
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: –Gelo tu dikarî behsa vê mijarê bikî? DI RÊZİMANA KURMANCÎ DE EŞBAŞQANTÎ
Bersîv: –Ji qewlê mamosteyekî hêja ve, “Di rêzimana kurmancî de EŞBAŞQANTÎ nîn e.”
Yanî, di kurdî de dema behsa zayendeke nediyar tê kirin zayend tim NÊR e.
mînak1:
Mirovê helbestkar, divê ji nivîsandinê bêhtir bixwîne.
Çênabe ev hevok wiha bête nivîsandin:
Mirovê/a helbestkar, divê ji nivîsandinê bêhtir bixwîne.
mînak2:
Helbesta wî kesê pirxwende bitehmtir e.
Çênabe ev hevok wiha bête nivîsandin:
Helbesta wî/wê kesê/a pirxwende bitehmtir e.
mînak3:
Kesekî pirxwende jî be dema hestên helbestkarîyê bi wî re nebin dîsa nikare ti tiştê serkeftî binivîse.
Çênabe ev hevok wiha bête nivîsandin:
Kesekî/ê pirxwende jî be dema hestên helbestkarîyê bi wî/ê re nebin dîsa nikare ti tiştê serkeftî binivîse.
Riataza