Serxweşî

Serxweşî

Malpera Riataza bo wefata birayê akademîsyan Kinyazê Îbrahîm xemgîn e

Neferekî binemala rengîn, ewledê Îbrahîmê Nevoyê Mîrzeyê ji eşîra Celalî, xwerzîyê nivîskarê mezin Wezîrê Nadirî, birayê akademîsyan, profêsor, serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên kurdan û rêvebirê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang” Kinyazê Îbrahîm – karsazê welatparêz Ahmedê Îbrahîm di 67 salîya xwe da li Almatîya Qazaxistanê, ji nexweşîya dil ji nişkêva komî-kulfet, hezkirîyên xwe hîşt û çavên xwe li dinyayê girt.

Desteya Rêvebir ya malpera Riataza bi dilekî kovan serxweşîyê dide birêz Kinyazê Îbrahîm, neferên malbeta Ahmedê Îbrahîmî ber dilê me hemûyan ezîz, tevaya koma kurdên Qazaxistanê û ji wan ra sebirê dixweze. Bira serê we sax be, em şirîkê xemên we ne, wek dibêjin ”Korayî bona dilê we! Bira Xwedê cîyê xeman tije bike”.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev