Bedena wî li Qazaxistanê ye, lê dilê wî li Kurdistanê dikute…

Bedena wî li Qazaxistanê ye, lê dilê wî li Kurdistanê dikute…

Têmûrê Xelîl

 

Her şexsek xwedî taybetmendîyên xusûsî ye û ne tenê nûnerê xwe, lê herwiha nûnerê gelê xwe, binemala xwe û welatê xwe ye. Emê div ê gotarê da hewil bidin behsa merivekî balkêş bikin, ku welatparêzekî gelê xwe û welatê xwe ye, malxwêyê maleke bi tifaq, sportsmênekî serketî û karmendê civakê yê zîrek û jêhatî ye. Ew Aledînê Elîyê Mustefayêv e.

 

Aledînê Elî sala 1987an di maleke kurdan a sade da, li gundê Dêndrarîyê, navçeya Enbekşîkazaxê, herêma Almatîyê, li komara Qazaxistanê ji diya xwe bûye. Sala 2005an di gundê xwe da mektebê temam dike, pişt ra biryar kir xwendina xwe pêş da bibe û kete Zanîngeha pedagogîyê ya Qazaxistanê ya ser navê Abay, fakulteya “Pêwendîyên Navnetewî”. Sala 2009an, piştî Aledîn Zanîngeh bi serketî temam kir, layîqî rutbê serbazîyê bû.

 

Di dema xwendina li dayîreya bilind Aledînê Elî zewicî, bi xanima xwe ra tevayî bingehê malbeteke bextewar û qewîn danî, du zarên bêhempa perwerde dikin. Celalê kurê xwe û Vîyana keça xwe. Ewana ji zarotîyê da bi ruhê welatparêzîya di hindava welêt û gelê xwe têne perwerdekirinê. Lawê Aledînê Elî – Celal, êdî di 10 salîya xwe da bûye çêmpîyon-serketîyê  sporta jiu jitsu. Wî ev xelat sala 2019an di pêşbirka Abu Dhabi, li Mîrîtîyên Ereban yên Yekgirtî da qazanc kir. Celal di cûrê sporta xwe da herwiha di lecên welatên Asîyayê, Awropayê û Qazaxistanê jî bi ser ketîye. Keça Aledînê Elî – Vîyan, niha du salî ye, dê û bavê wê ji zarotîyê da ew hînî taybetmendîyên çanda kurdî dikin, erf-edetên pêşîyan derbazî nava jîyana wê dikin.

 

Aledîn Mustefayêv bi xwe dikeve nava koma xweşmêrên steyrkên hemcihanê di hêla sporta jiu jitsu a Brazîlî, di nava gelek salan da bi saya werzandinên profesyonal yên herroje hêjayî gelek xelatan û mêdalan bûye. Aledînê Elî demeke dirêj werzandinên xwe li Brazîlîyayê derbaz kirîye, bûye çêmpîon: li Qazaxistanê, Asîyayê, Recife, Sao Paulo, Rio de Janeiro, Abu Dhabi. Ewî kedeke mezin kirîye di nava karê pêşxistina sportê li Qazaxistanê, prêzîdêntê Federasyona ”Zr-team Kazakhstan” e, serokê koma sportê ya bi navê ”Pride” e.

 

Pêwîst e em karê Aledînê Elî yê civakî jî jibîr nekin. Ew êdî çend sal in ji bo kesên salmezin kûrsên yogê yên belaş dide derbazkirin. Ew herwiha kok û esilê xwe jî jibîr nake, wî li bajarê Almatîyê dibistaneke bona fêrkirina zimanê kurdî da vekirinê, ew û karmendê kurd yê navdar Îbrahîmê Filît Mamedov mekteba bona hînkirina zimanê kurdî û koma reqasê ya bi nave ”Azadî” dane damezirandinê.

 

Îro em bi bawerî dikarin bêjin, ku gelê kurd xwedî lawekî layîq e, ku keda xwe a mezin dike nava karê pêşxistina gelê xwe û welatê xwe – Komara Qazaxistanê.

 

Qîmetkirina merivekî bi vî awahî ya here giranbuha ye. Aledîn tu caran hewil nedaye ku pesinê wî bidin. Ew herdem guh dide dengê dilê xwe û bi awayekî xwezayî dijî. Ew bona nifşê nû bûye nimûne û helana dide law û keçên gelê xwe bona paşerojeke geş û ronahî bona miletê xwe û welatê xwe ava bikin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev