KURDÊN ANATOLYA NAVÎN

KURDÊN ANATOLYA NAVÎN

Fermo, ji bernameçêkirekî meyî zîrek û jêhatî bernameyeke xweş

derheqa kurdên dervayî Kurdistanê da,

ku dilê merivan baristan dike û evîna bo gelê me û welatê me xurttir dike

 

Abdurrahman Benek

Ji bo Kurdên ku tam di navika Tirkiyê de dijîn, bi vê gotinê tên binav kirin; “Kurdên Anatolya Navîn. Dîsa navekî wan yê din jî heye; “Kurdên Gola Xwê.” Li paytextê Tirkiyê Enqereyê, bi pirranî li navçeyên wek Haymana, Polatli, Şereflîkoçhîsar û Bala hene. Li bajarê Konyayê bi giranî li navçeyên Kûlû û Cîhanbeglî, dîsa li bajarên Kirşehîr, Aksarayê jî gelheyeke Kurdan ya ber bi çav heye. Em dikarin li van bajaran, bajarên wek Yozgat, Çorumê jî lê zêde bikin.

Di derbarê dîroka wan de agahiyên cuda hene. Hin dîrokzan hatina wan ya Anatolya Navîn, heta salên 1100 î dibin. Hinek dîrokzan dinivîsin ku piştî sala 1500î hatine vira. Hin dîrokzan jî diyar dikin ku 250 an 300 sal berê koça Anatolya Navîn kirine.
Lêkolîner George Perrot, hebûna Kurdan ya li herêma Anatolya Navîn, di salên 1861-1872 an de li Haymana dibîne û dinivîse û diyar dike “tenê bi zimanê Kurdî dipeyivîn.” Perrot vê jî ji me re salix dide, “dema min li extiyarên Kurda pirsî, gotin em çend bava berê hatine vira.” Ev jî hatina Kurdan ya Anatolya Navîn, herî kêm dispêre 300-350 sal berê.

Gelo bi çi sedemê? Çima koçber bûn? Wana surgunî xwarin an bixwe hatin? Gelo ji kuderê hatin? Pirsên bi vî rengî tam bersiva xwe negirtine.  Pirranî dibêjin, em ji Semsûrê, Qerejdaxê, Rihayê, Sêwregê û wan derdorana hatine, lê tenê gotin in û xwe naspêrine dokumenta. Dîsa em rastî yên ku ji Agirî, Qersê, Wanê hatine jî tên. Her çiqas hatina Kurdan ya Anatolya Navîn, bi xwe re niqaşên wek kengî û bi çi sedemê hatine tîne jî, rastiya mîna ava çema ev e; wana heta roja me, çand û zimanê xwe jiyane û parastine. Le îro pê ve? Mixabin ji bo Kurdên jenerasyona nû ya Kurdên Anatolya Navîn em nikarin vê bibêjin; “di pêşerojê de jî ew Kurd wê zimanê xwe ji bîr nekin.” Zarok û nevîyên Kurdên salmezin yên îro li vê herêmê dijîn, were bisekine zimanê xwe nikarin bipeyîvin. Pirranî di asta, “em anlamîş dikin, nikarin qonişmîş bikin” de ne. Ditirsim ev jenerasyon a dawîyê be, yên ku zimanê xwe dikarin bipeyîvin. Elbet ev jî mirov xemgîn dike.

Ji wan gelheyeke pirr heye ku koça Ewrûpa kirine. Li welatên wek Denmark, Swêd, Norweçê bi cihûwar bûne.

Bi Şereflîkoçhîsara Enqereyê ve girêdayî 8 gundên Kurdan hene. Ji heyştan yek bi navê Buyukkışla gundek e. Ji sed malî pirrtir in û hîn jî di mala xwe de comerdin. Ku tu li derîyê kê bixwî, dixwaze te biezimîne, ku meha rojîyê be jî. Haa, di nav xwe de yekîtîya xwe ava kirine? Na! Ku ava Kurdên Bakur, Başûr û Rojava di bendekê de çawa diherike, ya Kurdên Anatolya Navîn jî bi heman awayî ye.

Wana bi Hesendaxê radibûne govendê. Radyoya Rewanê guhdarî dikirin. Di mehên dijwar yên zivistanê de, dengbêj û çîrokbêj diezimandin li oda gunda. Wana pişta xwe dane eşîretên wek Rişwan an Reşîyan, Canbeg, Xelikan, Cûtkan, Omeran, Bilikan, Şêxbizinî û gellekên din. Nufûsa wan herî kêm ser mîlyon û nîvê re ye. Rehmetî Bîlal Ercan hate bîra min, çi xweşmêr bû. Ew jî ji Kurdên Anatolya Navîn bû.

