
Tîpguhêzî û Kurdîya Kurmancîya wê: Zîya Avci (Elîşêr)
Bo Mistefa Saib
Misto wa diyar e toş cilxwar ekey
Estot exurê û meylî meylî bar ekey
Name enûsît be zibanî turkî
Le milliyet da meyl be şirkî
Ême ke kurdîn le la man wa ye
Kurdî zibanêk e zor bêhawta ye
Nawî pêxember, Hemey Resull e
Niwêjman be kurdî lay Xuwa qebull e
Eger telqînim, be kurdî nedrê
Giwê lê nagrim, ba kifnim bidirrê
Ger Mernemukey ‘areb lêm pirsê
Way tê exurrim, ke ew bitirsê
Eme dînme û dînêkî be heq
Le ser beytî xom eger bikirêm şeq
Nûsîwte giwaya, wezîfem mawe
Herçîman kirduwe her natewawe
Çîm kirduwe êsta carê le kiwê me
Mîllet le mewdiwa umêdî pê me
Seyirke beharim lê bê înşalla
Le Kurdisan da, îkem be hella
Şîmal û cinub, têkell kem be qîn
Bilerzênmewe, gakey jêr zemîn
Beydaxî kurdî, bilerênmewe
Îrsî roywekan bigerrênmewe
Selaheddîn û Kerîm Xanî Zend
Baba Şeref Xan şay Koy Demawend
Bêne cimucoll, rohyan şad bê
Pê mîlletekem, le bend azad bê
Le ser her kêwê, şêrê têxurrê
Naw cergî hemû, dujminan bibrrê
Ew ca serbestî, be ême edrê
Xêyr ewan bîden, kellk nagirê
Namewê bîden, ah bê, bîsênim
Fikrim eme ye, heta emênim
Hezarî wek min, heta nekujrê
Be qellem, be xwên, mersîyey nenûsrê
Bew xwêne xwênî, mîllet necoşê
Mîllet bo weten, siya nepoşê
Kiçanman le jêr, beydaxî reşa
Çaw helnewênin, bi xwênî geşa
Ta xakekeman, be xwên neşorrê
Îman be sikey, rupye negorrê
Teşebustanî, min tewaw nabê
Mutlleq, em îşe her ebê wa bê
[Kurdîya Kurmancî
Ji Bo Mistefa Saib
Misto, wisan dixuyê tu jî tirkhezî dikey
Pişta te dixwire û hewesa xortînîyê dikey
Name dinivîsî bi zimanê tirkî
Di millîyet da meyil bi hilûyî
Em ku kurd in li ba me waye
Kurdî zimanek e gelek bêhewta ye
Navê pêxember, Hemeyê resûl e
Nimêja me bi kurdî li ba Xudê qebûl e
Eger telqîna min, bi kurdî neyê dayîn
Ez guh nadimê, bila kefenê min bidirrin
Eger Mernemukê ereb ji min pirsê
Wisan lê biqêrim, ku ew bitirsê
Ev e dînê min dînekî bi heq
Li ser beyta xwe eger bikim şeq
Te nivîsîye goya, wezîfeya min maye
Her çi me kirîye her netemam e
Min çi kirîye niha carê li ku me
Milet ji vir şûn ve hevîyê pê me
Lêbinêre bila bihar li min bê înşallah
Di Kurdistanê da, bikim bi hellahellah
Bakur û başûr, têkel kim bi xerabîn
Bilerzînim, gayê jêr zemîn
Alaya kurdî, bihejînim
Mîrata çûyî vegerînim
Selaheddîn û Kerîm Xanê Zend
Baba Şeref Xan şahê Koy Demawend
Bêne livê û ruhê wan şad be
Pê milletê min ji bend azad be
Li ser her çiyê, şêr gurmije
Nav cergê hemî, dijminan bipije
Veca serbestî, ji bo me tê dayîn
Eger ew bidin, feydeyek tê namîn
Naxwazim bidin, ah be, bistînim
Fikra min ev e, heta dimînim
Hezarê wek min, heta ney kuştin
Bi qelem, bi xwîn, mersîye ney nivîsin
Bi wê xwînê, xwîna milet necoş e
Millet bo welat, reş nepoşe
Keçên me di bin, alaya reş da
Çav hilnedin, bi xwîna geş da
Ta axa me bi xwîn, ney şûştin
Îman bi sikey, rûpye negurin
Teşebisatê, min temam nabê
Mitleq, ev kare her dibê wiha bê]
Riataza