Banga FNDK bo gelkujîya Efrînê

Banga FNDK bo gelkujîya Efrînê

Ji Sêkrêtarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ra;

 

Sêkrêtarê NATOyê Jens Stoltenberg ra;

 

Serokê Komîsyona Yekîtîya Awropayê Ursula von der Leyen ra;

 

Serokê Dewletên Yakbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ra;

 

Serokê Rûsîya Federal Vladîmîr Vladîmîrovîç Pûtîn re.

 

DERHEQA KOMKUJIYA LI EFRÎNÊ

 

Wekî tê zanîn, dewleta Tirkîyê, bi armanca dagirkirina axa Bakurê Sûrîyê (Rojavayê Kurdistanê) di salên 2015, 2016 û 2018 da bi sê opêrasyonên leşkerî êrîşî ser Kurdên Sûrîyê kir.

 

Herêma Efrînê girêdayî Rojavayê Kurdistanê (Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê) 18ê Adarê 2018an ji aliyê arteşa Tirkîyê û nijdevanên girêdayî hukumeta Tirkîyê hat dagirkirin. Dema dagirkirinê 1500 welatîyên sivîl yên ku malên xwe ji dagirkarên Tirk û nijdevanan diparastin, hatine kuştin, 300 hezar mirovên sivîl koçber bûn, bi hezaran mal hatin talan kirin û şewitandin. Bi plana dewleta Tirkîyê li hemberî gelê herêma Efrînê komkujî (genocide) dest pê bû û didome.

 

Ji dema dagirkirina herêma Efrînê 2 sal zêdetir derbaz bûye. Di nav dû salan de binpêkirinên li dijî nirxên gelê Kurd, dizî, talan, revandina xelkê, tecawûzkirina jinan û hwd rojekê jî ne sekinîye.

 

Mixabin, du sal e hemû rêxistinên navneteweyî û dewletên cihanê  li ber wehşeta dewleta Tirkîyê û nijdevanên girêdayî wê çav û guhên xwe girtine. Mixabin, pir zû hat jibîrkirin ku bi taybetî gelê Kurd û şervanên Kurdistanê li hemberî karesata DAİSê tekoşîneke mêrane meşandin û xizmetî hemû mirovahîyê kirin!

 

Îro li Efrînê gelkujî berdewam e. Li gor raporên rêxistinên sivîl li Efrînê perwerdehiya Kurdî qedexe ye, di hêla aborî da hemû Kurd perîşan in, di herêmê da demografî tê guhertin; li mal û gundên Kurdan Turkmen, Ereb û malbatên têrorîstên rêxistinên îslamî tên bicîhkirin.

 

Hemû nirxên kevneşopî yên Kurdan hatin rûxandin û talankirin. Leşkerên tirkan û nijdevanên girêdayî wan bi taybetî li hemberî Kurdên Êzîdî helwesta derveyî mirovahîyê nîşan didin. Berî dagirkarîya dewleta Tirkîyê, li herêma Efrînê 35 hezar Êzîdî hebûn, îro hejmara wan ji 3 hezaran kêmtir e. Li gundên Feqîra, Qîbarê, Şadêrê û hwd. 6 mezargehên Êzîdîyan ji alîyê nijdevanên girêdayî Tirkîyê hatine rûxandin. Çend jinên Êzdî tûşî tecawîza têrorîstên girêdayî Tirkîyê hatine.

 

Li Efrînê mirovatî hatiye binpêkirin. Bi mîlyonan Kurd û mirovên hûmanîst yê cihanê ji ber rewşa gelê Efrînê xemgîn û bihêrs in.

 

Em dixwazin rewşa Efrînê ji aliyê  rêxistinên navneteweyî û rêveberîyên dewletên cihanê bê dîtin û bi hevkarîya cihanê hovîtîyên dewleta Tirka û nijdevanên wê bê sekinandin.

 

Federasyona Navnetewî ya Dîyasporayên Kurdan

Ji navê rêveberiya FNDK: Şêx Ramazan Sêyidov

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev