
Xudanê nivîsê heft xalên ku birêz Zikrî Mûsa destnîşan kirine, ”sade” bi nav kirîye,
bi mebesta ku her fikirên felsefeyî jî bi awayekî sade têne gotin.
Ji van xalan û ji karê van kesan tê fêmkirin, ku hîmê avahîya Kurdistana serbixwe
zexm û qewîn e û têra her çar perçeyan dike.
Arif Zêrevan
Heft xalên sade
Yekem: Niha kolanên Iraqê, bi dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ji aliyê şoveniyan ve hatine tejî kirin. Hemû aliyên siyasî yên Iraqê hez ji geşbûn, pêşketin û aramiya Herêma Kurdistanê nakin û lawazkirina Kurdistanê xala hevbeş ya wan e.
Duyem: Welatê me hatiye dabeş kirin û hatiye dagîr kirin. Çênabe em çaverêyê ewê bin ku dagîrker bi lojîkeke dostane, hevseng û dadperwerane muameleyê li gel dagîrkiriyan, yanî me bikin. Ji ber ku her li bingehê da prosesa dagîrkeriyê babetekê nedadperwerane û dijminkarane ye.
Sêyem: Eger nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêmê kûr û agirîn û berfireh jî bin, her hemûyan jî dozeke rewa ya hevbeş heye. Doza rewa ya gelê Kurdistanê dozeke siyasî, destûrî, dîrokî, cografî û wicûdî ye.
Çarem: Eger dergehê cîhana derve li ser me da girtî be, eger dagîrker firt û fêl û înkariyê li dijî me bi kar bînin wê demê ji bo rizgarbûn û serkeftinê rêyeke din heye. Dergehan ji hevdu re vekîn û fêlbaziyê li hevdu nekîn û hevdu înkar nekîn.
Pêncem: Gengeşeyên siyasî yên navxweyî beşek e ji prosesa geşbûna siyasî û pêgihiştinê, lê belê bi mercekê ku stratejiyeke neteweyî û berjewendiya giştî li ser rûyê hemû gengeşeyan û hêma û armancên hizbî de be.
Şeşem: Kêşe û girift her çende mezin jî bin, lê belê ne hêcet e ji bo xwe bi destvedanê. Hemû destkeft li nav janê da derbas bûne.
Heftem: Temaşayê welatên rojava bikin. Dewletên xwe ji nava dojehê derxistine û bi jan, trajedî, nebûn, birçîtî, taun û ji şewban derbas kirine.
Foto: Arif Zêrevan, Zikrî Mûsa û Mihemed Sanri
Riataza