Kurdên ku li cihûwarên Agirîyê rabûne û berê xwe dane Anatolya Navîn, bawermendên Êzîdî bûne. Yên li derdora Meletî û Semsûrê koça Anatolya Navîn kirine jî Kurdên Elewî bûne. Ez dibêjim “bûn” çimkî îro ne Êzîdî û Elewî ne. Di nav sedsalan de bûne bawermendên mezhebê Henefî.

Min ji Kurdekî Anatolya Navîn bihîst. Li Swêdê dijîya. Gotibû; ”li cem me roj û agir pîroz in” û lê zêde kiribû; “heta çendekî berê, ku roj diçû ava, me agir nedida cîranekî xwe.” Dîsa xwe ser agir re çekirin an bazdan, li gor bawerîya wan guneh bû. Û helbet şeva înê teqez xwarinek didane cîranên xwe. Ev hemû mînakana, bawerîyên wan yên berê nîşanî me didin. Mînak; min li gundekî Kurda yê Anatolya Navîn, li hewşa keyayê gund de Tawûs dîtin. Camêr ji bo Tawûsan ji hewşa xwe beşek veqetandibû û wana xwedî dikirin. Tawûsê mêr an nêr gellekî bi xemle. Serî nîv saetê carê, ev perên xwe yên nûwaze û rengîn vedike û forsa xwe li serê yên mê dike.

Ji Tawûs yên nêr, duduya tu nikarî di cem hev de bihêlî. Ku tu wana li cem hev bigirî şer û pevçûn li wan kêm nabe. Gelo vê rastiyê tiştek hanî hişê we?

Em Kurd yek bin kêm in, dudu bin zêde ne. Niha piçekî hişê min tevlihev bû. Me Kurda ev xûya ji Tawûs girtiye an ji me sîrayeta wana bûye ev bextreşîya?

Keremkin hûn bi xwe ”cila xwe ji vê ava şêlî derxînin”.



 

¤¤¤

Di amadekirina vê bernameya delal da keda ronakbîrekî me ji Anatolîya Navîn Harûn Coşar gelek e, ku niha li Stockholma Swedê dimîne û bi vî awahî zewqa dilê xwe dîyar kirîye:

 

– Birayê Abdurrahman, wexta ez hîn 5-6 salî bûm, pîrka min ji me ra çîrokên Welatê Jêrîn digotin.

Berî ku dest bi çîroka xwe bike, ji kurika pirs dikir digo; maleka min tê de, ji axzê dina Firatê, bi 2 mêra, 3 jina, ka bên hela mala kîjan merîyê me ye.

Wexta ku me dizanî digo; min bajarê Helebê yan ji Qentabê da te. Pîra min digo; va tiştna min ji xwasîya xwe, Zexa Tase bihîstine. Zexa Tasê bapîra dîya Nazê Zulfî û bavê min e.

Lawê Zulfîyê Heydo hîn ecer bi berdêlî zewicîbû, sala 1967 di 27ê meha gulanê  birûskê lêxist. Ez hingê 13-14 salî bûm. Meta min Zulfîye keçka wê Nazê û Fatê bi rojan li kêleka hev disekinîn distiran. Êdî gundî damîş nedibûn, bi zorê kitanê serê wan dikirin devê wan seba ku bihewînin. Ew klamên wan li ser min weqas tesîr kiribûn, kengê min bibihîsta ez digirîyam.

Îro, subê min dîsa çaya xwe dagirt, kompîtûra xwe heyna, li balkonê berê xwe da royê. Wexta ku min navê te lêxist seba ku li ”Wext çawa derbasbû” mêzkim, ez di cih da cemidîm. Li hemberî min keça meta min Nazê digo;

 

Nadim nadim, bûkê nadim

Eza serî bişom gulya badim

Wexte gundî Çamliyê hatin rahiştin bûkê

Eza bi markî reş bim xwe pêvadim

 

Cara siftê bû ku ez negirîyam. Em ê niha li benda bernama te bin. Çi li vî axzê Firêt,çi li wê axzê Firêt. Li çar alî dunê ku kurd lê heyî, kal û pîrên me yên li dunê din, mîna ku zemanê berê li ber radyoya Rewanê dicivîn, em ê li ber televîzyonan rûnin. Ez nizanim çawa tarif kim, te ji mîletê xwe ra tiştekî çiqas mezin kirîye. Lê ez dibêm ji eşîrê me Reşîya, dengbêj, apê Aşik Abuzer Aşkinses hestê me li ser te bi dengê xwe yî xwaş anîye zimên. Mala te hezar carî ava!

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev