêrê
Fermanî Mîrî Botan e
[Bijî Hesenê Hewîrî
Êrîş bir wekî şêrî
Esker ji çiyan hildêrî
Artêş şika ber bi jêrî
Fermana mîrê Botan e]
Not: Îhtîmala şaşîyeke nivîsandinê di tarîxa 1878an da heye. Tarîx gerekê 1846 be.
Wêne: Rebwer K Tahir
Riataza