
Behseke xêrê ji paytextê Azirbêcanê
Hejarê Şamil
Van rojan agahiyeke pir girîng gihîşte destê min û ez pir kêfxweş û bextewar im. Bi ser de mest û xûmar im!
Li Bakûya Azerbaycanê pirtûkek bi navê “GAVEK BERBI ZIMANÊ KURDΔ derket.
Kîtêb ji bo fêrbûna zimanê me ye.
Ji 48 dersan pêk tê û 228 rûpel e.
Du xwîşkên delal û welathez Tamara Refoyê Nevo (Tamara Fatiyêva) û Kubra Refoyê Nevo (Kubra Mustagayêva) nivîsandine.
Di pirtûkê da rêziman bi Azerîkî hatiye şîrovekirin.
Ez bawer im û dizanim, ku wê pir kêrî Kurdên me yên Azerbaycanê were.
Wekî tê zanin, di vî welatî de nîv milyon Kurd hatiye asîmîlekirin.
Weşandina vê pirtûkê wê bibe delîlê jixwehesîn û lixwevegera kurdên ewledên Şeddadîyan.
***
Redaktorê zanistî: prof. Xeyrî Abbasî
Şiroveker: nivîskar Ahmedê Hepo
Sponsor (alîkariya diravî): Barîyê Hemîd Fetîyêv
Rêzber: Firuze Qaloyêva
Riataza